MEXMÛR – Li dijî ambargoya ku dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li ser Mexmûrê ev 40 rojin ferz dike, gel meşiyan û çalakî pêk anîn. Ev 40 rojin Mexmûra dibin ambargoyê de ketin û derketin tên astengkirin. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîbûna ambargoya ku PDK’ê daniye ser wargeha wan pênc roj in li ber Asayîşa PDK’ê çalakiya rûniştinê dikin. Çalakvanan xwestin biçin cem dayikan lê ji aliyê PDK’ê ve hatin asteng kirin. Ji bo pêwistên dayikan ên xwarin û vexwarin bicih binin jî destûr nehat dayin.
Îro di pêşengtiya Meclîsa Jinên Mexmûr ÎŞTAR li dijî ambargoyên heyî û ji bo piştgiriya dayikan meş lidar xist. Bi sloganên wek “Bijî Serok Apo” û “Berxwedan Jiyan e” gelê Mexmûrê meşiyan heta ber destpê ka kampê. Li wir bi xwenda daxuyaniyekê çalakî hate bidawî kirin.