AMED – Mucahît Yilmaz di serdegirtina malek li Rezanê bi destê polîsên dagirker ve hatibû înfazkirin. 46 roj in cenazeyê Yilmaz bêsedem nadin malbatê. Nedana cenaze di twîtterê de bû rojev û hastagiya “#MücahidinCenazesiniVerin (#CenazeyêMucahîdBidin)” di rêza TT de ket rêza duyemîn.
Li navçeya Rezanê ya Amedê di 21’ê Tîrmehê de polîsên dagirker bi ser malekê de girtibû û Mucahît Yilmaz înfazkiribûn. Li gel malbata Yilmaz cenazeyê zarokê xwe teşhîs kir jî 46 roj in malbat nikare cenaze werbigire. Cenaze li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê tê ragirtin. Malbat li ser Dozgeriya Amedê hewldanên ji bo wergirtina cenaze didomîne. Her çiqas malbatê cenaze nas kiribe jî lê bi hêncetên bê bingeh wek “DNA bi encam nebûye” û “Girêdayî destûra dozger e” cenaze nadin malbatê.
Ji bo dayîna cenazeyê Yilmaz li ser twîtterê kampanya dest pê kir û bû yek ji rojevên sereke. Bi hastagiya “#MücahidinCenazesiniVerin (#Cenazeyê MucahîdBidin)” di rojeva Tirkiyeyê de di rêza TT de ket rêza duyemîn.