NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîlayên HPG û YJA-Star di meha Tebaxê bi rihê Pêngava 15’ê Tebaxê ku di pêşengtiya Fermandar Egîd de pêk hatibû û di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya çalakiyên li gorî rihê demê lidar xisin. Di meha Tebaxê hêzên Gerîla li dijî artêşa tirk a dagirker ên ku bi desteka balafirên şer û çavdêriya ÎHA û SÎHA tevdigerin, bi taktîkên afirîner çalakiyên dîrokî pêk anîn. Di encama çalakiyên hêzên Gerîla bi qasî hatiye tesbîtkirin 128 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin û 23 jî bîrîndar bune. Bi taktîkên li gorî serdemê hêzên Gerîla 9 polîsên tevgera taybet jî kuştin. Di çalakiyên ku li ser agahiyên îstîxbaratî hatine lidar xistin 2 endamê MÎT’ê hatin kuştin, 2 jî bîrîndar bûn û 3 kontra hatin kuştin û 1 kontra jî bîrîndar bû. Her wiha di çalakiyên sûîkastê de jî 17 wesayîtên leşkerî bi temamî hatin rûxandin.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi cenda daxuyaniyan çalakiyên Gerîla ên bi bandor pîroz kir. NPG’ê ‘operasyona şoreşgerî’ ya yekîneyên gerîla pîroz kir ku di navbera 18-21’ê Tebaxê de li herêma Çiyayê Cûdî li dijî hêzên dagirker ên Tirk pêk anîn.
Fermandariyê ev ragihand, “Bi taktîka serdema nû ya gerîla li dijî hêzên dagirker ên derketin operasyonê çalakî hate kirin ku ev yek jî serketina performans û serweriya gerîla ya li herêmê nîşan dide. Di vê dema dîrokî de pêkhatina vê çalakiyê bi wate û hêja ye.”
Der barê Şerê Taybet yê dewleta tirk a dagirker û derewê wan NPG ev tişt got: “Tevî derewên ‘me qedand, me tine kir’ ên dewleta TC a faşîst ku her roj li raya giştî dike, vê çalakiyê nîşan da ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di demeke herî xurt a dîroka têkoşînê de ye ku nêzî serketinê ye. Bi gotina ‘Me li filan deverê derbên giran li wan dan, paqij kirin, ji hev belav dibin’ derewên herî mezin bêyî li ber xwe bikevin dikin û bi vî rengî hewl dide windahiyên xwe veşêre û civakê bixapîne. Li dijî vê zîhniyeta faşîst bersiv hate dayin, lewma em vê berxwedana lehengiyê ya gerîlayên Kurdistanê silav dikin û serketinê ji gerîlayên Kurdistanê hemûyan re hêvî dikin.”
Çalakiyên hêzên Gerîla ku di meha Tebaxê pêk anîn HPG-BÎM’ê wiha ragihandibû:
“Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxistin. Di vê çarçoweyê de;
Roja 31’ê Tebaxê saet 12:00’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Baran yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin.
Roja 27’ê Tebaxê saet 19:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Mermangê ya Dersimê operasyonek da destpê kirin. Heman rojê dagirkeran herêm bombebaran kir û sibeha 28’ê Tebaxê di navbera hêzên me û leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker de şer derket û encama şer de hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin.
***
Roja 30’ê Tebaxê saet 03:30’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Serzer ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
Roja 27’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Girgavê û Tirba Eshed yên herêma Masirô ya navçeya Şirnex Êlkê operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de artêşa TC’ê ya dagirker zext li ser gelê herêmê kir û heman rojê saetên şevê bêyî ku encamek bigire paşve vekişiya.
***
Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 28’ê Tebaxê saet 12:30’an li dijî wesayîta leşkerî ya artêşa TC’ê ya dagirker li ser rêya dinavbera girê Şehîd Gulbaha û Şehîd Zekiye yên navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xist. Bi serketî li wesayîta dijmin hate xistin, wesayît hate rûxandin, 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi top û hawanan herêm bombebaran kir û kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
***
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya, 27’ê Tebaxê li wesayîteke ya zirxî ya artêşa Tirk a dagirker di navbera Qereqola Êrîş û navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke ya sabotajê lidar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayît bi temamî hatiye rûxandin û têkildarî hejmara kuştî û birîndaran a leşkeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi çekên giran ketober dever dan ber topan.
