RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Nasnameya Kurd an jî çi nasnameyeke din dema bibe mewzûbehs xusûsa pêşî ya divê bê fêhmkirin ew e, nasname rastiyeke civakî ye. Diyardeya herî berfireh a cureyê mirov di nava xwe de dihewîne civak e. Lewma dema têgîna civakê bê bikaranîn, ji bilî wê pêdiviya bi têgîna aîdiyetê dibe ku zêdeyî be. Belkî jî ya bêhtir rast ew e, divê mirov kategoriya civakê bi nasnameyên hundir bide naskirin. Lê ji ber ku civak gelekî cûrbicûr in, bivênevê mirov nav li wan dike. Li vir a girîng ew e, têgîna rastî ya civakê gerdûnî ye. Gerdûnî jî dikare tevahiya nasnameyan temsîl bike. Mirov gerdûniyê bi cûrbicûriyê dabeş bike, bandorê li wê bi xwe nake. Civaka Emerîka û civaka Ewrûpayê bi xwe yek in. Cudahiya navbera wan di warê şêweyê de ye. Em dema dibêjin rastiya Kurd, ya rastî em civaka Kurd kategorîze dikin. Mirov li vir dubare bibêje civaka civakê belkî nexweş û tewş be. Mirov bibêje rastiya Kurd ev yek bi awayekî maddî û îdeolojîk weke ku mirov bibêje civaka Kurd. Lewma mirov bibêje di civaka Kurd de şaxê civakî belkî bêmane be. Lê li vir nuqteya em dixwazin hûrûkûr bînin ziman têkiliya di navbera beş û gerdûnî de ye. Weke rastiya Kurd civak naguhere û bi xwe timî weke xwe dimîne, lê şaxê Kurd ê civakî dibe şêweyê guherî yê civakê bi xwe. Şaxê Kurd ê klanê, şaxê Kurd ê neteweyî di çarçoveya rastiya Kurd de ne. Rastî weke xwe ye, klan û netewe civaka diguhere û şêwe digire îfade dikin. Piştî ku me ev mijar bi serûber kir, em dikarin li ser şaxê Kurd ê civakî rawestin û bawer dikim mirov ê karibe gelekî jê hîn bibe.
Mirov dikare cudahiya mezin a di navbera Kurdîtiya serdema antîk an jî neolîtîk û Kurdîtiya di nava lepên modernîteyê de tavilê tespît bike. Çawa ku ya her civakê heye, rastiyeke neolîtîk an serdema antîk a civaka Kurd jî heye, lê rastiyeke wê ya hemdem an modern jî heye. Civakeke rastiya wê ya modern heye, nabe ku nasnameya wê ya klan, qebîle, eşîr an qewm çênebûbe. Qonaxa qewm kengî xwe bigihîne modernîteyê hingê êdî nasnameyê xwe cuda kiriye. Eger tine nebe, tê wê maneyê êdî dest pê dike xisletên neteweyî nas dike. Netewebûyîn şêweyekî qonaxa jor e ku êdî qewm xwe gihandiyê. Mirov li civakê bi xisletên wê yên neteweyî serwext bibe ji bo rastiyê bêhtir di cih de ye. Mirov jêre bibêje Kurdîtiya etnîk, ev bi zanebûn an bi nezanîn berevajîkirinek e. Di roja me ya îro de ev yek gelekî tê kirin. Etnîsîte diyardeyek e ku di salên 5000 B.Z. de pêk hatiye û bi gihiştina roja me ya îro rastiya civaka neteweyî ya Kurd ji mêj ve gihiştiye şêweyê wê yê jor û dixwazin vê înkar bikin û mîna Kurd negihiştibin vê qonaxê rastiyê berevajî dikin. Lewma ya di bin vî sernavî de tê analîzkirin rastiya Kurd e ku bûye nasnameya neteweyî. Ji ber ku tê zanîn sosyolojî zanisteke ceribandinê ya gelekî girîft e, daxuyaniyên bi vî rengî gelek caran hewce dikin.
Şaxê civakî di çarçoveyeke tengtir de, ji bo civakên bûne xwedî xisletên çînî tê bikaranîn. Mînak rastiyên bûne xwedî xisletên qebîle, klan û qewm, mirov yekser bi navê wê qebîle, klan an jî qewmî behsa wan bike nêzîkatiyeke rast e. Hewce nake ku mirov di çarçoveyeke teng de têgîna civakê fonksiyonel bike. Civak kengî bibe xwedî xisleta çînî, mirov dikare jêre bibêje civaka Kurd an çi civak be mirov wî jêre bibêje wê bêhtir kêrhatî be.
Em bi hêsanî dikarin bibêjin, Kurdan tevahiya dîrokê meylên çînîbûnê yên hundir an derve gelekî nas kirine. Pêşiyên orîjîn ên Kurd ku ji serî heta binî neolîtîk pêk anîn û bi şêwazekî şoreşgerî jiyan, ji civaka bi çîn a Sumerê ve çînîbûn nas kirine. Çînîbûna şaxên xwe li derve berdide her ku diçe ew şaxên wê li hundir vedigerin. Mînak, Xanedaniya Gûtî (2250-2150 B.Z.) di civaka Sumer de çînîbûn pêk anî û xwe disipart federasyona qebîleyên orîjîna wan Kurd. Bêhejmar bûyerên bi heman rengî qewimîne. Serdema destpêkê di pêkhatina dewletên Babîl, Hîtît, Asûr û Ûrartûyan de federasyonên eşîrên Kurdan ango bi awayekî berbiçav bandoreke mezin a Hûrriyan heye. Yan gelek xanedanên ji wan di avakirina van dewletan de rol girtine yan jî van dewletan di nava komên Hûrriyan de gelek xanedanên bi ser xwe ve pêk anîne. Ev vebirrî wisa ye. Tevî vê, kokên Kurd xisletên xwe yên xwerû yên qebîle û eşîrê bi girîngî parastine. Di van rewşan hemûyan de qebîle û eşîr gelekî serwext in ku bi tenê bi federasyonbûneke berbiçav dikarin hebûna xwe biparêzin û bi awayekî azad bijîn. Konfederasyona Medan di dawiya salên 600’î B.Z. de ango bi hilweşîna Împaratoriya Asûr re bûye împaratoriya herî mezin a wê demê. Piştre vê împaratoriyê bi Persan dewam kiriye û diyardeya çînîbûnê ya di orîjînên Kurd de jî bûye navxweyî û rehên xwe berdane. Mirov dikare bibêje, sîstema begtiyê ya Kurdan ji wê demê ve veguheriye diyardeyeke civakî. Orîjînên Kurd di dema Helenîstîk, Sasanî û Roma de li ser bingehê nîzama begtî û eşîrtiyê bi hevgirtinên hundir û derve girîngî dane parastina hebûn û azadiya xwe. Ji ber ku şerên wê demê bi giranî li cografya orîjînên Kurd diqewimîn.
