MEXMÛR – Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 49 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Di vê çerçoveyê de ciwan belavok belav kirin.
Di pêşengtiya Meclîsa ÎŞTAR de belavokên li ser rewşa wargehê ku ev 49 roje ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ambargoyek girankirê tê meşandin hatin belavkirin. Ciwan ji bo dengê xwe bigihînin cihanê, belavokên bi zimanê Erebî û Kurdî (Soranî) li gelê Mexmûrê ya ser bi Mûsilê ve belav kirin û di derbarê ambargoyê de gelê Mexmûrê agahdar kirin.
Gelê Mexmûrê bi dilgermî belavokên ciwan girtin û bi wan re li ser rewşê axivî û nerazîbûnên xwe li dijî rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê nişan dan.
Welatiyê bi navê Mihemed Mehdî wiha axivî û got: “Ji bo Kurdan gelek şerme ku yekitiya wan nîne. Mucizeyên xûda gelekin, ger ku Kurd yekdest bin wê bikaribin destkeftiyên xwe bidest bixin. Ez li ser vê axê hatime cîhanê, ev axa bav û kalê me ye. Ez niha amademe li djiî Tirk, Îran, Îraq û eceman şer bikin û canê xwe ji bo Kurdistanê feda bikim. Pêwîste weke gelê Başûr em vê zilma li ser gelê pemaber tê kirin, qebûl nekin. Pêwîste demildest rêya di navbera Mexmûr û Hewlêr de bê vekirin. Ji ber ku ew ji Kurdin. Nabe ku em zilim û xedrê li wan bikîn. Roja ku ji Bakûrê Kurdistanê penaber bûyîn heya niha li berxwedan û wê liberxwe jî bidin.”