WAN – Li Wanê şermezarkirina qeyûm di roja 16’an de dewam kir û parlamenter Murat Sarisaç got: “Heta qeyûm ji vir biçin em ê li kolanan têbikoşin.”
Li Wanê şermezarkirina tayînkirina qeyûm di roja 16’emîn de dewam kir. Çalakiya rûniştinê ya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê pêk wekîl, hevşaredar û rêveberên HDP’ê û welatî beşdar bûn.
‘DARBEYA QEYÛM E’
Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç axivî û tayînkirina qeyûm wek “darbeya qeyûm” nirxand û wiha got: “Ji 19’ê tebaxê ve em li kolanan e. Berteka gel a li dijî tayînkirina qeyûman dewam dike. Qeyûm tenê ne li Kurdîstan û Tirkiyeyê, li qada navnetewî jî û kesên deng dane AKP û MHP’ê jî rewa nehatiye dîtin.”
‘HETA QEWIRANDINÊ EM Ê LI KOLANAN BIN’
Sarisaç da zanîn ku qeyûm dewama polîtîkayên feraseta yekperestiyê ne û wiha got: “Sibê wê vê feraseta yekperest a qeyûmê li her devera Tirkiyeyê belav bibe. Îktîdar ji Kurdistanê dest pê kir û dixwaze hemû Tirkiyeyê zeft bike. Gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê gelek caran di van astan de derbas bûye. Berê jî hat ceribandin û cihê yên berê çûnê diyar e. Li dinyayê jî gelek mînakê vê hene. Cihê hemû dîktatoran diyar e. Kesên dest danîne ser vîna xelkê û cihê çûnê yek bi yek hene û li ber çavan e. Em ê ji bo xwedî derketina vîna gelê xwe li ber xwe bidin. Hêzên wan ewlekar nikarin me ji heqîqetê dûr bixin. Çimkî em kurd û gelên Tirkiyeyê baş dizanin ku em mafdar in. Ew jî dizanin em mafdar in. Heta ev vê mafdariya xwe bigihînin serkeftinê em ê li kolanan li ber xwe bidin. Heta em van qeyûman ji van deran biqewirînin em ê li kolanan bin.”
Çalakî li gel strandinê, berzkirina dirûşman bi dawî bû.