Îslamiyet weke civakbûneke nû bandora wê li ser orîjînên Kurd li ser bingehê pêşdebirin û bi hêzkirina nîzamên cemaetên dînî û begtiyan pêk hatiye. Cemaetên dînî bêhtir xwe bi terîqetan bi awayê civaka sivîl pêk anîn, lê nîzamên begtiyê yên ji rêûresmê xwe bi nîzamên pêşketî yên eskerî û çînî nû û bi hêz kirin. Terîqet weke rêxistinên civaka sivîl, belkî jî piştî civaka rahib a Zerdeşt di binyeya civakê de bêhtir bi cih bûn. Ya rastî, terîqet bi rewşa xwe ya xwerû saziyên berxwedanê ne li dijî desthilatdariya li ser hîmê çînîbûnê. Terîqetên berê ji yên roja me ya îro bêhtir rêxistinên civaka sivîl ên radîkal û kêrhatî bûn. Lê desthilatdariyan timûtim destê xwe dirêjî nava wan kir û tebeqeyên wan ên jor bi desthilatdariyan re ketin nava hevkariyê û bi vî awayî riziyan û bi armancên xwe re ne li hev meşiyan. Mirov dikare civaka serdema navîn bi xwe bi begtiyên feodal û cemaetên terîqetan ên derketin pêş karekterîze bike. Di civaka Kurd de herdu diyarde jî têra xwe pêk hatine. Pirraniya begtiyan bûne dewletên berfireh. Heta bi sedsala 16. begtiyên Kurdan xwedî statuyeke nêzî serxwebûnê bûn. Girêdaneke wan a sembolîk bi xelîfeyan re hebû. Kengî li dijî Sefewiyan bi Împaratoriya Osmanî re dilsoziya xwe nîşan dan, her ku çû xweseriya xwe ji dest dan. Sedsala 19. di 1847’an de, di şexsê Bedirxan Beg de bi tesfiyekirina Begtiya Botanê dawî li wan hat. Terîqet, nexasim Qadirî û Neqşîbendî weke rêxistinên parelel timûtim weke alternatîf li dijî begtiyan hatin bikaranîn. Siltanan li gorî berjewendiyên xwe ji herdu beşan jî sûd wergirtin. Kengî di sedsala 19. de dawî li begtiyan anîn terîqet derxistin pêş û asta temsîla wan a di civaka Kurd de gelekî bi pêş ket. Lê ji ber ku ev rola wan di isyanan de bi kar anîn, bêguman neyênî bû. Ji ber vê, di civakê de rê li ber zirar û ziyaneke mezin vekirin. Alayên Hemîdiyê di nava civaka Kurd de rê li ber encamên malwêran vekirin. Tebeqeya jor a Kurd hem di nav xwe de bera hev da, hem jî ew bi eşîrên Ermenî, Suryanî û Ereban re da şerkirin. Hevkartiya Kurd a bi serdestan re ket qonaxa xwe ya herî xirab û neyênî.
Bi sedsala 19. re bûyerên di civaka Kurd de qewimîn, encama dînamîkên navxweyî nebûn. Şêwazê paşvemayî, hevkar û her ku diçû şêwazê înkarker mohra xwe li bûyeran dida. Tebeqeyên jor ji bo kurtêlan û girêdana bi desthilatdariyê devberdana ji Kurdîtiyê kiribûn polîtîkayeke bingehîn, ya rastî kiribûn bêpolîtîkatî. Xiyaneta herî mezin a civaka Kurd bi modernîteya kapîtalîst ve girêdayî di dused salên dawî de pêk hat. Li vir a diyarker berjewendiyên maddî yên tebeqeya jor bûn. Girêdan û dilsoziya bi civaka Kurd, şerkirin û çûyîna li pey civaka neteweyî ferz dikir. Li ser vî bingehî, kengî isyanên pêk hatin bi ser neketin, bivênevê bi lez teslîmî desthilatdariyê bûn, di berdêla kurtêlan de dev ji Kurdîtiyê berdan, xiyanet bi Kurdîtiyê re kirin û di tesfiyekirina wê de rol girtin. Naxwe nikarîbûn debara xwe bikin. Jixwe yên mayî jî girse bûn ku ji serwextî û pêşengiyê mehrûm bûn. Ew jî li formên hezar salan berê li klan û qebîleyan vedigeriyan. Yên diketin nava lep û pencên terîqetan bi temamî ji rastiya civakî qut dibûn. Ji ber ku di van sedsalan de terîqet ji jor ve bûbûn saziyên herî bi bandor ên sîxurtiyê. Di wê demê de bûyera herî girîng a di warê civakî de diqewime, yên derketine derveyî qebîle û eşîran, yên di nava rêxistinên begtî û terîqetan de cih nedîtine, ya rastî beşên civakê yên li derve hatine hiştin pêk tên. Ango di encama pêşdeçûna kapîtalîzmê de mirovên bêmilk û keda xwe di berdêla heqdestê de dixin bazarê çêdibin û mirov ji vê re dikare bibêje proleterî. Ev proleterî ji kesên nîvcotkar, şirîk, karkerên bi heqdest ên demsalê pêk dihat. Bi gotineke din mirov ji van kesan re dikare bibêje kesên bê xwedî. Her ku diçû hejmara wan zêde dibû. Ev girse li jêr çêdibe û weke kategorî ji van kesan re Kurmanc dihat gotin ango ‘Mirovê Kurd’. Her ku çû Kurmanctî û Kurdîtî ket zikhev. Di sedsala 19. û 20. de wexta Kurd dihat gotin bi giştî Kurmanc dihat fêhmkirin.
