ŞEHBA – Di çarçoveya amadekariya mîhrîcana xwendekarên Şehbayê de, Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê bi 2 maçan turnuvaya futbolê ji xwendekaran re bi dawî kir.
Maç di navbera tîma Kampa Berxwedan û ya bajarokê Babnis a ciwanan de pêk hat û tîma Kampa Berxwedan bi skora 2-1 bi ser ket.
Piştî maça xortan, maça keçan di navbera tîma Til Rifet û Til Qira de dest pê kir û tîma Til Rifet bi skora 4-2 bi ser ket.
6 tîmên xort û keçan ên dibistanên navçeyên kantona Şehbayê ne, Efrînê, Til Rifet, Til Qira, Kampa Berxwedan, Ehdas, Babnis û Şêrawa tev li turnuvayê bûn.
Dê mîhrîcana xwedekarên Şehbayê hefteya pêş dest pê bike.