BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniya di 2’ê Îlonê de bi bîr xist û got “Me diyar kiribû ku di 27’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li qada Mermangê ya Dêrsimê operasyonek li dar xistibû û di vê operasyonê de 4 hevalên me şehîd bûne.”
Di daxuyaniyê de nasnameya çar gerîlayan jî hate eşkerekirin. Nasnameya gerîlayên şehîd wisa ye:
Nasnav: Akîf Mahabad
Nav û paşnav: Şahîn Onen
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Gulistan – Sadûn
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Tebaxa 2019’an / Dêrsim
***
Nasnav: Baz Mordem
Nav û paşnav: Onder Kaçar
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Cevahir – Mûstafa
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Tebaxa 2019’an / Dêrsim
***
Nasnav: Cîlo Botan
Nav û paşnav: Omer Acrak
Cihê jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê dê û bav: Zehra – Şerafettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Tebaxa 2019’an / Dêrsim
***
Nasnav: Navdar Fîs
Nav û paşnav: Rojhat Fîdan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Canan – Recep
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Tebaxa 2019’an / Dêrsim
Rêhevalê me Akîf li Amedê ji dayik bûye. Rêheval Akîf bûye şahidê polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewleta Tirk a dagirker û di sala 2015’an de tevlî nav refê gerîlayan bûye. Ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye bi fedakariya xwe di derdora xwe de bûye hêza moral, her peywira xwe bi berpirsyariyeke mezin pêk aniye. Bi her awayî xwestiye giyanê berxwedanê yê serdema nû fêm bike û li ser rêya serfiraziyê kedeke mezin daye.
Rêhevel Baz jî di sala 1989’an de li Colemêrgê ji dayik bûye û hê di zaroktî de rastiya dijmin nas kiriye. Rêheval Baz di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û li Qada Zagrosê gerîlatî kiriye. Demeke dirêj li Zagrosan maye û piştre berê xwe daye qada Dêrsimê û têkoşîna xwe li wir domandiye. Rêheval Baz wekî milîtanekî girêdayî îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo heta dema dawîn ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyaye.
Rêheval Cîlo jî li Mêrsînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û di sala 2016’an de tevlî nav refên têkoşînê bûye. Rêheval Cîlo ji roja ku dest bi têkoşînê kiriye, bi fedaiyane têkoşiyaye. Heta kêlîka ku şehîd bûye, rêheval Cîlo bi dil û armanca xwe ya mezin ji bo me bûye mînak.
Rêheval Navdar jî li Licêya Amedê ji dayik bûye û di van keleporeke welatparêz de mezin bûye. Rêheval Navdar di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û bi ked û cesareta xwe derketiye pêş. Rêheval Navdar heta kêlîka şehîd bûye, bi qehremanî têkoşiyaye.”