Li vir a balkêş ew e, ya li cem ezbetên Tirkan qewimiye mîna wê bi derengî be jî li cem eşîrên Kurdan pêk hatiye. Li cem Ereban jî berê bi şêweyê Medenî-Bedewî ango Erebê Bajar û Erebê Çolê pêk hatiye. Tebeqeya jor a Tirk li ser bingehê desthilatdariyê çiqasî ji tebeqeya jêr dûr dikeve û cihê dibe, ewqasî komên Tirkmenan berfireh dibin. Tebeqeyên jor ên Tirkmenan ew piçûk didîtin û ew bi gotina ‘Tirkê bêfêhm’ mohr dikirin. Lê ya rastî, Tirkîtiya ji rêûresmê li cem Tirkmenan bû. Heman rewş bi derengî be jî di cihêbûn û jihevdûrketina tebeqeyên civaka Kurd de jî derdiket holê. Li vir cudahiya bingehîn a tebeqeyên jor ên Ereb û Tirkan ji yên Kurdan ew e, tebeqeyên Ereb û Tirkan hêmanên serdest ên dewletê bûn, lê yên Kurdan ji beşekî hevkar pêk dihatin. Tebeqeyên jor ên Tirk û Ereb bi awayekî xweser bi Erebtî û Tirkîtiyekê ditamijîn (li cem tebeqeya jor a Tirk a pêk dihat, çandeke kozmopolît a ji çand û zimanê Ereb û Fars pêkhatî), lê tebeqeya jor a Kurd ji bo di desthilatdariyê de cih bigire ji Kurdîtiyê nexasim bi giranî ji Kurdîtiya siyasî û neteweyî qut dibe û bi pirranî bi Kurdîtiyê re xiyanetê dikin. Lewma ji bo ku xulamtiyê ji desthilatdariyê re bikin rêyeke din nîne. Lewma girseya her diçe mezin dibe weke li cem Bedewî û Tirkmenan, girseya Kurmanc e. Diyardeya Kurdîtiyê jî bi awayekî bingehîn dibe xisleta vê girseyê. Ev şêweyê prîmîtîf û destpêkê yê civaka qebîle û terîqetê ber bi civaka neteweyî ve diberide û ji vir û pêve beşê rastî yê civaka Kurd a hemdem pêk bîne ev beş e. Kurmanc weke xwediyê hêza kar a serbest, ji ber ku ji şoreşa pîşesaziyê mehrûm pêk hatin, bi giranî bêkar bûn. Şêweyê nîv-proletertiyê herî zêde di qada cotkariyê de bi hevpartiyê pêk dihat. Piştî vê jî rêncbertiya demsalî dihat. Mîna vê rewşê gelek mînak li cem civakên mêtingeh û nîv-mêtingeh têne dîtin. Ev Kurmanctiya pêşî li gundan pêk hat, paşê wê bajaran tijî bike û wê li keviyên bajaran bi girseyî cih bigire. Herweha girseya bingehîn e ku wê koçberî derve bibe. Ev beş ji aliyê siyasî û çandî ve di valatiyê de bû û PKK bi îddîaya temsîla şaxê civakî yê hemdem derket holê û xweber nîne ku ev girseya bingehîn a PKK’ê ye.
Li cem Kurdan di tebeqeyên jor û jêr de veguherînên hemdem ên diqewimin li gorî xwe xwedî cudahiyan in. Eger mirov ji tebeqeya jor a Kurdan re bûrjûwazî bibêje, ev ê bibe şîroveyeke pirr bi zorê hatibe kirin. Bûrjûwazî weke çîneke afirîner hêza gavavêtinê ya Ewrûpaya Rojava ye. Bûrjûwaziyê bi xwe re teknîk û çandeke xweserî xwe bi pêş xist. Çanda xwe ya siyasî bir nav desthilatdariyê. Sektorên ekonomîk ên li ser bingehê karê derxistin pêş. Li ser vî hîmî li nava dinyayê hegemonya xwe ava kir. Li cografyayên bi ser wê ve bûrjûwaya pêk hat jî bivênevê teqlîda wê kir. Xisletên bi heman rengî yên tevahiya sîstemên hegemonîk hene. Ya li Rojhilata Navîn qewimî, şêweyekî vê bûyera gerdûnî bû. Lê Rojhilata Navîn a bi hezarê salan ji sîstema navendî ya şaristaniyê re pêşengî kiribû li dijî modernîteya kapîtalîst gelekî li ber xwe da. Rastiya Împaratoriya Osmanî û Îranê ku bûbûn pêlîstoka sîstema hegemonîk, ev bi xwe bû. Li dijî bûrjûwabûnê demeke dirêj li ber xwe dan. Kengî biryara bûrjûwabûnê dan, li şûna bi temamî tine bibin, şêweyê wê yê burokratîk kirin bingehê xwe. Bûrjûwaziya burokratîk bûrjûwazîbûna bi destê dewletê ye. Bi awayekî giştî, xwediyên desthilatdariya ji rêûresmê bi awayekî paşverû bûrjûwaziyê pêk tînin. Ji lewra afirînerî û millîtiya bûrjûwaziyên bi vî rengî bi sînor e, xisleta wan bêhtir komprador e, ango veguhezêner û acentekar in.