28’ê Tebaxê saet 13:30’î hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de li dijî depoyeke ya dagirkeran a li girê Sîvrî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyeke ya sabotajê kirine û depo hatiye rûxandin. Di vê çalakiyê de jî hejmara kuştî û birîndaran a leşkeran nehatiye zanîn.
Dewleta TC a daigrker ku di çarçoveya konsepta şerê pîskolojîk de ragihand herêmên dikevin sêgoşeya Colemêrg, Wan û Şirnexê di bin navê operasyona ‘Kiran’ de dest bi operasyonê kiribûn, niha bi navê ‘Kiran 2’de li herêmên dikevin sêgoşeya Mêrdîn, Êlih û Şirnexê de li dijî hêzên me dest bi operasyonê kiriye. Di operasyona dagirkeriyê ya li Colemêrg, Wan û Şirnexê ku wisa dide nîşandan bi serketine û di dema ku fermandarê giştî yê jendermenyan bi daxuyaniya ‘Me çiyan ji gerîla paqij kir’ gerîla bi çalakiiyên xwe ev operasyon ‘Têkbiriye’.
Gerîla bi çalakiyên xwe yên bi taktîk û rêbazên cuda yên li herêmê li dijî hêzên operayonê lidar xistin, zêdetirî 20 leşkerên dijmin hatine kuştin. Gerîlayên Kurdistanê bi van çalakiyên xwe yên lidar xistin, hewldana şovkirinê ya dewleta TC’ê ya faşîst û tevgera wê ya pîskolojîk tarûmar kiriye. Bi lêdana ji Elkê heta Cûdî, ji Cûdiyê heta Qilabanê ya derbên xurt ên gerîla hemû rastî raxistiye berçavan, hemû derewên dewleta Tirk raxistiye berçavan. Artêşa TC’ê ya li beramberî gerîla têk diçe, dixwazin bi operasyonên nû, encamên rast ên şer binixûmînin. Gerîlayên her roj derbên xurt li dijmin dixin, navê vêan tevgerên dagirkeriyê yên bejahî çi dibe bila bibe wê di asteke herî xurt de bersiv bide, wê dewleta TC’ê derbeya dîrokî bixwe.
***
Berxwedana dîrokî ya hêzên me ya li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku 23’ê Tebaxê li dijî herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, didome. Di vê çarçowyê de roja 23’ê Tebaxê artêşa TC’ê ku leşker danîn Girê Partîzan, hêzên me li dijî yekîneya operasyonê 3 çalakiyên sabotajê lidarxist. Di van çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmara nehate zelal kirin.
Me ji raya giştî re ragihandibû ku roja 25’ê Tebaxê di çalakiyên hêzên me yên li Girê Partîzan yên li dijî leşkerên TC’ê ya dagirker de zêdetirî 20 leşker hatibûn kuştin û birîndar bûbûn. Li gorî agahiyên dawî di van çalakiyên pêkhatî de fermandarê dagirker yê ku operasyon koordîne dikir li gir hatiye kuştin. Yekîneyên me yên ev çalakî lidarxistine tiştek bi wan nehatiye.
26’ê Tebaxê piştî nîvro bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov û helîkoptêrên kobrayê, artêşa TC’ê ya dagirker, li qada Geliyê Pîsaxa ya Girê Sîserê leşker danîne û xwestiye ku li vê qadê tevgera dagirker bidomîne. Eynî rojê di saetên êvarî jî bi helîkoptêrên êrîşê qadên Bêzenîkê û Geliyê Pîsaxa bombe kirine.
Artêşa TC’ê ya dagirker ku bi hemû derfetên di dest de êrîş aniye ser hêzên me, li herêma Heftanînê li rasta berxwedaniya dîrokî ya hêzên me hatiye. Dagirkerên ku tenê bi alîkariya teknîka zêde dikarin leşkerên xwe bidin meşandin, li bejahiyê nikare şerê hêzên me bike û derbên giran dixwe. Bi vê çarçoweyê artêşa TC’ê ya dagirker bi sedema nixumandina windahiyên xwe û têkçûnên xwe, bi alîkarya medyaya şerê taybet windahiyên gerîlayan ên di vê tevgera dagirker de mezin dide û dide û dixwaze ku gel bixapîne.
