WAN – Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin li Wanê herî kêm 80 kes hatibûn destgîrkirin û ji nav van kesan 38 kes roja Duşemê derxistin dadgehê.
Di 19’ê Tebaxê de dema ku şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn desteserkirin, van kesan çalakiyên protestoyê li dar xistibûn û hatibûn destgîrkirin.
Di roja Yekşemê de jî 6 kes hatibûn destgîrkirin lê ji ber berxwedana parlementerên HDP’ê serbest hatibûn berdan. Derket holê ku ev şeş kes derketina derveyî welat li wan hatiye qedexekirin û divê mehê carekê îmzeyê bidin.