“Plan û hevpeymanên ku di vê rewşa hesas de derketin pêş tenê armanca wê parçekirina Sûriyeyê bû. Mijara herêmên ewle destûreke nû ya ji bo fermiyeta dagirkeriya welatan e. Her kes dizane ku kurdan êrîşî dewleta tirk nekiriye. Bi sînorekî aram cîrantiya wê dike. Gelek hincetên vala wekî sedem tên nîşandan da ku êrîş li ser gelê kurd pêk bê. Bi êrîşan destkeftiyên gelê kurd hedef tên girtin. Li ser erdê çi biqewime jî dîsa îradeya gelê kurd wê derkeve pêş û serkeftin a gelê azadîxwaz e.
Her welatek xwedî mafê parastinê ye ku axa xwe, zindiyên li ser wê axê, mirov, netewên ku li ser dijîn, nirx, dîrok, çand û destkeftiyên wê biparêze. Helbet dema mirov qala welatan dike divê di destpêkê de mirov bizanibe ku li ser axa welat aramî û aştî hebe.
Ji zayîna mirovahiyê û heta roja me ya îro berjewendiyên berovajî aşîtiyê, derdikevin pêş. Mirovên ku naxwazin civak û gel di aramiyê de bijîn tim li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Ev dide diyarkirin ku nakokiyên li ser erdê çêdibin sedemên wê yên bingehîn sîstemên dîktator ên ku tenê dixwazin desthilatdariya xwe li ser vîna gelan mayînde bikin û hebûna xwe reva bikin. Şer û aloziyên ku li Rojhilata Navîn jî diqewimin ji rewşa serdemên dîrokî ne qut e. Ji bo wê jî di nava şeran de kuştin, qetilkirin, binpêkirina mafê mirovan, koçberî derdikeve pêşberî gelê ku tu sûcên wan tune ye.
Piştî îlankirina şoreşa Sûriyeyê, li kêleka wê jî şoreşa rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin. Şoreşa parçekirina koletiyê û daxwaza mafê gelên ku di Sûriyeyê de dijîn. Berî Şoreşa Rojava rejîma Sûriyeyê parçekirina nasnameya kurdatiyê, tunekirina çanda kurdên Sûriyeyê esas digirt. Em nabêjin ku kurdên rojavayê Kurdistanê bê vîn bûn, lê ew rêxistina ku vî gelî bi rê ve bibê lewaz mabû. Em dizanin ger şoreşa Sûriyeyê bi ser jî ketiba wê dîsa mafê kurdan di hundirê wê de tunebû ya. Helbet bi hatina şoreşa jin a rojavayê Kurdistanê re careke din gelê kurd ji mirovahiyê re îsbat kir ku bi dirûşma ‘Ez kurd im jîn dibim qet namirim’ ne gotineke erzan e û nayê jibîrkirin. Kurdan herêmên xwe parastin, rêxistina xwe xurt kirin û di nava 8 salên şoreşê de aramî, wekhevî û hezkirinê di nava hemû şêniyên herêmê de ava kirin. Em nikarin bêjin ev hemû destkeftî di rojekê yan jî çend rojan de hatin bidestxistin, di oxira wê de bedelên giranbuha hatin dayîn û di encamên wê de jî serkeftina şoreşa jinê hat îlankirin.
Dema hêzên hegemonîk û desthilatdar dibînin ku welatek di aramiyê de dijî, berjewendiyên xwe difikire û hesabên cuda li ser erdê wê çêdikin. Çawa qezencên xwe ji van welatan bigirin û gelan di nava metirsiyê de bidin jiyîn, difikirin. Berî ku em qala van berjewendiyan bikin em behsa herêmên “ewle” bikin. Herêmên ewle ew herêmên ku di bin kontrola dewletên mezin de wekî dewletên navnetewî tên çêkirin. Dema ku şer di navbera du welatan de hebe û sînorên wan yek be tê avakirin. Li gorî wê jî di civînên navnetewî de tê pêşxistin da ku gelê wê herêmê yên ku tu sûcê wan di vî şerî de tuneye aram bijîn û di nav de jî çek ji wir tê kişandin û şer tê rawestandin. Ger mirov bifikirê gelo rastiya herêma ewle wek navê xwe ye, yan jî ev jî destûreke nû ya ji bo fermiyeta dagirkeriya welatan e?
