HELEB – Agahî nehate wergirtin ku li nuqteya çavdêriyê ya ku bombe lê hatin barandin ji artêşa Tirk a dagirker kuştî û birîndar hene yan na. Liv û tevgera hewayî ya li herêmê didome.
Nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyeyê ya li Morekê jî ji 20’ê Tebaxê ve ji aliyê rejîmê û Rûsyayê ve hatiye dorpêçkirin.
Hêzên rejîmê û Rûs beriya şeş rojan jî li nuqteya heyştan a Tirkiyeyê ya çavdêriyê xistibûn.
Balkêşe ku bomberdûmana vê dawiyê piştî serdana Erdogan a doh a li Moskowayê pêk hat.