NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji rojnameya Newaya Jin a mehane re axivî.
PIRSGIRÊKA KURD NAŞIBE PIRSGIRÊKEKE DIN, PIRSGIRÊKEKE NAVNETEWEYÎ YE
Hozat diyar kir, pirsgirêka Kurd ji pirsgirêkên li cografyayên din cudatir e û got, “Pirsgirêkeke navneteweyî ye. Aliyên xwe yên herêmî û navneteweyî hene. Dewleta Tirk weke qereqoleke emperyalîzmê li herêmê ava bû. Kurd kirin qurbanê vê planê. Piştî Peymana Lozanê ya sala 1923’an dewleta Tirk li ser înkar û tinekirina Kurdan ava bû. Lewma dewleta Tirk sedema bingehîn a vê pirsgirêkê ye. Heta ku polîtîkaya dewletên navneteweyî yên ku NATO ava kirine ya der barê Kurdan û Tirkiyeyê neguhere û dewleta Tirk dest ji polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan bernede zehmet e ku ev pirsgirêk çareser bibe. Di vê mijarê de pêwîstî bi guhertineke polîtîka û zîhniyetê ya bingehîn heye.”
Hozat destnîşan kir ku dewleta Tirk dewleteke qirker e, dîroka xwe bi qirkirin û komkujiyan tijî ye, zêdeyî sed sal in ku qirkirina çandî li Kurdan dike û xwedî mejiyekî welê ye ku bi çarçoveya tinebûna Kurdan dikare hebe.
Hozat anî ziman ku têkoşîna demokrasiyê ya li dijî vê siyaset û zîhniyeta qirker faşîst gelekî girîng e û diyar kir, têkoşîneke bi vî rengî ya rêxistinbûyî û hewldaneke demokratîk a şoreşger yekbûyî wê bingeha jiyanê ji faşîzm qirkeriyê re nehêle.
Hozat bi bîr xist ku Rêberê wan ji sala 1993’an ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd agirbestan radigihîne û gelek projeyên çareseriyê amade kir û kete nava gelek hewldanan.
Hozat diyar kir, desthilatdariyên faşîst qirker ên dijminê Kurdan pêvajoyên agirbestê ji bo şerekî mezintir weke pêvajoyên amadekariyê nirxandin, îstîsmar kirin û herî zêde jî desthilatdariya AKP’ê îstîsmar kir û veguherand şerê taybet.
DEWLETA TIRK XWEDÎ FERASETA QIRKER E
Hozat destnîşan kir, “Ji bo pêvajoyên agirbestê veguherin pêvajoyên çareseriya demokratîk pêwîstî bi zîhniyet û siyaseta demokratîk heye. Ya ku bi dewleta Tirk re nîne ev e. Dewlet û rêveberiya Tirk xwedî feraset û zîhniyeteke qirker faşîst e. Tekperest e, nîjadperest e.” Hozat destnîşan kir ku dewleta Tirk dijminê demokrasî û azadiyê ye û got, “AKP di asta herî bilind de temsîla vê zîhniyetê dike. Me hemûyan dît ku pirsgirêka Kurd çara îstîsmar kir. Ev zîhniyeta înkar û tineker astengiya herî mezin e li pêşiya pirsgirêka Kurd.”
DIJMINATIYA LI KURDAN REWATIYA AKP’Ê BI DAWÎ KIR
Hozat diyar kir ku di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de nirxên Tİrkiyeyê hemû hatin qedandin û got, “Ji bo desthialtdariya xwe ya qirker faşîst bidomîne, nirxek nema ku êrîş nekir, bi kar neanî. Dijminatiya ku li Kurdan dike, kir ku li nava welêt û derve rewatiya AKP’ê bi dawî bike. Bi taybetî tifaqa faşîst a bi MHP’ê re kir dawî li AKP’ê anî. AKP niha bûye MHP. Bi rengekî berevajî ‘pîvanên’ xwe yên damezrandinê tevdigere, ji bilî şer, komkujî û dagirkeriyê li tiştekî din nafirkire. Welê lê hatiye ku ji bilî şer û komkujiyan soza tiştekî din nikare bide civakê.”
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BI TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ DIBE
Hozat diyar kir ku bendewariya çareseriya demokratîk ji zîhniyeta qirker faşîst, bi gotina herî sivik ‘nezantî’ ye û got, “Çareseriya demokratîk bi têkoşîna demokrasiyê dibe. Heta ku li Tirkiyeyê têkoşîneke xurt a demokrasî û aştiyê pêk neyê, zemîn û derfetê çareseriya demokratîk jî nafire. Ya ku dewlet û desthilatdariya qirker faşîst a heyî lawaz bike û zemîna demokrasiyê biafirîne, têkoşîna siyasî û civakî ya xurt e.”
‘ŞER BERHEMEKE METIRSÎDAR A MEJIYÊ MÊR E’
Bi domdarî Hozat bal kişand ser şerê li herêmê diqewime, bandora şer li jinan û hêza çareseriyê û got, “Şer berhema serdestiya mêr e. Mêr ê desthilatdar, desthilatdariya xwe bi şer xurt kiriye û domandiye. Dewlet bedenbûna desthilatdariya serdestiya mêr e. Şer jî xwarina vî bedenî ye. Ev xwarin ji bo mêr ê serdest çavkaniya bingehîn a xwedîkirinê ye, ji bo jinê, civakê û xwezayê jî jehra kuştinê ye. Şer berhemeke li dijî jinê ye, dijminê jinê ye. Şer berhemeke metirsîdar û qirêj a mejiyê mêr e. Li dijî jiyanê ye. Ji dema avabûna dewlet û desthilatdariya mêr a serdest û vir ve şer heye, li dijî jinê, xweza û jiyanê komkujî hatiye kirin. Paralelî vê rastiyê her tim têkoşîna ji bo jiyaneke bi rûmet li dijî şer heye. Jin jî bûne pêşengê vê têkoşînê. Nirxên mirovahiyê bi saya vê berxwedana jinê hatine parastin. Di vê serdemê de jî têkoşîna herî xurt ji aliyê jinan ve li dijî şer tê kirin.”
Hozat anî ziman ku di Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de jî êşa herî giran jin dikişînin û got, “Nirxên mirovahiyê bi vî şerî re tên tinekirin. Bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd berxwedaneke xurt heye. Jinên Ereb, Asûrî, Suryan, Tikrmen li ber xwe didin têdikoşin. Tevgera Jinên Tirkiyeyê, tevgerên jinan ên dinyayê salên dawî îradeyeke girîng a berxwedanê nîşan dan. Lê belê ev yek têrê nake ku şerê mêr ê serwer ê metirsîdar, zîhniyeta faşîst bê tinekirin.”
Hozat destnîşan kir ku têkoşîna rêxistinbûyî û hêza xweparastinê ya jinê gelekî girîng e û got, “Her ku jin bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî di çarçoveya nirxên jinê de jiyaneke civakî, sîstemeke civakî ava dike, her ku têkoşîn mezin dibe, şer û tundî jî derfetên xwe ji dest dide û bi vî rengî wê êdî nikaribe tine bike.”