AMED – Li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP’î li sê bajaran her roj çalakiyên rûniştinê tên kirin.
Li Amedê roja 15’an a berxwedanê bi çalakiya rûniştinê li kolana Lîseyê dest pê kir. Çalakiya rûniştinê bi dirûşma “Ev yek hîn destpêk e wê têkoşîn bidome” dest pê kir.
Di çalakiyê de dirûşmên “Amed a me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “HDP hêvî ye, hêvî her zindî ye” hatin qîrîn.
Tevî parlamenterên HDP’ê û endamên Meclîsa Şaredariya Baglarê gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Dest nede îradeya min” hate hildan û kursiya serbest ji bo axaftinê hate danîn. Şêniyên bajêr nerazîbûna xwe li kursiya serbest tînin ziman. Her wiha helbest tê xwendin û stran tên gotin.
Di çalakiyê de bi pîspîskan qeyûm tê şermezarkirin. Tê payin ku Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan û Koma Jinan a Berxwedanê ya Amedsporê jî tev li çalakiyê bibin.