NAVENDA NÛÇEYAN
Jin her dem bi êrîşên tund re rû bi rû dimînin. Çima rû bi rû dimînin, sedemên sereke çi ne? Dema em li ser van pirsana hûr dibin, bi rastî jî gelek sedemên sereke derdikevin pêşberî me . Nezanîbûna dîroka jinê, bêferasetbûna li hemberî heqîqeta jinê, desteserkirina azadiya jinê…Ev pirsgirêkên sereke dibin sedema hejandina bingeha civakek azad û demokratîk. Bi vêya girêdayî, di rihê tifaqa neteweyî de jî şikandinekê çêdike.
Di vir de xalek girîng a din jê ev e ku pergala qapîtalîzmê, dixwaze mejiyê civakê li gor berjewendiyên xwe bi teşe bike. Loma dikeve nav mala gel û pergala xwe ya qirêj bi vî awayî dibinhişiya mirovan de bi cih dike. Têgaha namûsê tenê li ser laşê jinê ferz dike û ji jinê dest pê dike ku mejiyê civakê yê aliyê azad pûç bike yê din jî ji bo berjewendiyên xwe yên rojane bi kar bîne. Sîstema heyî ya cîhanê ku ji aliyê hişmendiya mêr ve tê birêvebirin, bi heman feraseta ku dixwazin îradeya jinê ji holê rakin tevdigerin. Di vê tevgerê de xizmeta ji bo berjewendiya qapîtalîzmê gaveke berbiçav e. Ev bi xwe re taciz, tecawiz, tundiya derûnî, îstismara zayendî û komkujiyê derdixe holê. Li her derê cîhanê ev rastiya malkambax derbasdar e, lê li ser Rojhilata Navîn û bi awayekî sîstematîk bêtir olan dide. Ev jî bêtir bi rêya dîn derdikeve rûyê erdê. Dîn ji aliyê desthilatdaran wekî amûreke gihaştina armancên xwe ‘ ku ev armancana tenê ji yekperestiyê re xizmetê dikin’ têyî bikaranîn. Di vir de bi rêya ‘têgaha gunehê’ jinê dixin hundir qalibekî û dixwazin ku rihê wê yê têkoşer li ser vê esasê tune bikin. Tê xwestin ku bi vî awayî daxwazên siberojê tenê ji deshilatdariya mêr re xizmetê bike û jin bê per û bask bimînin. Jixwe bêbaskmayina jinê jî encax ji hest û feraseta koletiyê re xizmetê bike. Mînaka Şengalê di bin sîwana vê pêrgalê de pêk hat.
Siyaseta ku qirêj bûye daxwazên xwe yên desthilatdariyê li ser bindestiya jinê piratîze dike, vêya jî bi destbiraktiya qapîtalizmê pêk tîne. Ev siyaset jî di bin banê netewperestiyê de kiryarên faşîzmê xelat dikin. Ziman, çand, huner, xweza bi vê ferasetê tê qetilkirin û rêya şaş wekî rêya rast tê nîşandayin. Di qirkirina çandî de hilweşandina Peykerê Bûda, Palmîra û Heskêf jidûrxistina rastiya civakî ye.
Bi rêya peyamên sublîmînal jî tê xwestin ku ji rastiya xwe dûr bikeve. Di vê destdirêjahiya li hemberî nirxên mirovatiyê de bêguman zarok jî bedelên giran didin. Dema ku zext û zordarî li ser jinê tê ferzkirin zarok jî di bin bandora vê êrîşa derûnî de dimînin. Ronahiya siberojê di jêrzemînên wahşetê de bi vî awayî tê xwestin ku bê desterkirin. Di girtîgehên zarokan de, tovên civakbûyineke serbixwe dîsa bi vî rengî tê xwestin ku bê eciqandin. Xweparastina meşrû jî di vê çarçoveyê de derdikeve pêşberî mirov. Têkoşîn û hewldanên bi rûmet,esasgirtina nirxên mirovatiyê hewceye ku li hemberî pergala kedxwar her ser bikeve. Berzkirina rûmeta jinê û zarokan dermanê sekna serbixwe ya li dijî pergala kedxwar û faşîst e. Yekîtiya dil û wekheviyek xwerû dê ala faşîzmê û bindestiyê bi îradeyek hevpar daxînin erdê. Wekî ku Clara Zetkîn dibêje:”Heta faşîzma ku bi zilmên xwîndar, bi terorê, bi birçîbûnê û bi şer bûye yek, perçe perçe nebe û li erdê neyê raxistin, ji nav me tu kes, ne xwedî mafê rawestandin û bêhnvedandinê ye.”
Di têkoşîna rasteqîna jiyanê de, jinên kurd xwedî vîneke mezin in. Jinên kurd xwedî dîrokeke giranbiha û bi esas in, li dijî zilm, zordarî û faşîzmê her hewl dane. Bi geşbûna lîlanên xwe çirûskên hêviyê li ser nefelên çarpel berz kirine. Hêza xwe ji bilindahiyên xwedawend û ji ronahiya rojê girtine.