BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke niviskî çar gerîlayên ku 2’yê Tebaxê li Qilebanê ya Şirnexê şehîd bûbûn bi bîr anî. HPG’ê di daxuyaniyê de sersaxî da malbatê û gelê Kurdistanê û diyar kir ew soz didin ku alaya têkoşînê ya ku şehîdan dewrî wan kiriye bigihînin serfiraziyê.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
‘’Di daxuyaniya xwe de ya 3’yê Tebaxê me diyar kiribû 1’ê Tebaxê hêzên me li Qilebanê ya Şirnexê li dijî girekî ku ewlehiya qereqola Şehîd Kendal dikirin çalakiyek kirine û di vê çalakiyê de 14 leşker hatine kuştin. Dîsa di daxuyaniya xwe de me bi raya giştî re par ve kiribû ku piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker operasyon daye destpêkirin û 2’yê Tebaxê li Girê Şehîd Welat di navbeyna hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker de şer derketiye, 6 leşker hatine kuştin, 4 leşker birîndar bûne û 4 hevalên me yên ku li dijî dijmin bi lehengî şer kirin şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Agît Şoreş
Nav û Paşnav: Yunus Tekîn
Cihê Bûyinê: Êlih
Navê Dê û Bav: Saadet – Lutfî
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2 Tebax 2019 / Qileban
***
Nasnav: Arteş Metina
Nav û Paşnav: Cesur Akkul
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Ayşe – Nurettîn
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2 Tebax 2019 / Qileban
***
Nasnav: Rezan Êlih
Nav û Paşnav: Rıza Temel
Cihê Bûyinê: Êlih
Navê Dê û Bav: Hayal – Ahmet
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2 Tebax 2019 / Qileban
***
Nasnav: Zagros Berzeban
Nav û Paşnav: Şehran Rustemî
Cihê Bûyinê: Dalaho
Navê Dê û Bav: Adiye – Yarmural
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2 Tebax 2019 / Qileban
Hevalên me Agît, Artêş, Rêzan û Zagros, zarên ku gelê Kurdistanê ew gihandine, li dijî komkujiyên deweta TC’ê ya dagirker di demên cuda de tevlî nav Tevgera Azadiyê bûne.
Hevrêyên me yên ku ji dil dilsozê nirxên gelê xwe ne, ji bo berevaniya li van nirxan û ji bo azadiya gelê Kurdistanê bê sekn û rawest têkoşiyane. Hevrêyên me yên fedayî ku bi keda dayin navê xwe li dîroka me ya azadiyê nivîsîne, bûne mîlîtanên Rêber Apo û ev bi rengê herî çak nîşan dane. Li herêma ku lê ne 4 hevalên me yên ku bi çalakî şer dikirin, derbên giran li dijmin dane û li çiyayên Kurdistanê şop û dewsa xwe hiştine.
Di demeke wiha de ku êrîşên faşîzmê pir giran bûne, hevalên me yên ku li qada ku bi çalakî têdikoşiyan Agît, Artêş, Rêzan û Zagros bi hurmetdarî em bi bîr tînin, di serî de malbatên hêja yên hevalên me, sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz. Em soz didin ku alaya têkoşînê ya ku hevalên me dewrî me kirine bigihînin serfiraziyê.