24’ê Tebaxê êvarkî artêşa TC’ê ya dagirker li qada Qelanisê ya Êlihê bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov operasyonek dane destpêkirin. 25’ê Tebaxê saet li derdora 03.00’an dagirker bi balafirên şer qad dane ber bombeyan. Piştî bombebaranê hêzên dagirker leşker daxistine qadê û li eraziyê xebatên lêgrînê dane destpêkirin. Ev operasyon eynî rojê saet 15.00’an ji qadê xwe kişandiye.
***
Hêzên me roja 25’ê Tebaxê li dijî tevgera dagirkeriyê ya ku 23’ê Tebaxê li dijî herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê destpêkirîbû, li Girê Partîzan darbeyek dîrokî li artêşa TC’ê ya dagirker da. Li dijî vê tevgera dagirkeriyê ya dewleta TC’ê ya qirker û faşîst pêşxistî berxwedanek mezin tê raber kirin. Hêzên me bi tevgera gerîla ya dema nû herêmê diparêzin û destûr nadin pêşveçûna dijmin. Di vê çarçoweyê de;
Di daxuyaniya xwe ya roja 25’ê Tebaxê (Duh) de me ragihandinbû artêşa TC’ê ya dagirker leşker danîn Girê Partîzan û dixwaze li herêmê bicih bibe. Hêzên me roja 25’ê Tebaxê saet 11:00’an yekîneya dijmin bi temamî xiste bin kontrola xwe û li dijî vê yekîneyê çalakî lidar xist. Hêzên me dor li yekîneya dijmin girt, ji sê baskan ve bi xurtî li wan da û dijmin têk birin. Di şerê nêzî saetekê domkirî de û di çalakiyan de heta niha li gorî agahiyên bidestketine herî kêm 20 leşkerên dijmin hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn. Agahiyên têkildarî çalakiyên li herêmê hatin kirin de ku agahiyên werin bidestixstin wê bi raya giştî re werin parve kirin.
Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopter û balafirên şer heta derengiya şevê herêma Girê Partîzan bombebaran kir. Hêzên dagirker bi vê darbeya giran re tevgera xwe rawestanidne û ti pêşketinek ya wan nîne. Bi taybet dewleta TC’ê ya faşîst bikaranîna tekonolojiya serdema dawî li beramberî performan û taktîkên pêşketî yên gerîla têk diçin.
***
Artêşa TC’ê ya dagirker roja 23’ê Tebax saet 20:00’an û roja 24’ê Tebaxê saet 01:00’an bi balafirên şer herêma Partîzan, Qesrokê û Xantûr yên herêma Heftanînê bi giranî bombeberan kir. Hemwext artêşa TC’ê ya dagirker ji qereqolên ser sînor bi obus û hawanan herêm bombeberan kir. Dîsan roja 25’ê Tebaxê saet 01:00’an balafirên şer bombe li Geliyê Pîsaxa barandin.
Artêşa TC’ê ya dagirker piştî bombeberanê bi helîkopterên Skorsky leşker li Girê Partîzan danîn û tevgereke dagirkeriyê dan destpêkirin û xwestin li herêmê hebûna xwe bidin nîşandan. Çapemeniya şerê taybet yê Tirk bi vê pêvajoyê re halanên serfiraziyê dike û polîtîkayê şerê taybet dimeşînin. Hewldana dagirkeriyê ya ji bejahî navê wê çi dibe bila bibe wê Gerîlayên Azadiya Kurdsitan bi çalakiyên şoreşgeriyê bersiva bibandor bidin û wê derbeya herî mezin ya dîrokê li wan bixin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku hemû îmkanên di destê xwe de bi kar tîne wê li beramberî gerîlayên profesyonel yê xwedî bawerî û îradeya demê wê têk biçin.
Bombeberana li dijî herêmê bi giranî didome, agahiyên têkildarî vê tevgera dagirkiriyê her ku bidestketin wê bi raya giştî re werin parvekirin.
Bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 24’ê Tebaxê hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxistin. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;
Hêzên me yê YJA-Starê saet 09:30’an li nêzî qereqola Miçiçê ya navbera navçeyên Şemzînan û Gever ên Colemêrgê de li dijî yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker çalakiya sabotajê lidarxist. Ji yekîneya dijmin 2 polîsên tevgera taybet û kontrayek hate kuştin, wesayîteke leşkerî ya dagirkeran jî derbe xwar.
Hêzên dagirker di navbera girên Şehîd Colemêrg û Şehîd Baran de yên li Çelêya Colemêrgê rê çêdike. Hêzên me saet di 15.00’an de kepçeya hêzên dagirker a ku rê çêdikir, bi taktîka sabotajê kiriye hedef. Di vê çalakiyê de wesayîta dijmin îmha bûye û hejmara leşkerên wan ên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî û helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Dagirkeran piştî derba ku xwarin qadên Tepê Hakan, Cîloya Biçûk, Şifreza û Bircela bi obus û hawanan bomberdûman kirine. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi daristana li herêmê ketiye. Yekîneya me ya ku ev her du çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
Di 24’ê Tebaxê saet di 05.00’an de hêzên me li dijî qereqola Tepê Tîm a Pîrana Amedê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me li panzêra zirxî, kulubeyên nobetê û kozikan dane û wesayîta zirxî ya panzêr îmha bûye. Di vê wesayîtê de 7 polîsên tevgera taybet hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi qasî saetekê qad bomberdûman kiriye û piştre wesayîta îmhabûyî û miriyên xwe ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi selametî vegeriyaya baregehên xwe.
Artêşa Tirk a dagirker piştî vê derba giran, bi rêya medyaya şerê taybet derewa ‘wesayîta zirxî qeza kiriye’ û xwestiye rastiyê berevajî bike. Artêşa Tirk a dagirker manîpulasyonan dike lê van manîpulasyonên wan ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê hatine pûçkirin. Hêzên dagirker her roj derbeyan dixwin lê bi rêya medyaya şerê taybet a artêşa Tirk a dagirker nûçeyên derew çêdike û divê gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk ji wan bawer neke.
***
Roja 23’ê Tebaxê saetên şevê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bi serûber herêma Xantûr ya herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Heman saetan ji qereqolên li ser sînor bi top û obusan herêma Xantûr hate bombebarankirin. Artêşa TC’ê ya dagirker li dijî herêma Heftanînê bi rêya çapemeniya xwe operasyonyeke berfireh bi awayê fîşal (zêdeyî) serwîsî raya giştî kiriye. Operasyona niha ya dagirkeran li derdora qereqola Serbed û herêma Şivan û Kirya Reş digire nava xwe. Li derveyî qereqolê ti tevgereke dagirkeran tuneye. Di bombebaranên hatine kirin de ti windahiyekî hêzên me nîne. Têkildarî tevgera li herêmê agahiyên ku bidestketin wê bi raya giştî re were parvekirin.
Roja 18’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Milê Sûwara, Tepê Yadê, Hesena û Girê Çolya yê navçeya Silopya ya Şirnexê bi desteka wesayîtên zirxî operasyonek da destpêkirin. Hêzên me heman rojê li herêma Girê Çolya yekîneyeke operasyonê xistin bin kontrola xwe. Hêzên me demek yekîneya operasyonê xistin bin kontrola xwe û roja 20’ê Tebaxê saet 19:00’an bi taktîka sabotajê li yekîneyê da. Di vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmara wan nehate zelalkirin. Hêzên me heman rojê saet 17:00’an li herêma Girê Çolya li dijî yekîneyek din a operasyonê çalakî lidarxist. Bi xurtî li yekîneya dijmin hate xistin hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Di vê çalakiyan de artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.
Roja 21’ê Tebaxê saet 13:00’an hêzên me li Girê Çolya li dijî yekîneya operasyonê operasyoneke şoreşgerî li dar xist. Ji du baskan ve hêzên ketin çeperên dijmin û çûn li ser cenazeyê 4 leşkeran û dest danîn li ser çeka BKC. Hêzên me li gir çeperek din jî kir hedef û 3 leşkerên li gir kuştin. Di encama darbeyên xurt de li çeperên dijmin şewat derket û teqemeniya wan teqiya. Saet 14:00’an artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka helîkopterên kobra kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skoryksy ji herêmê rakir.