Di sala 2017’an de dewletên deshilatdar wekî Tirkiye, Rûsya û Îran hevpeymaneke ji xwe re îmze kirin ku li Sûriyeyê herêmên ewle yan jî herêmên kêmbûna şeran werin avakirin. Qaşo pirsgirêka gelê Sûriyeyê ji bo wan gelek mûhîm e. Ev hevpeyman di civîna Astanayê de li ser hat lihevkirin. Destpêka wê jî ji herêmên wekî El Bab, Ezaz, Cerablûs bû heta herî dawiyê dagirkirina Efrînê. Jixwe dosyaya Idlibê jî li ser maseya wan e. Piştî ku kurdan herêmên xwe bi vîna xwe ewle kirin, ev yek ne li gorî berjewendiyên hinek dewletan bû. Ji dîrokê heta niha dewleta tirk naxwaze gelê kurd bibe xwedî statû. Jixwe berî niha jî Tirkiye bi rengekî aşkera gotibû ger çadirek kurdan li Efrîkayê jî hebe dê ew dijminatiya wê bike. Hinceta Erdogan vê carê jî ew e ku kurd xeteriyê li ser sînorê çêdikin, li gor wî divê li hemberî vê yekê jî herêmeke ewle were avakirin.
Ger mirov qala rewşê bike dikare bêje ku rêxistinên terorê wekî DAIŞ, Artêşa Azad, Cebhet El Nûsra, Ehral Elşam ev hemû li Tirkiyeyê hatin birêxistinkirin û ji bo Sûriyeyê hatin şandin. Dema kurdan ev teror têk birin, hêrsa Tirkiyeyê li hember kurdan hîn mezin bû. Her kes dizane ku kurd êrîşî dewleta tirk nekirine lê dewleta tirk bi êrîşên cuda dixwaze êrîş bike. Dewleta tirk li ser navê herêmên ewle êrîşî Efrînê kir. Dagikeriya Efrînê wijdanê mirovan bêdeng hiştiye.Tiştên ku di hundirê Efrînê de diqewimin ji kuştin, binçavkirin, talan û wêrankirin hemû encamên êrîşên Tirkiyeyê ne. Xewn û xeyalên Tirkiyeyê li herêmên rojavayê Firatê nerawestiya ne. Niha careke din dixwaze wekî mînaka Efrînê li ser herêmên rojhilatê Firatê tevgera xwe berdewam bike. Dewleta tirk her dem gefxwarinên xwe li herêmên bakurê Sûriyeyê pêk tîne da ku êrîşî herêmên kurdan bike. Ji bo wê jî di nava hevdîtin û hevpeymanan de ye. Tirkiye dixwaze herêma xwe ya ewle li ser herêmên kurdan ava bike. Ev yek nerazîbûn û bertekên gelê herêmê nîşan dide.
Di nava van tifaqan de Amerîka hêza kurd wekî alîgirê xwe di têkbirina terorê de dibîne, ji bo berjewendiyên xwe bi hevkariya Tirkiyeyê re heremên ewle ava dike. Tirkiye dixwest di dosyaya dagikeriya wê de 32 km kurahî be û seranserî sînor bike bin destê xwe, lê nerazîbûnên ku derketin pêş hêla ku hevdîtinên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de wekî ku dibêjin erênî bûn. Di nava herdu aligiran de li hev kirinên di bin perdê de hene. Loma talûkeya êrîşa dewleta tirk hîn bi dawî nebûye. Ji ber her dijminatiya kurdan tê kirin.
Ger herêma ewle çêbû jî gelo wê çawa be? Ji ber ku berjewendiyên şexsî dikevin pêş mirovatiyê loma dibe ku alozî kûrtir jî bibe. Her çiqas lihevkirin çê be jî divê biryara vî gelî esas were girtin û biryara gel ew e ku dewleta tirk naxwaze. Gel amade ye axa xwe ji talûkeyan biparêze. Ji bo wê jî li ser erdê çi biqewime jî dîsa îradeya vî gelî wê derbikeve pêş û serkeftin a gelê azadîxwaz e.”
Çavkanî: JINNEWS / Roj Hozan