NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Berdran Sîverek ku di encama çalakiyeke li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê de li herêma Dêrazorê şehîd bûye, eşkere kir.
Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:
“Hevrê Bedran Sîverek di 28’ê Tebaxa 2019’an de di operasyoneke ku hêzên me li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêma Dêrezorê li dar xist, şehîd ket.
Hevrê Bedran di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûbû. Di demekê de ku li hemberî rojavayê Kurdistanê êrîş çêdibûn, tev li nav refên me bû. Hevrê Bedran, bi xwe avakirina ji cewhera kedkar a gelê me, kêlî bi kêlî xwe fedayî têkoşînê kir. Ji roja yekemîn a ku di nava refên têkoşînê de cihê xwe girt û heya niha ji her erka ku girt ser milên xwe bi azwerî nêz bû, di demeke de kurt de bû şervanekî berxwedêr ê têkoşînê.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Bedran Sîverek
Nav û paşnav: Mehmed Sarisu
Navê dayikê: Edalet
Navê bav: Mehmet Elî
Cih û dîroka şehadetê: Dêrezor, 28 Tebax 2019
Em di şexsê hevrê Bedran Sîverek de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”