Di 17’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Marînos a Elkêya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker di 18 û 19’ê Tebaxê de li Kato Kaval, Siwarê Xelê, Geliyê Marînos, Çelê Cengê, Nuqta Şehîd Demhat, Bosingê, Meydan Belekê, Girê Koordîneyê, Mezra Marînos, Geliyê Şehîd Kemal û Gêdûka Elkê operasyona xwe berfireh kiriye.
Di 21’ê Tebaxê saet di 09.00’an de hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî konvoyeke hêza operasyonê ya ku li ser rêya Elkê û qereqola Kejanê bû, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîta Amarok bûye hedef û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Operasyona li herêmê bi tevlêbûna yekîneyên veşartî didome.
Hemû rayedarên artêşa giştî ya Tirkiyeyê û medyaya AKP û MHP’ê ev operasyon bi xirecireke mezin domandine û şerekî taybet meşandine. Hêzên me li leşkerên di operasyonê de dane û dagirkeran xwestine vî tiştî veşêrin. Berxwedana gerîlayan a li hemberî vê feraseta dagirker û faşîst, hemû rastiyan derdixe holê. Ligel gotinên hêzên dagirker û faşîst ên ku dibêjin ‘me ew qedand’ gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê serdema xwe ya herî xurt û taktîkî dijî ya ku bêtir nêzî serfiraziyê ye. Ev çalakiyên li hemberî polîtîkaya şerê taybet, berxwedana gerîlayên qehreman nîşanî dost û dijminan dide.
***
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 21’ê Tebaxê saet 11:20’ê li dijî yekîneyên operasyona artêşa TC’ê ya dagirker a li herêma Girê Şekîf a Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûne çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li hêzên dijmin ên dema dixwestin bi cih bibin hate xistin de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê derdor bi obus û hewanan ketober dan ber bombeyna. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî gihiştin cihên xwe.”
HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de jî ev agahî da:
“19’ê Tebaxê set 23:30’î hêzên me konvoyeke leşkerî ya artêşa TC’ê ya dagirker a li nêzî gundê Avka Masiya a dikeve navbera rêya Cizîr û Şirnexê kirine hedef. Di vê çalakiyê de ku wesayîteke bi tîpa kîrpî hate hedefkirin û bi xurtî hate lêxistin de, wesayît derb xwer, lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.”
21’ê Tebxê hêzên me di navbera rêya gundên Akir û Soyan ên girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê du wesayîtên bi tîpa kobra û kîrpî xistin bin kontrolê. Ev wesayîtên demeke dirêj xistin di bin kontrolê de saet 11:20’î hêzên me kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku her du wesayît bi xurtî hatin hedefkirin, wesayîta bi tîpa kîrpî bi temamî hate têkbirin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 5 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Hêzên me yên ku çalakî kirine bi silametî gihiştine cihên xwe.
***
Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 18’ê saet 17:00’an li dijî wesayîta ku alavên leşkerî ji Girê Kelebe û Qereqola Dûrê ya navçeya Şemîzanan a Colemêrgê re dibir çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî bi temamî hate rûxandin, kontrayê ku di wesayîtê de hate kuştin.
Hêzên me yên YJA-Starê bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de roja 19’ê Tebeaxê saet 09:30’an li dijî konvoya artêşa TC’ê ya dagirker ku li ser rêya Çemê Karê û gundê Osyan yê navçeya Berwarî ya Sêrtê derketibûn operasyonê çalakiya sabotajê lidarxist. Di çalakiyê de wesayîteke dijmin hate rûxandin û qasî hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker rê ji trafîkê re girt. Yekîneya me ya çalakî lidarxist bi silametî gihişte baregeha xwe.
***
Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxist. Agahiyên têkildarî çalakyan wiha ne;
Roja 17’ê Tebaxê saet 19:40’î hêzên me li dijî yekîneya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şekîf yê herêma Xakurkê bicih bûnûn ji du baskan ve çalakî lidarxist. Bi bandor li çeper û baregehên dijmin hate xistin, di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker saetên şevê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.
Roja 18’ê Tebaxê saet 14:00’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.
