NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.
HRE’yê got; “Hêzên me çalakiyên xwe ên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herema Efrîn û derdora wê berdewam dikin û derbên giran li çeteyan dixin.
Di vê çarçoveyê de:
Di dîroka 24 Tebaxê de, hêzên me çalakiyek bi bandor li dijî baragehekî artêşa dagirker a Tirk li gundê Til Malid yê girêdayî bajarê Mare li dar xistin, di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Her weha çeperên parastina navendê hatin ruxandin.”