NAVENDA NÛÇEYAN – ‘Meşa Direj’ a bi daxwaza azadiya Ocalan ku bûye mîna rêçekê îsal li Boonê ya Elmanyayê dest pê dike.
Meş bi dirûşma ”Bi Rêbertî re bimeşe, mêtingeriyê tine bike” wê dest pê bike. Ji bo meşa ku wê 8’ê Îlonê dest pê bike, ji çar hêlên Ewropayê tê payin ku ciwanên Kurd û enternasyonal werin gel hev.
Ciwan beriya meşê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk weke adrêsa pevgihînê nîşan da.
Komîteya Haziriyê ya Meşê ragihand haziriyên çalakiyê hatine asta dawî. Piştî pevgihîna 8’ê Îlonê 9’ê Îlonê meş roja pêşî li di navbeyna Boonê û Troîsdorfê de wê pêk were.
Meş 10’ê Îlonê wê ji Troîsdorfê heta bi Kolnê, 11’ê Îlonê ji Kolnê heta bi Leverkusenê û roja dî jî wê ber bi Duseldorfê be. Ciwan wê 13’ê Îlonê ji Dusseldorfê heta bi Monchengladbacê bimeşin. Ciwan piştî her meşê êvarî li bajarên ku lê bimînin wê bernameyan çêbikin.