Heman rojê saet 18:40’î hêzên me girê ewlehiyê yê qereqola Şûvê ya bajarokê Esendere ya navçeya Gever a Colemêrgê kirin hedef. Bi serketî li çeperên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.
Di 14’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Çemçê ya Kagizmana Qersê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Hêzên me di 6’ê Tebaxê de li dijî yekîneyên operasyonê yên li qada Madûrayê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.
***
Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de bi armanca silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê roja 16’ê Tebaxê saet 15:20’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Leylek yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Hêzên me ji du baskan ve çûn nava baregehên dijmin û li çeperên dijmin dan. Hêzên me çeperên dijmin desteser kir, çûn ser cenazeyê leşkerekê, çekek BKC û zincîrekî fîşekan a vê çekê desteser kir. Hêzên me durbunekî teleskop a li çeperek din jî rûxandin. Di vê çalakiyê de bi giştî leşkerek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
***
Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 16’ê Tebaxê saet 10:30’an li dijî kanvoya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê sewqiyata leşkerî dikir, li herêma navbera gunden Melkava û Yekmalê bi taktika sabotajê çalakiyek lidar xist. Di konvoyê de tirek bû hedef, di çalakiyê de tir û alavên tê de hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagriker li derdora gundên Yekmalê, Melkava û Qaportê operasyon da destpêkirin.
***
Saet 04:50’î hêzên me, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Afat a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyeke ya serdegirtinê pêk anîne. Hêzên me yên heta çûn ser çeperên dijmin, ketin 4 çeperan û rûxandin. Li vir çûne ser cenazeyên 7 leşkerên Tirk. Hem wext hêzên me li çeperên din ên dijmin jî bi dijwarî lê xistine. Piştî çalakiyê di saetên şevê de li Girên Satê û Şehîd Afatê tevgera helîkopterên artêşa TC’ê pêk hatine. Hêzên me helîkopterên Kobra û Skorsky ên li qadê difiriyan kirin hedef. Ji ber bi dijwarî kirin hedef helîkopter neçar man ku ji qadê dûrkevin.
Saet 08:30’î jî hêzên me, li dijî wesayîteke TC’ê ya dagirker li ser rêya di navbera Girê Ewlekarî û Alaya Bilîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê pêş ve diçûn çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin 2 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.
Saet 09:30 – 19’ê 45’ê jî hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Koordîne yê Çelê bi cih bûbûn 2 çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi dijwarî li çeper û kozikan hatiye xistin, lê li ser hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk agahî nehatine girtin.
23’yê Tîrmehê hêzên me saet 13:30’î li dijî wesayîteke ya girêdayî endamên istixbaratê ya li semta Şehîdlikê ya girêdayî navenda Amedê ye çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de ku ji nêz ve bi dijwarî li wesayîtê hate xistin, endameke istixbaratê hate kuştin û 3 endam jî birîndar bûne. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî û saxlem gihiştine cihên xwe.
***
Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoeşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 12’ê Tebaxê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;
Hêzên me saet 15:50’an li dijî wesayîteke leşkerî ku ji navçeya Çelê ya Coelmêrgê ber bi qereqola Şîkerê re diçû bi taktîka sabotajê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta leşkerî derba giran xwar, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.
Saet 20:00’an hêzên me li dijî yekîneyeka operasyonê ku li Girê Şekîf yê herêma Xakurkê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn rêzeçalakî li dar xisitn. Di van çalakiyan de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.
Roja 11’ê Tebaxê saetên şevê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Kirê Kor yê herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Di vê opersyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar qewimî. Operasyona li herêmê didome agahiyên ku têkildarî opersayonê dema gihiştin destê me em ê bi raya giştî re parve bikin.
Roja 9’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Masîro yê navçeya Êlkê ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li eraziyê xebatên lêgerinê didomine roja 10’ê Tebaxê saetên şevê bêyî ku encam bigre paş ve vekişiya.
***
Hêzên me di Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 11’ê Tebaxê saet 14:00 li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derb li çeperên dijmin hate xistin hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.
Hêzên me yên gerîlayên YJA Starê di 10’ê Tebaxê de saet 10:00 li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li Girê Stuna çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.
