EDENE – Polîsên dagirker ên Tirk serê sibê li taxa Barbaros a navçeya Seyhana Edeneyê bi ser gelek malan de girtin. Lêgerîn li malan pêk hat. Piştî lêgerîna malan 2 jê zarok 7 kes bi îdiaya “dê êrîşa polîsan bikirina” hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.