RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Di nav tevahiya aliyên civakî de li ser demokratîkbûna Tirkiyê lihevkirineke zimnî pêk hatiye. Lê ya tineye ew e, wê ev xwesteka zimnî û dîrokî çawa veguhere îradeyeke eşkere û pêk tê. Destûra demokratîk dibe heqîqet û îfadeya cewherî ya vê rastiyê. Ev beşa duyemîn a nirxandinê, nexasim beşa prensîban çarçoveyekê pêşkêş dike ka ji vê daxwaza dîrokî û demokratîkbûnê re bi kîjan destûra bingehîn a demokratîk wê bersiv ê bê dayîn. Ev prensîb xwe disipêrin teorî û têgînên zanistî, ji bo derketina ji krîzê û li ser bingehê destûra demokratîk ji bo ji nû ve avakirina Komarê mirov dikare wan pirr kurt û cewherî ji nû ve îfade bike.
Neteweya Demokratîk: Bi qasî ku ji her çand, etnîsîte û dînî (di çarçoveya têgihiştina nasnameya serê wê vekirî û nerm de), herweha ji ferdên maf û azadiyan bi awayekî wekhev parve dikin pêk tê û bi vî awayî li ser hîmê mafên kolektîf û ferdî yên ji hev nabin neteweya demokratîk tê terîfkirin û ev terîf bi awayekî bi terîfa welatê hevpar re li hev bike yekparebûna herî berfireh pêk tîne.
Welatê Hevpar (Welatê Demokratîk): Bêyî ku bibe malê ti koma etnîk û dînî, bêyî ku kes kesî bike yê din, mirov dikare weke mekanê welatiyên demokratîk ên ji ferdên azad û civaka demokratîk, ekonomîk û ekolojîk pêkhatî terîf bike. Ev terîf di warê yekparebûna herî berfireh de bi serê xwe xwedî naverok û maneyeke dewlemend e.
Komara Demokratîk: Civaka demokratîk weke pêkhênerê diyarker ê wesfê civakî, huqûqî û laîktî yê dewletê divê weke bingeh bê qebûlkirin û Komara Demokratîk vê îfade dike. Li civaka demokrasî lê bimeşe, şêweyê herî îdeal ê dewletê komar e. Li komareke bi vî awayî wesfên civakî, laîktî û huqûqî weke encam derdikevin holê.
Çareseriya Demokratîk: Hebûna saziyên Komarê û saziyên civaka demokratîk di nava aştiyê de bi hev re bingehê çareseriya demokratîk in. Di çarçoveya vê danasînê de yekdestdariyên dewleta netewe, kapîtalîzm û îndustriyalîzm, neçar in li ser bingehê lihevkirineke aştiyane bi saziyên civaka demokratîk konfederalîzma demokratîk, kominalîzma ekonomîk û ekolojîk jiyanekê qebûl bikin. Eger mirov bi awayekî eşkere bibêje; bi qasî ku dewleteke bêdemokrasî tê redkirin, demokrasiyeke bêdewlet jî nayê ferzkirin.
Jihevnebûna Mafên Ferdî û Kolektîv: Civak hebûnên welê ne, bi qasî ku kolektîv in, ewqasî jî ferdî ne, bi qasî ku ferdî ne, ewqasî jî kolektîv in. Jihevcudakirina herduyan tewşomewşotiyeke lîberal e, û armanca wê mêtinkarî û zordestî ye. Ji bo pêşîgirtina li vê dekûdolabê divê mafên ferdî û kolektîv weke goşt û hestî bi hev re pêk bên.
Azadî û Serxwebûna Îdeolojîk: Mirov bi giştî ji hegemonya îdeolojîk a şaristaniya çînî û bi taybet jî ji hegemonya modernîteya kapîtalîst nikaribe bibihure wê çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûnê seqet û kêm bimînin. Nexasim gelekî zehmet e ku mirov bi pozitivîzma Ewrûpayê çanda Rojhilat û Rojhilata Navîn bi awayekî azad ji hev derxe û bigihîne çareseriyên demokratîk. Yên van analîz û çareseriyan karibin bi awayekî azad bi xwezaya xwe ya civakî û dîroka xwe bi sazî, teorî û têgînan ve bikin, dikarin jiyana azad pêk bînin.
Nihatî û Dîrokîtî: Bi qasî ku dîrok şertên kêliya niha destnîşan dike, niha jî dîrokê berbiçav dike. Cudahiya di navbera wan de ew e, dîrok derfet û îmkanê destwerdanê dide nihayê ango şensê azadkirinê pêşkêş dike. Çawa ku dîroka bê niha nabe, nihaya bê dîrok jî nabe. Hewldana modernîteyê ya bê dîrok hiştinê, hewldana wê ya bê bîr û hafiza hiştin, bê exlaq û bê polîtîka hiştina civak û ferd e. Ev şerekî welê ye, bi vê rê ferd û civakê bi hêsanî dikişîne nava mêtinkarî û zordestiyê, û bi hêsanî ferd û civakê hînî vê yekê dike. Lewma divê ev yek bi tevahî bê redkirin.
Exlaq û Wijdan: Ji bo ji hev derxistina pirsgirêkên civakî û ji bo pêkanîna demokratîkbûnê nêzîkatiyên ekonomîk û polîtîk bi serê xwe têrê nakin. Weke hebûnekê civak û tevahiya dîroka wê timî bi exlaq û wijdan re di zikhev de pêk hatine. Şerê modernîteyê li dijî exlaq û wijdan daye destpêkirin bi armanca rewakirina mêtinkarî û zordestiyê ye, û ji ber vê helwestê çareseriyên ekonomîk û polîtîk bi xwe pêkan nînin, berevajî pirsgirêkên civakî girantir dikin û hewldanên demokratîkbûnê jî pûç dikin. Prensîba exlaq û wijdan di çareserkirinê de cih nade prensîba hêzê, lewma di çareserkirina demokratîk de divê ji sedî sed mirov serî li prensîba exlaq û wijdanê bide.
Xweparastina Demokrasiyan: Ne tenê hebûnên zindî, hebûnên ne zindî têne hesibandin jî her tim û li her deverê bi sîstema xweparastinê ditebitin û ev jî tespîteke zanistî ye. Lewma ji bo ku ferd, civak û saziyên demokratîk li beramberî hêmanên modernîteya kapîtalîst (dewleta netewe, kapîtalîzm û îndustriyalîzm) xwedî xweparastineke temam bin û karibin bi awayekî azad û wekhev bijîn hewcedariya wan bi sîstema xweparastinê heye û dest jê nabe. Ez yeqîn dikim ku ev nirxandinên dîrokî yên kurt ên li ser riya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirgirêka Kurd û prensîbên ku hewl tê dayîn ji bo komara demokratîk a destûrî cewherê wan were diyarkirin, rohnîker û çareserker in. Li ser vî hîmî mumkin e ku mirov ê karibe pirsgirêka Kurd hêsantir di nava yekparetiya demokratîk a Tirkiyê de rûnîne, analîz bike û modeleke baştir a çareseriyê yan jî modelên muhtemel ên alternatîf pêşkêş bike.
JI PIRTÛKA “NEXŞEYA RÊ” HATIYE WERGIRTIN