NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê der barê çalakiyên hêzên xwe de daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me çalakiyên xwe ên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin.
Di dîroka 29’ê Tebaxê de hêzên me li dijî navendekî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di encamê de ew barageh hat rûxandin, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Di dîroka 30’ê Tebaxê de hêzên me li baregehekî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker a li derdora bajarê Mare xistin û şerê rû bi rû bi çeteyan re kirin. Hemwextî wê hêzên me bi çalakiyek seyareyekî leşkerî tevî çeka doçka rûxandin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”