Derfet û îmkanên bûrjûwabûneke bi vî rengî ya tebeqeya jor a Kurd hema bêje bi qasî tine be, kêm e. Ji ber ku bi xwe xwediyê çi dewleteke serbixwe yan nîv-serbixwe nîne û bi awayekî dîrokî xwedî rabihuriyeke hevkartî û înkarkeriyê ye, bûrjûwabûna Kurd qaşo bûrjûwabûn e. Ne hêzeke wî heye ji bo bazara millî şer bike, ne jî ji bo vê çandeke wî ya siyasî mewzûbehs e. Berevajî, bi tenê dema ji şerê xwe yê bazarê û çanda wê ya millî geriya, pirr kêm be jî derfet û îmkanên jiyanê didanê. Ji lewra tevahiya sedsala 19. û 20. ji bilî dengên ferdî, em retorîkeke bûrjûwa Kurd nabînin. Berevajî bi helwesteke ji qral bêhtir qralparêz (jixwe di dîrokê de mînakên bi vî rengî gelek in) çiqasî di tesfiyeya Kurd de cih digirtin ewqasî kara xwe zêde dikirin. Li gorî vê meyla bûye mîna pîvanekê, ne ku ji bo netewetiyê, berevajî di înkarkirina neteweyî de li ber hev didan. Kokên wan ên dîrokî jî li gorî vê meylê bûn. Ji bilî hin hêmanên ferdî, pêkan nîne, mirov tebeqeyeke jor a Kurd weke bûrjûwa afirîner an burokratîk bîne ziman. Jixwe hê zehmettir e ku mirov karibe behsa çanda çîna bûrjûwayê bike.
Me beşek ji xisletên bûrjûwaziya Tirkê Spî ya di sedsala 20. de xwe weke Cemiyeta Îttîhad û Teraqî û Komara Tirkiyê bi rêxistin kir, rave kiribû. Bi rastî, di bin van şablonan de bûrjûwaziyeke aliyê wê yê burokratîk xurt heye. Ji sedî sed ev bûrjûwabûyînek e ku xwe sipartiye desthilatdariyê. Herweha xwe nesipartana hêzeke hegemonîk a derve nikarîbû pêk bê. Li hundir jî Xiristiyan, Ermenî û Rûmên zû bûn bûrjûwa çiqasî tesfiye bikirana wê ewqasî xwe bi pêş bixista. Ya herî rast ew e, mirov tesfiye û qirkirina Ermenî û Rûman li ser vî bingehê rastiya çînî û hegemonîk analîz bike. Bi awayekî bingehîn hêza hegemonîk a bûrjûwaziya Tirkê Spî sermayedarên Cihû û hêmanên wan ên çandî ne. Ya rastî, ew hem ji aliyê maddî ve, hem jî ji aliyê îdeolojîk ve di pozîsyoneke hegemonîk de bûn. Herweha bi sedsalan bû ku bûrjûwayên Ermenî û Rûm li pêşiya wan asteng bûn. Li gorî qanûna kara herî zêde diviyabû ji van astengan rizgar bibin. Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ev firsend da wan. Tirkên li mişarên xwe gihandibûn û hindikayiyên Misilman tevî hêmanên ne millî bi pêşengiya xwe bi hostetî gihandin hev. Ji herdu şeran jî weke hêza serdest derketin. Herweha li nava dinyayê rewşa wan a bi hêz di nava hegemonya Ingilîz de ew bi temamî bi şens dikirin. Li ser bingehê lihevkirina bi Ingilîzan re îlana Komarê firsendeke bêhemta dida van beş û derdoran. Komara nû, hem ji aliyê cografîk ve, hem jî ji aliyê şêniyan ve, ji bo kara herî zêde ya kapîtalîst potansiyeleke mezin dida. Ermenî û Rûm hatibûn tesfiyekirin, Çerkezên serhişkî kiribûn li derveyî sîstemê hiştibûn. Ji Misilmanên Balkanan û yên bi koka xwe Qefqasî kodroyên burokrat ên îdeal ên Komarê hatibûn amadekirin. Ereb jî li derve hatibûn hiştin. Bi tenê çavkaniyeke muhtemel a tehlûkeyê mabû, ew jî Kurd bûn.
Tebeqeya jor a Kurd herçiqasî ji mêj ve bûbû hevkar jî eger bixwesta pareke zêde ji desthilatdariyê bigire û statuya xwe ya berê bi dest bixe, dibe bi tehlûke bibûya. Herweha girseyeke gel a potansiyel a her kêlî karîbû serê xwe rake çêbûbû. Em wer fêhm dikin ku di qirkirina Kurdan a 1925’an de ku Ingilîzan senarîstiya wê kir, ev rastiyên bingehîn diyarker bûne. Ji bo kara herî zêde ya li Anatolyayê were misogerkirin, mîna qirkirina Ermenî, Rûm û Suryaniyan, diviyabû Kurd jî ji kokê ve bêne qelandin. Ingilîzan weke hêza hegemonîk tevî kadro û sermeyedarên Siyonîst li ser vê mijarê bi hêmanên bûrjûwaya burokratîk a Tirk re li ser bingehê hevgirtineke pirr bi dizî û komplowarî li hev kiribûn. Ji bo serwextbûna li diyardeya Tirkê Spî ev lihevkirin gelekî girîng e, û bi rola kilîtê radibe. Berxwedana bi pêşengiya Şêx Seîd a hate provokekirin û bi awayekî bêrehm hat pelixandin û paşê ji hegemonya Ingilîzan re hiştina Mûsil-Kerkûkê encamên pêşî yê vê hevgirtinê bûn. Dîsa di çarçoveya vê hevgirtinê de sosyalîst û ummetgirên Îslamî bi dijwarî hatin tesfiyekirin. Seltenet û xîlafet ji holê rakirin. Dîrok ji 1920’an dan destpêkirin, çandeke îdeolojîk û siyasî ya ecêb a ku mirov dikare jêre bibêje xwedatiyeke nû, pêk anîn ya ku ti têkiliya xwe bi çanda Tirk û Îslamê bi xwe re tine, ti têkiliya wê bi çanda Ewrûpaya Rohnîbûnê re tine ya ku gelekî dilê xwe dibijandinê. Bi vê çand û îdeolojiya hişk armanca wan afirandina civakeke homojen bû. Ji sedî sed sertewandin ferz dikirin. Çawa ku me qal kiribû, piç û kirtikên demokrasiyê hatibûn tesfiyekirin. Ji lewra bi giştî xisletên Kurdîtiyê hemû, bi taybetî jî tebeqeya jor a Kurd wê di nava vê hedefa civaka homojen û hişk de bi dilê xwe biheliyana yan wê bi zorê bihatana helandin an jî bihatana tinekirin. Kengî behsa tinekirinê bû, yekser serîrakirin ketin rojevê. Bi vê bahaneyê jî xwe li tesfiyeya fizîkî rakişandin. Li gorî felsefeya pozitîvîst ji vê bawer kiribûn û bi heman biryardariyê pêk anîn. Naxwe weke îddîa dikin, di wê demê de berxwedaneke Kurd a bi rêxistinkirî û bi serwextî hatibe kirin û bibe tehlûke tineye. Lê belê potansiyeleke xurt a berxwedanê çêdibû. Lewma diviyabû serîrakirinê bikin bahane yan jî bi komployan vê potansiyelê tine bikin, ji holê rakin. Ya kirin jî ev bi xwe bû.
