AMED – Mucahît Yilmaz di serdegirtina malekê li Rezanê bi destê polîsên dagirker ve hatibû înfazkirin. Polîsên dagirker piştî 46 roj cenazeyê Yilmaz radestî malbatê kirin.
Li navçeya Rezanê ya Amedê di 21’ê Tîrmehê de polîsên dagirker bi ser malekê de girtibû û Mucahît Yilmaz înfazkiribûn. Li gel malbata Yilmaz cenazeyê kurê xwe teşhîs kirbû jî 46 roj in malbat nikaribû cenaze werbigire, heta îro saetên evarî. Cenaze li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê dihat rawestandin. Malbatê berbi saetên evarî çûn morgê û cenazeyê Mucahît Yilmaz wergirtin.
Malbata Mucahît ku 46 rojin li benda wergirtina cenaze bûn, îro piştî wergirtina cenaze berbi warê xwe Mêrdînê bi rê ketin, ji bo ku cenaze defn bikin.