BÎNARÊ QENDÎL – Li bînarê Qendîlê bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û bi piştgiriya Şaredariya Qendîlê tûrnûvaya futbolê hate destpê kirin. Tûrnûvaya futbolê li ser navê şehîd Şahîn Dicle bi beşdarbûn gelek tîmên futbolê destpê kir.
Di çarçoveya tûrnûvaya futbolê a şehîd Şahîn Dicle de heta niha 3 lîstok hatine leystin. Lîstoka yekemîn navbera tîmên Raperîn û Makosan pêk hat, di encamê de Makosan bi 8-1 serket. Lîstoka duyemîn bi encama 3-1 di navbera Kawlokan û Dolê hate leystin. Lîstoka sêymî de tima Westa Hêrêş bi 2-1 li hemberî Birayatî Qesrê biserket.