Hêmanên bûrjûwaya burokratîk a Tirk di pêkanîna vê tesfiyeyê de bi roleke girîng rabûn û ji bo para xwe ya karê zêde bikin jî di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji dewlemend û sermayedarên Cihûyan bi temamî mîna ya li Emanya nebe jî bi awayekî weke wê bi navê Baca Hebûnê xûkî stendin. Sermayedarên Cihû yên di çêbûna bûrjûwaya Elman de ‘pîriktî’ kiribûn li Elmanya Hîtler ji aliyê bûrjûwaya Elman hatin tesfiyekirin û sermayeya wan hat desteserkirin, dema Hîtler bi hêz bû, bûrjûwaziya burokrat a ciwanên Tirk hinekî bi sînor be jî heman tişt li hemberî sermayeya Cihû kir. Sermayeya Cihû di çêbûna bûrjûwaziya Tirk de jî ‘pîriktî’ kiribû. Cihûyên ji sermayeya wan gelekî hat xwarin an bi tiştekî pirr kêm razî bûn an jî pirraniya wan bi koçberiya bi lez dibû, Anatolya terikandin. Bûrjûwaziya burokratîk a Tirk ev tevgera tesfiyeyê li dijî tebeqeya jor a Tirk a li derveyî xwe jî meşand. Nexasim nehiştin xwediyên erdan û erbabên bazirgan-esnaf çavên xwe vekin. Jixwe Kurd ê weke nijad timî li hedefê bûya. Darbeyên piştî salên 1950’î, pêvajoya komplo û şerên hundir dewamkirina vê rêûresmê bi awayekî bêhtir xurtbûyî nîşan dide. Piştî salên 1980’î li dijî Kurdan komplo, îmha, êşkence, gundvalakirin û qedexekirina Kurdî derxistin asta herî jor û ev dîsa kirinên berfireh ên heman hêza hegemonîk in ku ji aliyê rêxistina Gladîo ya NATO’yê ve palpiştiya wê tê kirin. Ango rêûresmeke sed salan a pêkanînan bi awayekî berfirehtir û lezeke mezinkirî tê meşandin û ji vê pêve jî ne tiştekî din e.
Bi vî awayî em dikarin bibêjin, rastiya civakî ya Kurd li Komara Tirkiyê rastiyek e ku bi dijwarî tê tesfiyekirin. Rastiya Kurd di rewşeke nakok de ye. Ji bo hebûna xwe divê ji ya xwe neyê xwarê û ji bo vê jî divê li ber xwe bide, plana tesfiyeyê ya bi armanca afirandina civakeke homojen jî ji bo pêk bê divê tine bike. Ji lewra rastiya civakî ya Kurd rastiya civakî ya ji rêzê nîne. Tebeqeya wê ya jor bi awayekî dîrokî ji aliyê çandî û siyasî ve ji rastiya civakî ya Kurd qut bûye, pekiyaye rewşeke hevkar û xiyanetkar, girseya bingehîn û sereke ya mayî jî bi awayekî bêîdeolojî û bêpêşeng ketiye ber çerxa asîmîlasyonê. Eger ev têrê neke, bi çi bahaneyê bibe bila bibe wê eciqandina serê wan bikeve rojevê. Armanca vê yekê ew e, bi temamî dev ji Kurdîtiya kolektîf berdin, bikevin rewşekê ku ti îdîaya wan nemîne, ji Kurdîtiya xwe fedî bikin, dema nêzî wê jî bibin wê bela mezin bînin serê xwe, bêkar û bêqîmet bibin, ew jî eger hê tiştek mabe. Belkî jî li vê dinya me ya hemdem, mînakeke duyemîn a realîteyeke civakî bi vî rengî tinebe. Aliyê xeternaktir ê vê meseleyê ew e, pirr kêm kes bîra vî aliyê meseleyê dibin yan jî ti kes bîr nabe. Li naverastê ne bûrjûwaziyeke Kurd a bi çand û bîrbir heye (jixwe ji bo vê kesî niyet jî nekir), ne jî proleteriyeke hemdem an jî bûrjûwaziya piçûk heye. Di rewşeke bi vî rengî de divê mirov behsa çînên ferazî yan jî siha wan bike. Hinekî jî li dijî vê rastiya kirine ferazî divê mirov welatparêzî, netewebûyîn û civakbûyîna Kurd ava bike, bêguman di çarçoveya van analîzan de baştir tê fêhmkirin ka ev karekî çiqasî zor e.
Zemînê Tevgerê, nexasim zemînê Tevgera PKK’ê xwest xwe bisipêriyê ew zemîn bû, hebûna Kurd ji xwebûnê derketibû, bi xeyalî be jî cesareta ku bi xwe bîr bibe nemabû, mirovê Kurd biketa pozîsyona berxwedanê ew hezar carî poşman dikirin, îddeaya dayikniştiman, neteweyetî û civakbûna xwe bi xwe yan nemabû yan jî ji mêj ve hatibû terikandin. Paşê wê baştir bê fêhmkirin ku li ser vî zemînî tevgera berxwedan û rizgariyê ya bi îdeolojiya hebûn û azadiyê gelekî zehmet bû.
