HELEB – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi mebesta ku ciwan teşwîqî werzîşê bikin, îro bi beşdarbûna 20 ciwanan pêşbireke bezê li dar xist.
Ciwanên tevlî pêşbirkê bibûn ji ber kolana 20‘an a taxa Şêxmeqsûd heta Navenda Ciwanên Şoreşger a heman taxê bi dirêjahiya 1 km beziyan.
Di dawiya pêşbirkê de Ebdo Ebdo asta yekemîn, Mihemed Hemkê asta duyemîn û Elî Remzî di asta sêyemîn de biser ketin. Rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê spasname diyarî hersê kesên bi serketin kirin. Ciwanên di asta çaremîn, pênçemîn û şeşemîn de jî biser ketin medalî li wan hatin belavkirin.
Hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Helebê Ebdo Mihemed diyar kir ku armanca wan ji vê çalakiyê ew e ku ciwan ji şaştiyan dûr bikin û rêya ku sûdê jê bigirê nîşanî wan bidin. Ebdo anî ziman ku çalakiyên wan ên bi vî awayî berdewam in.