NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Çalakî û operasyonên hêzên me yên li dijî DAIŞ û komên din ên çete berdewam dike. Li herêmê di operasyonên ku heya niha hatin lidarxistin de hejmarek zêde çete hatin girtin û pêşî li gelek êrîşan hate girtin. Di vê çarçoveyê de, piştî şopandina teknîkî û fîzîkî ya demdirêj, hêzên me yên Yekîneyên Antî Teror di dîroka 1’ê Îlonê de li dijî şaneyek veşartî yê DAIŞ’ê li herêma Dêrezorê operasyonek pêk anîn. Di operasyona ku li dijî hejmarek serçeteyan pêk hat de berpirsê aboriya çeteyên li herêmê bi navê Mihemmed Remedan Eyd el-Talaa hat girtin. Di operasyonê de her wekî din hejmarek ji çek, cebilxane, hinek dokumanên rêxistinî û mîqdarek pere hat desteserkirin.
Di encama operasyonê de;
2 çekên Mosin-Nagant
2 çekên AKS-74U
2 çekên nêçîrê
1 çeka PKM
1 Glock
Cilên leşkerî
2 telefon
1 çeka AK-47.”