Ji serê salên 2000’î ve di sîstema hegemonîk a Tirkê Spî de veguherînek heye. Herçiqasî rabihuriya wê biçe salên 1970’î jî destguhertina desthilatdariya hegemonîk di van salan de dest pê dike. Ev bûyer girêdana xwe bi desthilatdariya hegemonîk a dinyayê re heye û bi awayekî bingehîn teoriya ‘Kembera Kesk’ a DYE’yê li Komara Tirkiyê xwe nîşan dide. Guhertin di meseleyê bi xwe de nîne di şikil û şibûtê wê de ye. Çawa ku tê zanîn, teoriya ‘Kembera Kesk’ li Rojhilata Navîn bi sîstema hegemonîk re têkildar e. Sîstema hegemonîk a kapîtalîst nexasim sîstema hegemonîk a dused salan bi pêşengiya Ingilîstan û DYE’yê hat avakirin biparêze, pêşde bibe û di îhtîmala guhertina wê de ji bo neşikê û ji dest neçe bi pirsgirêkan re mijûl dibe û hewl dide ji van pirsgirêkan re çareyan bibîne. Heta bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn û bi rejîma Hîtler re heta bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn îdeayeke Elmanan a hegemonîk ji bo Rojhilata Navîn hebû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Yekîtiya Sovyetê ber bi mezinbûnê ve gav avêtin û piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li ser Rojhilata Navîn ket nava reqabetê û di nava wan de rê li ber ‘Şerê Sar’ vekir. Projeya ‘Kembera Kesk’ bi awayekî bingehîn armanca wê şikandina hegemonya Rûsya Sovyetê li herêmê bû. Piştî ku li Afganistanê Rûsya Sovyetê têk bir, bi ser ket. Şoreşa Îranê herçiqasî di teoriya ‘Kembera Kesk’ de rê li ber aloziyê vekir jî bi xwe tiştek neguhert. Bêhtir aliyê wê yê veguherîna demokratîk a gelan dişikîne, dewam kirin.
Senteza Tirk-Îslamê ya bi darbeya 12’ê Îlonê li Komara Tirkiyê kirin îdeolojiya fermî, ya rastî gavavêtineke bi patenta DYE û Ingilîstanê bû. Şoreşa Îranê ya wê demê û dagirkeriya Yekîtiya Sovyetê li Afganistanê (1979-1980), sîstema hegemonîk a bi giranî ji DYE û Ingilîstanê pêk hatî li hemberî van bûyeran neçar kir ku bi rêya Komara Tirkiyê tevdîran bigire. Di encama vê tevdîrê de têkoşîna şoreşger a Tirkiyê bi awayekî bêrehm tepisandin, li Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê hûrûkûr meşandin û Komara Tirkiyê li Rojhilata Navîn kirin jendermeyekî pê ewle û jê piştrast. Rejîma dewleta Tirkiyê di vê çarçoveyê de bi temamî bûbû Gladîo. Ya rastî, ya pêkhatibû ew bû; artêşa NATO’yê ya bi dizî Gladîo bi awayekî berfireh hatibû bikaranîn. Ev amûrên Gladîo yên cara pêşî li Tirkiyê ketin nava tevgerê şerê îro li Iraq û Afganistanê dimeşînin. Civîna Bilind a dawî ya NATO’yê ji bo vê konsepta şer weke stratejiya nû ya fermî ya NATO’yê îlan bike (Civîna Bilind a Lîzbonê ya di dawiya 2010’an de), xwe amade dike.
Faşîzma Tirk a Spî, derfet û îmkanên Gladîoyê danê bi salên 1985’an re hewl da Kurdan tevî şûnûşopên wan hemûyan ji nava rûpelên dîrokê bibe. Di vê nuqteyê de nakokiyek di navbera wan de peyda bû. Mîna nakokiya Mûsil-Kerkûkê ya di sala 1923’an de, bi heman awayî Faşîzma Tirk a Spî ya xwest Başûrê Kurdistanê jî bixe kontrola xwe, mîna di dema derketina xwe ya holê de dîsa li hemberî xwe Ingilîstan û hevparê wê yê stratejîk DYE dît. Nakokiyên berê ji nû ve geş bûn. Faşîzmê wisa dida nîşan ku bi tenê tesfiyekirina PKK’ê ji xwe re kiriye armanc. Lê di rastiyê de bi awayekî berbiçav bi tevahî Kurd kiribûn armanc û hedefa xwe. Ji lewra bi hêzên pêwendîdar re nakokî bêhtir zêde bûn. Rejîmên Îran, Iraq û Sûrî jî tevlî pêvajoyê bûn. Herweha hatibû fêhmkirin ku PKK weke tevgerên berxwedanê yên pêvajoyên 1925-1940’î bi hêsanî tesfiye nabe. Vê rewşê kir ku hegemonya faşîst a Tirk a heştê salî (1925-2002) bi awayekî ciddî biheje û hilweşe. Bûrjûwaziya burokratîk a Tirkê Spî (gelek derb cara pêşî li hevparên xwe yên Siyonîst dabûn û beşekî wan ê girîng li derve hiştibû) ji aliyê civakî ve bi temamî ji hevrikên xwe rizgar bûbû û wexta hê nû hegemonya xwe ava kiribû (Di şerê Gladîoya Tirk bi PKK’ê re tevahiya kanalên sîstemê xistin kontrola xwe) bi awayekî ne li bendê bû, hegemonya DYE-Ingilîstanê derketin pêşiya wê.
