MÊRDÎN – Hat diyar kirin ku di kontrola li ser rêya Dêrik û Şemrexê hatiye danîn de, 3 kes hatin binçavkirin.
3 kesên ji navçeya Dêrik a Mêrdînê diçûn navçeya Şemrexê, di kontrola li ser rê hatibû danîn de hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku 3 kesên hatin binçavkirin, hatine derpkirin û hinceta binçavkirina wan nehat zanîn. 3 kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Li aliyê din hat destnîşan kirin ku di kontrolên li ser rêyên ji Dêrikê diçe Şemrexê û ji Dêrikê diçe Qoserê lêgerîn û kontrola wesayîtan hatine zêdekirin û bi taybetî derketina rêveberiyên HDP’ê yên ji bajaran tên astengkirin.