NAVENDA NÛÇEYAN
“28’ê Tebexê li otogara Elîhê de li ber çavên polîsên dagirker e Tirk û ewlekarên taybet hovîtiyek hat jiyîn. Roja ku ew bûyer pêk hat Medya qirêj a dagirker ew bûyer wek pevçûnekî da nîşandan û piştgiriya polîsên dagirker ên tirk yên ku bûn hevkarê wê qetlê piştçavkirin. Lê piştî ku dîmenên derheqê bûyerê li ser medya cîvakî hat parvekirin derket holê ku ew qetila ne ku tenê bi du kesan pêk hatiye, di bin sêwana polîsên tirk ên dagirker û ewlekarên taybet pêk hatiye derket holê.
Bê guman em nikarin vê qetilê bi çend kesên diyar ve girêdin. Ev çend salin kuştinên ku li Kurdistanê her ku diçe zêde dibin diyar dike ku di çerçoveyek polîtîk û plansazî de bi destê dewleta Tirk a dagirker tê kirin. Mijarek jî ew e ku divê em balê bikişînin wekî ku Rêberê Gelan Abdullah OCALAN jî di hevdîtinên dawî de îfade kiribû ku tevgerên eşîrtiyê û dozên xwînrêjiyê ji nû ve xurt dibin û her ku diçe zêde dibin.
Dema ku em bûyerên di nav rojê de pêk tên mêze bikin, ew dem berbiçav tê dîtin ku bi awayekî pergal dozên xwînrêjiyê zêde bûne. Ev qetlên ku tên kirin nîşan dide ku bi piştgiriya kî tê kirin. Bê guman piştgiriya herî mezin ên van kujeran dijminê Kurdan DEWLETA TIRK A DAGIRKER e.
Dewleta Tirk, Polîtîkayên komkujî û tunekirina gelê Kurd bi serokê çetevanan Erdogan re gihandiye asta herî dawî. Dewleta dagirker a Tirk carinan bi polîsên xwe ên dagirker carinan bi leşker û notirvanan û carinan jî bi destên Eşîrên ku piştgiriyê dide wan qetilan dide kirin. Tenê Qetlên ku bi destê Dewleta Tirk a dagirker ên di nav çend mehên borî de hatine kirin ev in:
* Siwerek: Roja 15’ê Hezîranê li Taxa Çeltîkê ya ku girêdayî siwereka Rihayê ye di navbera birayên parlementerê Akp a faşîst ê berê Zulkîf Îzol û pizmamên wî de ji bo zeviyan pevçûna ku bi çekan pêk hat de ji malbatekî Hakki,zozan,meral û Serhat îzol ji hêla birayên Parlementerê Berê ê Akpê û xizmên wî hatin kuştin. Piştî şer Erebaya ku birîndaran dibir li du kesan xist û Ridvan Buluş û Serdar Delen jî mirin,bi mirina wan re hejmara miriya gihîşt 6 an.
* Farqîn: 21’ê Tebexê li taxa Reşik a Farqîna Amedê saet di 01:20 an de notirvanan raser birin ser malekê û di êrîşê de 6 welatî hatin kuştin û 9 kes jî birîndar kirin. Qetlên ku ji hêla notirvanan pêk hat ji 4 cihên kontrolê ve derbas bû û Leşkerên Dagirker ê Tirk bi qasî 300 mêtro ji dûr temaşe dikir.
*Êlih: 28’ê Tebaxê li otogara Êlihê du kesan Suat Yuksekbag ji 27 deran kêr kirin û kuştin. Dîmenên ku Yuksekbag di nav xwînê de digevizî û êş dikişand ji hêla welatiyekî otogarê hatiye kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku Yuksekbag dinav xwîn û êşê de ye polîsên Tirkan mudaxale nake. Polîsên dagirker ê Tirk cihê ku Yuksekbag bibin nexweşxaneyê êriş bi ser welatiyên li der doran dikin û bi jopan û gazê mudaxale dikin. Di dîmenan de tê dîtin ku Bi darên destên xwe gefan ji kesên ku bertek didin dixwin.
Têkiliya van her sê bûyeran ew e ku ji sêwana dewleta Tirk a dagirker e û rewşa ku dewleta Tirk a dagirker piştî van bûyeran xwe lê girtiye ye. Çawa ku polîsên dagirker ê Tirk û ewlekarên taybet ji bo kujerên qetla Elihê biparêzin ew xortê birîndar nehîştin rabigrin,bûyera ku li Siwerek û Farqînê qewimî jî ji van cûdatir nîne. Bi salan e ku zulkif îzol xwedîdiki û rê li qetlan vedikir. Li Farqînê jî bi hevkarên xwe qetlil da kirin. Herî dawî jî li Êlihê kujer parast û xwe diyarkir ku piştkiriyên qetlan ên herî mezinin. Her du kujer sûat Yuksekbaxê ji 27 cihên wî kêr dikin û dikin ku birevin welatiyên ku li otogarêne dor lê dipêçin û nahêlin ku birevin. Polîsên dagirker û faşîst dama ku tên cihê ku kujeran bigrin û birîndar bibin nexweşxaneyê êrîş bi ser girseya ku kombûye de birin û rê li ber welatiyan girtin ku birîndar rakin nexweşxaneyê. Bi dekkeyan Yuksekbag di nav xwînê de li erdê ma û jê xwîn herîkî. Bê xwîn manînê di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest da. Divê gelê me ên welatparêz ji kujeran heta dawî hesap bibirsin. Kujerê vê qetilê ewil dewleta dagirker a Tirk,polêz û ewlekarên taybet in û pişt re jî ew her du kujerên bi hovîtî ew xort kêrkirin in.
Divê gelê me bûyeran baş binîne û li gor wê tevgerên xwe girê bidin. Divê em baş bizanibin ku em ê kîjan rewşê bigrin û dad û hukuka ku ji dewleta dagirker a Tirk were em xwe lê negirin. Divê ew eşîr û kesên ku îxanetker bin werin eşkerekirin û gel rewşa xwe li gor wî bigire. Di vê bûyerê de Dewleta Tirkiyê Ev 5 polîsên ku eleqeder bûne bi ser navê ji peywirê durxistinê bi qasî demekî ew şandine bedlaneyê. Divê ji hêla gelê me ev wisa were dîdin. Dema ku bûyer ji raya giştî û ji medyayê ket û hat ji bîrkirin, ew 5 polîsên faşîst dê dîsa vegerin ser peywir û karên xwe. Di demên borî de mînakên wisa gelek hatiye dîdin û berdewam jî dike. Bûyerên qetilkirinê û kujeriya li ser gelê Kurd û Kurdîstanê tu kesî bi qasî Erdoganê serokê çetevanên terorîst û dewleta faşîst a Dagirker a Tirk kêfxweş nake. Ji ber van bûyerên qetilan e ku divê gelê me bîrbir û li hemberî van bûyerên kujeriyê ku dê derbikevin bisekinin.
NC/Arhat BA