Rejîma Gladîo ya Tirk (bi taybetî dema Dogan Gureş, Tansu Çiller, Silêman Demîrel, Erdal Înonî û Mehmed Agar) bi erkên bê sînor hatibû gurçûpêç kirin û DYE, Ingilîstan û hevgirtiyên din ên Rojavayî ev bi temamî erê kiribûn. Ji ber hebûna PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê nakokî çêdibû. Bi vê armancê, heta bi dawiya dema 1984-1999’an ango ji Pêngava 15’ê Tebaxê heta bi kompoloya ku A. Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de pê êsîr hat girtin, her cure çalakiyên kontrgerîlla bi hev re pêk anîn. Hêzên hevkar ên Başûrê Kurdistanê jî bi temamî destek dan vê yekê. Lê belê Faşîzma Tirk a Spî ji vê zêdetir dixwest, wê tesfiyekirina tevahiya Kurdan plan dikir. Sîstema Rojava di vê nuqteyê de sekinî. Rejîma Faşîst a Tirkê Spî ya navenda wê Enqere kengî xwe bi tenê dît matmayî ma. Eger zêdetir lingê xwe dirêj bikira, pêkan bû ku weke Hîtler bihata dadgehkirin. Dema ku ev nakokî mezin dibû, operasyonên DYE û hevgirtiyên wê li Aftanistanê ketin rojevê. Bi vê rewşê re, têkiliyên stratejîk ên Gladîoya Tirk bi îstîxbaratên eskerî yên rejîma Saddam Husên û Pakistanê re derketin holê. Bi awayekî nedihat payîn Gladîoya NATO û Gladîoya Tirk (di vê demê de bi navê Ergenekonê tam millî bûbû) hatin beramberî hevdu. ‘Bûyera çewal’ a li Silêmaniyê qewimî, nîşaneyeke sembolîk a vî şerî bû. Di encama vê bûyerê de ku haya DYE û Ingilîstanê jê hebû, ji bûrjûwaziya Tirk a Spî ya ji rêûresmê desteka xwe kişandin û li gorî teoriya ‘Kembera Kesk’ a berê xwedî kiribûn bi operasyonên li pey hev weke bûrjûwaya TirkKurd a Kesk derxistin pêş û kirin hêzeke hegemonîk. Nîşaneyên herî girîng ê vê yekê, tevî ‘bûyera çewal’ a li Silêmaniyê, bombekirina Sînegogekê û bankeya global a Ingilîz HSBC’ê, ji nû ve çalakkirina Talîbanan û bi hêzkirina muxalefeta Iraqê bûn. Herçiqasî şer weke di navbera DYE û El Qaîdeyê de xuya bike jî bi awayekî rastî êdî di navbera Gladîoya Tirk û DYE’yê de ye.
Di encamê de hevgirtina hegemonîk a hêzên hevkar ên nû yên AKP’ê, Emerîkaya bi kirasê sivîl, Ingilîstan û hevparên din ên Rojavayî derket pêş. Gladîoya Tirk a bi temamî millî bû yan jî bi tenê hat hiştin, di nava artêşê de çar caran xwe li darbeyê rakişand, lê bi ser neket. Mîtîngên Komarê, hevgirtina ‘Sêva Sor’ a CHP û MHP’ê, di qada siyasî û civaka sivîl de nîşaneyên vê yekê bûn. Hevgirtina em behsa wê dikin ji Rûsya, Çîn û Elmanyayê desteka dipa negirtibû. Ji têkiliyên bi Sûrî û Îranê re zêde piştrast nebûn û lewma asê man. Di vê navberê de pêkhatina siyasî ya Kurd a li Iraqê gelekî pêşde çûbû. Gavên qaşo serketî yên AKP’ê di vê rewşê de hatibûn avêtin. Ev bûyerên qewimîn hemû weke serketina hilbijartinê ya AKP’ê bê şîrovekirin û weke hunerê R. Tayyîp Erdogan bê nîşandan, ev ê bi tenê lîstikeke propagandayê be. Hêzên rastî yên şer gelekî bi dizî û bi awayekî berfireh tevdigeriyan. Mîna salên 1920’an, li ser Anatolya û Mezopotamyayê şerekî mezin ê hegemonîk dihat meşandin.
Ya herî tîpîk pozîsyona sermayeya Cihû di vî şerê hegemonîk de ye. Di şerê hegemonîk ê heştê salî yê bûrjûwaziya Tirkê Spî de hevgirtiyê bingehîn sermayeya Cihû ya milliyetgir Siyonîst bû. Vê hevgirtina stratejîk pêvajoya avakirina Îsraîlê ferz dikir. Hêza Îsraîlê ya roja me ya îro tê zanîn. Bi qasî berê hewcedariya xwe bi bûrjûwaziya Tirkê Spî tineye. Berevajiyê vê di cih de ye. Ji lewra mirov karîbû bipa ku têkiliya di navbera wan de biheje. Lê ev rewş nedihat wê maneyê ku wê di pêkhatinên nava Komara Tirkiyê û avakirina hêza nû ya hegemonîk de sermayeya Cihûyê bêbandor bimana. Kesên ne li gorî sermayeya milliyetgir a Siyonîst, bêhtir globalîst û nexasim di warê fînansê de bi bandor bi awayî çalak ketin dewrê. Van beş û derdoran Tirkiye xerqî ‘pereyên germ’ kirin. Beşê bi awayekî bingehîn AKP’ê fînanse dike ev e. Ev beşa ku em dikarin wê weke sermayeya Cihû ya gerdûnî û global û îdeolijya wê (Evangelîzm) bi nav bikin, bi hêsanî li şûna sermaye Siyonîst û îdeolojiya wê hat bicihkirin. Jixwe di navbera herdu beşên van îdeolojî û sermayeyan de bendên Çînê yên ba di ber wan re naçe tinebûn. Kurtûkurmancî serdema Komara Tirkiyê ya Îslama Nerm a ku bûrjûwaziya nû ya Tirkê Kesk a navenda wê Konya-Kayserî bi hêzên hundir û derve re ava kir (ya pêşî îdeolojîk, ya duyemîn bi giranî sermaye) dest pê dikir.
