EFRÎN – Di daxuyaniya HRE’yê de hate gotin, “Li derdora herêma Ezazê çalakiyên me yên bi bandor ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete bi rengekî bênavber didomin.”
Li gorî daxuyaniyê li heman herêmê du çalakiyên cuda hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li derdora gundê Kefer Xaşir ê herêma Ezazê di 3’ê Îlonê de li dijî çeper û stargehên komên çete yên artêşa Tirk a dagirker hêzên me ji sê baskan ve çalakiyeke bi bandor kirin. Di encamê de 2 çeper û stargehek hatin rûxandin û 3 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû û çekek A4 hate rûxandin.
Di heman demê de li heman herêmê li dijî wesayiteke leşkerî ya çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di encamê de wesayit hate rûxandin û 4 çeteyên dagirker hatin kuştin, her wiha 2 jê jî birîndar bûn.”