NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li tengava Ermûşê ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê weşand.
Hate ragihandin ku çalakî 5’ê Tebaxê saet 06:50’î de hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê çalakî li dijî sê yekîneyên artêşa dewleta Tirk a dagirker hate kirin.
Hate ragihandin ku di çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.