NAVENDA NÛÇEYAN – Di Nobeta Demorkasiyê ya li dijî qeyûman hat destpêkirin de peyama li dijî feraseta qirkirina çand, aborî û siyasî “em li kolanan mil bidin milê hev” hat dayîn.
Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê û şermezarinê yên li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê didomin. HDP’ê li gelek navendan tayînkirina qeyûman şermezar kir.
GEVER
Rêxistina HDP’ê ya Geverê li avahiya xwe daxuyanî da. Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Hevseroka Rêxistina HDP’ê Selcan Saygı daxuyanî xwend û da zanîn ku ew tayînkirina qeyûman şermezar dikin û got: “Tayînkirina qeyûman hilberîna ferastea yekperest û navendî ye. Em ê li dijî qeyûman mil bidin milê hev û li ber xwe bidin.”
ŞIRNEX
Tayînkirina qeyûman a li ser sê bajarên mezin li navenda Şirnex û navçeya Hezexê jî hat şermezarkirin.
Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê li ber avahiya xwe daxuyanî da û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan dirûşm berz kirin û nerazîbûna xwe anîn ziman. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat tayînkirina qeyûman wek “darbeya siyasî” nirxand û got: “Pergala hevserokatiyê kirine hedefa xwe. Ev pergal ji cîhanê re modelek nû ye û bûye referansa têkoşîna azadiya jinan. Em ê li dijî qeyûman li ber xwe bidin. Bêdengiya li dijî qeyûman erêkirina qeyûman e.”
HEZEX
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Hezexê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da. Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Murat Şen û rêveberên HDP’ê û welatî beşdar bûn. Balkêş bû ku polîsan daxuyaniyê dorpêç kir. Hevserokê HDP’a Hezexê Niyazî Çevrîm axivî û got ew ji wezîfe dûr xistina hevşaredaran şermezar dikin xwest her kes li dijî qeyûman derkeve. Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
RIHA
Li Rihayê jî rêveberên HDP’ê di roja duyemîn de bi çalakiya rûniştinê û daxuyaniya çapemeniyê tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Welatiyan dovîzên li dijî qeyûman hildan. Di daxuyaniyê de rêveberê HDP’a Rihayê Cemal Babaoglu axivî û diyar kir ku heta hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin vegerin ser wezîfeya xwe dê li ber xwe bidin. Babaoglu got carek din vîna gel hatiye desteserkirin û dê li dijî van polîtîkayên AKP-MHP’ê têkoşîn û berxwedana xwe ya demokratîk mezintir bikin.
EDENE
Li Edeneyê jî HDP’iyan li dijî tayînkirina qeyûman xwest li Parka Abidîn Dîno Nobeta Demokrasiyê li dar bixe lê polîsan astengî derxist. Polîsan derdorê dorpêç kir. Polîsan nehişt HDP’yî ji avahiya xwe derkevin û li ser vê yekê HDP’iyan li ber avahiya xwe çalakiya rûniştinê li dar xist. Pilîsan pişta xwe da polîsan û helwesta polîsan şermezar kirin. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehemt Mahsun Erîg da zanîn ku 18 roj in çalakiya wan di dorpêça polîsan de ye û hemû mafên wan qanûnî û demokratîk hatine astengkirin. Erîg got li gel van zextan jî dê têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman berdewam bikin. Çalakî bi berzkirina dirûşma bi dawî bû.