***
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me yên YJA-Starê roja 8’ê Tebaxê li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li ser Girê Sîser ê herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiya sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Roja 2’ê Tebaxê saet 08:00’an hêzên me li dijî qereqola Yekmalê ya navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek li dar xist. Bi bandor li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.
***
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxist. Di vê çarçoveyê de;
“Roja 8’ê Tebaxê saet 09:50’î hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Xereqol a navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.
Heman rojê hêzên me saet 13:00’an li dijî yekîneya operasyonê li Girê Şehîd Derwêş a herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek lidar xist. Di vê çalakiyê de jî bi bandor li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndara nehate tespîtkirin.
***
Berxwedana hêzên me ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Xakurka Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Rêhevalên me her bihust axa Xakurkê bi berxwedaneke mezin diparêzin û derbên giran li dagirkeran dixin.
Di 7’ê Tebaxê de hêzên dagirker dema ku xwestine biçin qada Ermûşê, hêzên me li wan dane û li vê derê bi qasî saet û nîvekê şer domiyaye. Di van şeran de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 9 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Piştî şer hêzên dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.
Di 6’ê Tebaxê saet di 05.00’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker a ku li nêzî Qereqola Bêzelê ya Şemzînana Colemêrgê rê çêdikir, çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker çêkirina rê daye sekinandin.
Di heman rojê de saet di 12.00’an de hêzên me yên YJA Starê li dijî kontrayên di navbera qereqolên Slort û Xapûşkê ya Şemzînanê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de kontrayek hatiye kuştin û kontrayek jî birîndar bûye.
Di 7’ê Tebaxê de saet di 20.50’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Xeregolê ya Çelêya Colemêrgê çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.
Di 7’ê Tebaxê de saet di 19.30’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Stûna ya Çelêya Colemêrgê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.
6’ê Tebaxê li nêzî gundê Tilora Jor û Jêr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li ser agahî dayîna keseke hevkarê dijmin şer di navbera hevrêyek me û dijmin de derketiye. Di vî şerî de hevrêyê me Harûn bi ruhekî fedayî şer kiriye û şehîd bûye. Dewleta Tirk li qadê keseke sivîl weke ku alîkarî daye hevrêyên me êşkce lê kiriye û ev yek bi çapemeniyê re parvkiriye. Ti têkiliya vî kesî bi hevrêyên me re nîne.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Meya Mawa û Şehîd Rizgar Gever 2’yê Tebaxê saet 21:00’an li dijî leşkerên li devera Navsera Bagok a Mêrdînê derketibûn opersyonê çalakiyeke ya sabotajê hate kirin. Di vê yekîneya hate hedefkirin de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hevrêyên me yên çalakî kirin bi silametî gihiştin cihên xwe.
***
Bi çawçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me li dijî tevgera dagirker ku li herêma Xakûrkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê didome çalakî kirin. Bi vê çarçoweyê;
5’ê Tebaxê saet 15.30’î, hêzên me li dijî Girê Şehîd Derwêş, çalakiyek li dijî dagirkeran kirin. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikên dijmin hatin xistin. Di vê çalakiyê de ji leşkerên dijimn çend hatin kuştin û çend birîndar bûn, zelal nebû.
6’ê Tebaxê saet 04.30’î hêzên me yên YJA Starê li tengava Ermûşê li leşkerên dijmin xistin. Derbeke serkeftî li dijimn ket, ji leşkerên dijmin 1 jê hate kuştin.
3’yê Tebaxê saet 21.00’an li Colemêrgê, li Girê Serzer ê Çelê hêzê me çalakiyek li dijî artêşa dagirker a TC’ê kirin. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikên dijmin hatin xistin, di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatin kuştin û çend birîndar bûn zelal nebû.
***
Ev demeke artêşa TC’ê ya dagirker dixwaze li Girê Şehîd Axîn yê herêma Bagok a Mêrdinê bicih bibe. Bi armanca ewlehiya vî girî hêzên dagirker li ser rê wesayîtên zirxî û leşkerî bicih kirine. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li qadê didome de roja 2’ê Tebaxê saet 19:00’an li dijî wesayîtên zirxî û leşkeran operasyoneke şoreşgerî dan destpêkirin. Hêzên me bi serketî ji sê baskan ve li çeperên dijmin û wesayîteke kirpî û wesayîteke kobra dan. Wesayîta zirxî ya tîpa kîrpî hate rûxandin û wesayîta zirxî ya tîpa kobra jî derbe xwar.
