MÊRDÎN – Li çoltera navçeya Mehsertê teqîn pêk hat û di teqînê de leşkerek dagirker ê Tirk hate kuştin û 2 leşkerê din jî birîndar bûn.
Li çoltera navçeya Mehsertê ya Mêrdînê leşkerên dagirker derketin operasyonê. Li herêma operasyonê teqînek rû da. Li gorî agahiyên ewil di teqînê de 3 leşkerên dagirker birîndar bûn. Leşkerên dagirker birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Ji leşkerên dagirker ên birîndar bibûn Çawîşê Pispor Mehmet Acar di li nexweşxaneyê mir.
Li herêmê operasyonê dagirkeriyê didomin. HPG der barê buyerê hin tu daxuyanî nedaye.