AMED – Li Bûlwara Tûrgût Ozal a navçeya Rezanê hevşaredarên Şaredariya Licê Tarik Mercan û Rûken Yilmaz û endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Çoşkûn û Şehrîban Zûgûrlî, Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê û 2 kesên navên wan nehat hînbûn dema li dijî qeyûman çalakî li dar dixistin hatin binçavkirin.
Hevşaredarên Licê jî di nav de 7 kesên dema xwestin bertekê nîşanî qeyûman bidin û bûn xelek û rê li çûnhatinê birîn hatin binçavkirin.