ENQERE – Polîsên dagirker ên Tirk êrîş bire ser girseya ku di xwestin li Qada Sakarya ya ji bo li dijî qeyûmên ku şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dagirkirine, çalakiya rûniştinê bikin. Çalakiya ku hêzên ked û demokrasiyê jî piştevanî kirin, polîsan 10 kes bi lêdanê destgîkrikin.
Amîrê Polîsên dagirker ên Tirk ji bo Hevseroka HDP’ê ya Enqerê Zeyno Bayramoglû gefa, ‘Em ê we fêrî rêzdarî dayînê bikin, hûnê vê bibînin.’
Navê hinek kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Rêveberê HDP’ê yê bajar Betul Koca, Velî Selçûk, Rêveberê HDP’ê ya navçeya Madimak Abûzer Kisa, Alî Ozkan, Dîlan Karaer, Onûr Emre, Muhammet Şuayîp Polat.