NAVENDA NÛÇEYAN – Di rojên dawî de li Sarigazi li dijî banka û şubeya PTT’ê bi molotofan û bombeyan çalakî hatibûn lidar xistin. Ev çalakiyan TKP/ML bi daxuyaniyekê girte ser xwe. Di daxuyaniya xwe de milîtanên TKP/ML diyar kirin ku wan li cihê çalakiyê pankartek bi îmzeya TKP/ML-TİKKO hiştine. Daxuyaniya milîtanên TKP/ML wiha ye:
“Em wek milîtanên TKP/ML bi çalakiyên xwe ji dijmin û dostên xwe re nîşandidin ku em li dijî her êrîşên li ser têkoşîna Kurdan, wek herî dawî dewletê çawa bi riya qeyûman Şaredariyên Gel ên HDP’yî desteserkirin, bêdeng namînin ji ber vê; me di 26’ê Tebaxê li Sarigazi li dijî saziya dewletê û bankayekê bi molotof û bombeyan çalakî pêk anî.
Çalakiyên me li ser xeta ku di 1’emîn Kongreya partiya me TKP/ML derket holê, bi îsrarbuyînê li ser xeta milîtantî û li pîvanê şervantiyê em li derdora partiya xwe dibin xelekek û ji dijmin hesap dixwazin. Di qada “qanûnî” de xwe nekirina zindanê, her dorpêçê derbaskirin; hemû kêmasiyên me bi milîtanî derbaskirin û li dijî her êrîşên faşîzan li ser netewa Kurd derketin, wê hêza Şoreşgertî birêxistin bike.
Em radigihînin ku em li ser esasê perspektîfa partiya xwe TKP/ML, êdî gotinên xwe bi agir tînin ser ziman.”