ÊLIH – Dîmenên kesê bi navê Suat Yuksekbag ê li Otogara Êlihe bi 27 derbên kêran hat kuştin derketin holê. Di dîmenan de tê xuyakirin ku polîs mudaxeleyî êrîşkaran nakin.
Li Otogara Navbajaran a Êlihê di 28’ê tebaxê roja çarşemê di navbera komekê de bûyerek rû da. Di bûyerê de Suat Yuksekbag bi 27 derbên kêrkirinê hat kuştin. Hat diyarkirin kesên li hev dane xwîniyên hev bûne. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Hat ragihandin ku kesên êrîşkar ên birayê hev R.K. û A.K. bi kêran di amûra X-Ray de dikevin otogarê. Kesê bi navê Suat Yuksekbag ji 27 cihan laşê wî kêr dikin.
Dîmenên kêliya bûyerê li ser medya civakî hatin parvekirin û dîmen asta hovîtiya kesê êrîşkar nîşan dide.
POLÎSÊN DAGIRKER MUDAXELEYÎ ÊRÎŞKARAN NEKIRIN, CIWANÊ BÎRÎNDAR DI HALÊ XWE DE HIŞT
Li gorî dîmenên ji aliyê welatiyekî ve hatiye kişandin, piştî kêrkirinê Yuksekbag di nava xwînê de li erdê dirêj kirîne û êşê dikişîne. Her wiha di dîmenan de tê xuyakirin êrîşkar li ber serê Yuksekbag ji pêya sekinî ye, polîs û welatî jî li wir kom bûne û mudaxele nakin. Polîs li şûna êrîşkaran bigirin, lê gaza îsotê direşînin welatiyên derdorê. Êrîşkarên dar di destên wan de welatiyên derdorê jî tehdît dikin.
Hat zanîn ku Yuksekbag ê li cihê bûyerê xwînê winda dike piştî radikin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.