BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniyê de got;
“Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Roja 2’ê Îlonê saet 11:15’an hêzên me li dijî dagirkerên ku li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.
LI GIRÊ XEREGOL LI KONVOYA LEŞKERÎ HATE XISTIN: 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Heman rojê hêzên me li dijî konvoya artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi Girê Xeregol yê Çelê ve diçû çalakiyek li dar xist. Leşker û wesayîtên di konvoyê de bi serketî li wan hate xistin, di çalakiyê de wesayîta zirxî ya tîpa Kobra hate rûxandin û bi giştî 13 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê saet 16:00’an artêşa TC’ê ya dagirker bêseruber bi topên hawan û obusan herêm bombebaran kir û bi gelek wesayîtên zirxî yên leşkerî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.”