NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya Înîsyatîfa Zarokên ji Agir hate ragihandin ku wan di 28’ê Tebaxê li Îzmîrê li dijî destegehek mobîlya ya li ser sê katan a aîdî endamekî Ocaxên Mengî (Ülkü Ocakları), di 21’ê Tebaxê li Stenbolê Başakşehir li dijî depoyek kozmetîk û di 20’ê Tebaxê li Tekirdag Çorlu li dijî fabrîqeyek a vezîvirandinê çalakiyên şewitandinê pêk anîne. Înîsyatîfê derbarê armanca çalakiyên xwe wiha got “Kesên ku bi serweta xwe kasên şer ên dewleta tirk a dagirker tijî dikin, û Kurdistanê vediguherinê dojehê wê bi agirê tolhildana me bê şewitandin.”
Daxuyaniya Înîsyatîfa Zarokên ji Agir bi vî awayî ye:
“Sê fabrîqeyên ku ji şer û dagirkeriya li ser Kurdistan xwe dide xwedî kirin û piştgirî didin zilma dewleta tirk di çarçoveya pêngava “Pêvajoya Çalakiyên ji Agir” bi temamî hatin rûxandin. Kesên ku bi serweta xwe kasên şer ên dewleta tirk a dagirker tijî dikin, û Kurdistanê vediguherinê dojehê wê bi agirê tolhildana me bê şewitandin. Em dîsa didin xuyakirin ku kesên ji şerê qirêj li dijî gelê Kurd xwe dide xwedî kirin wê bi rastiya şer re rû bi rû bimînin.
Çalakiyên hêzên me lidar xistine wiha ne:
* 28’ê Tebaxê li navçeya Îzmîrê Buca li dijî destegehek mobîlya ya li ser sê katan a aîdî endamekî faşîst a Ocaxên Mengî (Ülkü/Osmanli Ocakları) ji milê Înîsyatîfa me ve hate şewitandin.
* 21’ê Tebaxê li Stenbolê Başakşehir li dijî depoyek kozmetîk a li ser sê kata ku li qadan Sanayî a Marmara di bloka P dima di encama çalakiyek sabotajê li aliyê me ve hate şewaitandin û bû xwelî.
* 20’ê Tebaxê di saetên evarî de li Tekirdag Çorlu li dijî fabrîqeyek a vezîvirandinê endamê me çalakiyek şewitê pêk anîne û fabrîqeyê bi temamî rûxandin. Demdirêj gelek teqin li ser hev pêk hatin û di encama çalakiyê de fabrîqa veguherî xweliyê.