ŞEHBA – Panel li hola kampa Serdemê hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rêxistinên ciwanan ên Şehba û Efrînê tevlî panelê bûn. Di panelê de mijarên girêdayî şer û bandora wê, rewşa jinên ciwan û bandora penabertiyê li wan hatin nîqaşkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtin senevîzyoneke li ser aloziya Sûriyê û pêvajoyên tê re derbasbûne hate pêşandan.
Beşê yekem ê panelê ji aliyê endamên Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îman Elo û Akif Welo ve hate şîrovekirin. Di vê beşê de bandora şer li ser civakê hate şîrovekirin. Hate gotin ku ji ber şer herî zêde jin û ciwan bedenî û dirûnî bi bandor dibin, di encamê şerê ku ev 9 sal li Sûriyê rû didin gelek kes hatin kuştin, birîndarkirin, koçber û penaberkrin bûn û welat di her qadan de hate parçekirin.
Her wiha bal hat kişandin ku ji ber rewşa şer, gelek ciwan derketin dewletên Ewropayê û beşê din ê di nav wêranbûn û şer de ma, lê hêza wan a mezin heye ku armancên xwe yên guhertina siyasî û aktîvkirina rola xwe di dawîkirina aloziyê de pêk bînin.
Endama Buroya Ciwanan Alaa Muslim jî di beşê duyemîn ê panelê de bal kişad li ser rewşa jinên ciwan di aloziyê de û ev tişt anî ziman: “Di asta yekem de jinên ciwan azarên şer kişandin, bi rêbazên ne rewa hatin kirîn û firotin. Rola wan di her qadan de hatibûn paşguhkirin. Komên çete yên ku deverên Sûriyê dagir kiribûn qanûnên hişk derhqê jinan de derxistibûn.”
Alaa got:”Em jinên ciwan divê ji bo doza azadiya xwe û pêkanîna armancên xwe ji bo mîsogerkirina pêşerojeke baştir ji jinên ciwan re helwesteke xurt nîşan bidin.”
Mijara dawî ya panelê girêdayî koçberkirin û pişaftinê bû. Hate gotin ku ciwanên li welat man, rexmî şertên dijwar pêşeng in, divê xwe bi rêxistin bikin û ciwanên derve teşwîq bikin da ku vegerin welatê xwe û xizmta gelê xwe bikin û di nava civakên rojavayî de asîmîle nebin.
Piştre careke din senevîzyoneke li ser nêrînin ciwanan girêdayî aloziya Sûriyê û pêşniyarên wan ên ji bo çareseriyê hate pêşandan.
Di dawiyê de daxuyaniyek bi zimanê Erebî ji aliê endamê Dîwana Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ehmed El-Ehmed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê bang li ciwanên derveyî welat hate kirin ku vegerin welatê xwe” Hewcedariya welatê we bi we heye, ji ber hûn hêza sereke ya peydakirina çareseriyê ne.”
Her wiha hate gotin: “Divê em bi destekî li hemberî her êrîşan bisekinin, di warê leşkerî, siyasî û civakî xwe bi rêxistin bikin û heta dilopa dawî ya xwînê xaka xwe bipaêrêzin. Destpêkê em Efrîn, Şehba û tevahî xaka Sûriyê ji dagirkeirya Tirk rizgar bikin. Em bi fikra biratî, demokratîk, pirrengî û nenavendîbûyîn li Sûriyê bawer bikin.”