NAVENDA NUÇEYAN – Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed diyar kir kû wan şandeyek hevbeş bi YNK’ê re ji bo çareserkirina pirsa îdareya Kerkûk û herêmên bi nakok amade kirine ku careke din bi Bexda re hevdîtinan pêk bînin, ji ber ku wan erka îdareya Kerkukê radestî YNK’ê ne kiriye.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistan’ê (PDK) Mehmûd Mihemed diyar kir ku wan şandeyek hevbeş bi Yekitiya Niştimaniya Kurdistan’ê (YNK) re ji bo çareserkirina pirsa îdareya Kerkûk û herêmên bi nakok amade kirine ku careke din bi Bexda re hevdîtinan pêk bînin û hewil bidin parêzgarekî ji bo Kerkukê destnîşan bikin.
Mehmûd Mihemed di axafitnek xwe de got, “Beriya niha ji bo hilbijartina encûmena parêzgehan yasayek derket ku pirsgirêkên Kerkuk, Musil û herêmên bi nakok jî digirt nava xwe. Ji ber vê yekê jî ev mijar ji bo hemû aliyên kû naxwazin rewşa Kerkûkê aloztir bibe, bikarin weke aliyên siyasî yên Kurdistanê danûstandinan di derbarê vê mijarê de bikîn kû eger em bejdarî hilbijartinan bikîn jî li rastê pirsgirêkên cûda neyên.”
Me erka îdareya Kerkukê radestî YNK’ê ne kiriye
Berdevkê PDK li ser erka îdareya Kerkukê ji axivî û da zanîn ku, “Me pişka parêzgarê Kerkûk radestî YNK’ê nekiriye, ew namzetê hevbeş namzetê Listeya Birayetî ye ku ji aliyê hemû partiyên siyasî yên Kurdên li Kerkûk û hinek aliyên Tirkmen û Ereban ve hatiye diyarkirin. Em hewil didin li ser mijara Kerkûkê û navçeyên bi nakok bi Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî û hemû aliyên siyasî re nîqaş bikîn û biryarek hevbeş bidin.”
PDK destpêkê bi Tevgera Goran re rûnişt
Şandeyek ji Tevgera Goran di 1’ê îlonê de di serîde ji bo nîqaşkirina pirsgirêka îdareya Kerkuk, herêmên bi nakok û têkiliyên Hewlêr-Bexda li bajarokê Pîrmam a ser bi Hewlêrê bi PDK’ê re civiya.
Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de berdevkê PDK’ê Mehmud Mihemed axivî û got; “Me di civînê de mijara Kerkûk û herêmên bi nakok guftugo kir. Wê PDK, Goran û YNK civînek sê alî çêbikin û di civînê de mijarên heveş werin guftugo kirin.”
Herwiha endamê Tevgera Goran Aras Welî jî da zanîn; “Li ser pirsgirêkên hatîn nîqaşkirin em hemfikir bûn, pêwîste hemû alî piştgiriya Hikumeta Herêma Kurdistanê bikin. Hêvîdarim wê civîna sê alî serkeftî be.’’
Lê ji bo civîna sê alî ya di navbera PDK, YNK û Tevgera Goran de heya niha jî tû bersiv ji aliyê YNK’ê ve ne hatine dayîn û di derbarê dîroka wê de jî tu agahî ne hatine belav kirin.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê