AMED – Girseya gel li kolana Lîseyê li hev kom bû ku nêzî avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye.
Di nava koma çalakger de parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Mûsa Farisogûllari, Salîha Aydenîz, Dersim Dag, Îmam Taşçier û Erdal Yildirim jî hene.
Girseya gel saet 11’an li hev kom bû û wê saet 13’an daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihîne. Tevî parlamenterên HDP’ê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li herêmên cuda yên Tirkiyeyê tevlî çalakiyê bûne.
Ji 19’ê Tebaxê ve di serî de li Amed, Mêrdîn û Wanê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha li derveyî welat ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên HDP’î çalakiyên protestoyî pêk tên.