Wesayîta ku 5 efser tê de bûn û ji gir ji bo mudaxeleyê hate bû hedefa hêzên me. Hêzên me bi taktîka sabojatê li dijî wesayîtê çalakî lidarxist. Di vê çalakiyê de wesayît û efserên tê de îmha bûn. Hêzên me di vê operasyona şoreşgerî de bi giştî 9 leşker kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi gelek ambûlansan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir û li herêmê dest bi operasyonê kir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregaha xwe.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me roja 5’ê Tebaxê saet 06:50’an li dijî yekîneyeke operasyonê ya aartêşa TC’ê ya dagirker ku li tengava Ermûş a herêma Xakurk a Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûnûn çalakiyek lidarxasit. Hêzên me 3 yekîneyên dijmin ên li eraziyê bûn xistin bin kontrola xwe û hemwext li dan da. Bi serketî li yekîneyên dijmin hate xistin qasî hate tespît kirin 9 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên obus û hawanan herêm topbaran kir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
Roja 2’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çêlê Bûka ya navçeya Êlkê ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li eraziyê xebatên lêgerinê dimeşîne heman rojê bêyî ku encamek bigre paşve vekişiya.
***
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de rêzeçalakî lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Roja 3’ê Tebaxê saet 07:30’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku dixwestin li derdora gundê Mîslokê bicih bibin çalakiyek li dar xist. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin, leşkerek hate kuştin û 3 leşker birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir û li derdora gundê Mîslokê jî paşve vekişiyan.
Heman rojê saet 09:00’an hêzên me li dijî leşkerên ku dixwestin li Girê Şehîd Sarya bi cih bibin çalakiyeke sûîkastê lidarxist. Di çalakiyê de yekîneyeke dijmin hate hedef kirin, 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên hawanan herêm bê seruber topbaran kir.
Roja 4’ê Tebaxê saet 10:10’an hêzên me yekîneyeke operasyonê li tengava Ermûşê kir hedef. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin yên di vê çalakiyê de nehate testpîtkirin.
Roja 2’ê Tebaxê saet 09:20’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî konvoyekî artêşa TC’ê ya dagirker ku sewqiyat ji bo qereqola Aûmtka ya navçeya Xozat a Dersimê dikir çalakiyekî sabotajê lidarxist. Di konvoyê de wesayîteke zirxî ya tîpa kirpî û wesayîteke ku endamên MÎT’ê tê de bûn rûxandin, qasî hate tespîtkirin 8 leşker û 2 endamên MİT’ê hatine kuştin û 2 endamên MÎT’ê jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopteran bêseruber herêm bombe kir. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.
***
Hêzên me 1’ê Tebaxê saet 22:15’ê, li dijî leşkerên TC’ê ya dagirker ku li girekê ewlekariya Qereqola li Girê Şehîd Kendal a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê digirtin çalakiyek kirin. Hêzên me yên bi şêweyê serdegirtinê çûn ser kozik û çeperan, ji nêz ve li leşkeran dan. Hêzên me yên ketin çeperên leşkeran 14 leşker li gir kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker qada çalakiyê bi obûs û hewanan dîsa li gel balafirên şer bombe kirin. Piştî bomberdûmanê artêşa TC’ê sibeha roja 2’yê Tebaxê li derdora girê Şehîd Welat dest bi operasyonekê kiriye. Di dema operasyonê de di navbera hêzên em û yên dijmin de şerekî dijwar rû da. Di vî şerî de 6 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
***
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 1’ê Tebaxê saet 13:00’an hemwext li dijî tevgera dagirkeriyê ya li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de 2 çalakî lidar xist.
Hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Botan bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran biserûber derdora herêmê gulebaran kir.
Yekîneyeke veşartî ya dagirkeran ku li pervanên Girê Şehîd Sarya bicih bûnûn, bûn hedefa hêzên me. Hêzên me bi serketî li yekîneya dijmin da û 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran biserûber derdora herêmê gulebaran kir.
Yekîneyên me yên ev du çalakî pêk anîn bi silametî gihiştin baregehên xwe.”