ENQERE – Hejmara bûyerên şîdet, taciz, tecawiz û kuştina jin û zarokan li Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyan di meha tebaxê de 25 jin ji hêla xizmên xwe ve hatine kuştin, 5 mirina guman a jinan, 17 jin ji hêla naskirî û xizmên xwe re bi şîdet û tecawizê re rûbirû mane. Her wiha li gorî daneyan 13 zarok ji ji hêla cîran û naskiriyên xwe ve bi îstîsmara zayendî re rûbirû mane. Her wiha 8 zarok jî jiyana xwe ji dest dane.
Wekî her car dadgeh dîsa bû alîgîrê kujer, tecawizkar û sûcdaran. Dadgeh merek bi şerta kontrola edlî serbest berda û ji bo merêk jî biryara kêmkirina cezayê da.