DIHOK – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ji berî danê nîvro gundên Gîz ê Ber Gareyê ya ser bi Amêdiyê bombebaran kirin.
Heta van kêliyan di derbarê ziyanê de ti agahî bi dest neketine.
Balafirên keşfê li ser herêmê digerin.
Ji berî du rojan jî heman herêm ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombebaran kirin û gelek ziyan bi jîngeh û daristanên herêmê ket.