Dema em dibêjin, ji salên pêşî yên avakirina Komarê heta bi serê salên 2000’î beşê ji sermaye û îdeolojiya hegemonîk berpirsiyar, bi wê mezinbûyî û pê bi hêzbûyî Tirkê Spî ye, mebesta me bi vê bi tenê orîjîna Tirk nîne. Di nava vê de îdeolojî û sermayeya hegemonîk a derve pareke xwe ya pêşeng a diyarker heye. Xulase, mirov bi giştî hêza lihevkirinê ya dîplomatîk û hêza îdeolojîk û sermayeya hegemonîk a Ewrûpayê û bi taybetî jî ya Ingilîstanê nebîne nikare li Komara Tirkiyê serwext bibe û jê fêhm bike. Eger mirov îddîa bike ku lê serwext bûye û jê fêhm kiriye, mînak bibêje Komar bi sermayeya millî ya serbixwe û bi îdeolojiya millî ya xwe ava bûye, wê xwe bixapîne û mehkûmê şaşiyê bike. Mirov vê tespîta giştî dikare ji bo hegemonya bûrjûwaziya Tirkê Kesk a hewl dide li şûna bûrjûwaziya Tirkê Spî bi cih bikin bêhtir bîne ziman. Ji ber ku di salên destpêkê yên Komarê de bi hêza ji Şerê Rizgariyê tê girtin, ruhekî xurt ê serxwebûnê heye û li hundir derfetên tevgerên azad bêhtir in. Herweha hêzên hegemonîk ên kapîtalîst di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de gelekî ji taqet ketibûn. Ingilîstan di nava xwe de bi zor û zehmetî li ser piyan disekinî. Şoreş ji bo tevahiya dewletên Ewrûpayê weke tehlûkeyeke nêz bû. Ji vê jî girîngtir, bûrjûwaziya Tirkê Spî hem bi awayekî pratîkî hem jî bi awayekî objektîv ji Rûsya Sovyetê destek didît. Lê îdeolojî û sermayeya kesk di rewşeke bi vî rengî ya konjonkturel de nîne. Daneheva wê ya heyî di bin kontroleke zêde ya sermayeya burokratîk yekdestdar a navend Stenbol û Enqereyê de ye. Herçiqasî xwe sipartibe îdeolojiya Îslamê ya ji rêûresmê (Îslama desthilatdar) û navendên sermayeya navneteweyî ya Îslamî tê hesibandin jî ev derfet û îmkan ji bo avakirina hegemonyayê bi sînor in. Lewma bivênevê gelekî hewcedarê sîstema hegemonîk a cîhana kapîtalîst e. Mirov li AKP’ê binêre bi hêsanî dikare vê hewcedariyê bibîne. AKP’ê li derve bi sermayeya global re têkiliyên xwe germ û xweş pêşde birin, li hundir jî bi giştî rojeva demokratîkbûnê bi taybetî çareseriya pirsgirêka Kurd timî di rojevê de dihêle, li şûna çareserkirinê dikeve pozîsyonekê ku mîna wê çareser bike tevdigere û li dijî navendên hegemonîk ango hinekî artêş, dadgerî, CHP, MHP û rêxistinên çepgir ên bi wan ve girêdayî, vê rewşa asêmayî ya nehatiye çareserkirin dike amûrê propagandayê û bi vî awayî mezinbûna xwe dewam kir. Çawa ku di salên pêşî yên Komarê de ji bo avakirina hegemonîk hêza motor a derve Ingilîstan û nexasim DYE bû, di avakirina desthilatdariya nû ya hegemonîk de jî dîsa heman hêz li ser kar in.
Di vê çarçoveyê de desteke kapîtala fînansê ya globalîzmê jî diyarker bû. Di qada îdeolojîk de jî li şûna Tirkê Spî yê ji milliyetgiriya Siyonîst zêdebûyî, nêzîkatiyên dînî yên hêmanên Cihûtiya gerdûnî yên Evangelîst, Kabalîst û Karaîmî bi roleke bi tesîr rabûne. Ev mezinbûna hegemonîk a em dikarin weke Îslamî yan jî Tirkê Kesk bikin têgîn, dewam dike. Di warê bikaranîna stratejî û taktîkên xwe disipêre wan de gelekî bûye hoste. Kiriye armanc ku di sedsaliya Komarê de avabûna xwe ya hegemonîk temam bike.
Ji bo Kurdan girîng e ku li ser vê hegemonya nû rawest in. Ev hegemonya di mijara pirsgirêka Kurd de li aliyekî bi ser sermaye û desthilatdariya yekdestdar û burokratîk a Tirkê Spî (her tim di zikhev de bûn) ya di qirkirina Kurdan de gelekî pêşde çûyî de diçe, li aliyê din, tevî rêbazên di qonaxa damezrandina hegemonya xwe de bi rêbazên pêşketîtir xwe bêhtir bi hêz dike û bi awayekî hewce bi rêbazên berê nehêle, dimeşe. Ji bo vê, hêza xwe ya rastî ji amûrên sermaye û îdeolojiya derve (saziyên think-tank) digire, û ji bo desteka artêşê jî bigire hoste ye ku Îslamê bi kar bîne. Li şûna argumanên faşîst ên Tirkê Spî yê ti rewabûna xwe nameye, weke îdeolojiya rewaker ‘biratiya dîn’ û ‘bihevrebûna dîrokî’ (ji dil na, bi şêwazekî demagojîk) bi kar tîne. Têkçûna milliyetgiriya nijadperest û neteweperestiya înkarker bi kar tîne û hewl dide artêşê û saziyên din ên burokratîk îqna bike ku bi tenê bi rêya bikaranîna Îslamê, ne tevahiya Kurdan be jî beşekî girîng dikare di bin kontrola xwe de bigire. Xulase, bandora dînê ji rêûresmê li ser Kurdan, di nava hesabên hegemonîk ên sermayeya kesk de cihekî girîng digire. Di vê mijarê de terîqetên ji rêûresmê, Kursên Quranê, Lîseyên Îmam Xetîban û amûrên weke wan ên îdeolojîk dixin dewreyê yên ku nû vekirine û wê bêhtir vekin. Di serî de Neqşîbendîtî û Qadirîtî, çawa di dîrokê de bûye, beşê wan ê jor ku timî ji desthilatdariyê xwarine, û di dema dawî de pêşengên terîqetan ên bi xwe bûne holdîng weke karteke girîng bi kar tînin. Hinek ji wan bi rola hêzên lêdanê radibin mîna bazkên Hîzbûllahê. Hegemonya sermayeya kesk ji bikaranîna dîn berjewendiyeke mezin dipê.
Beşekî din ê girîng ku difikirin bi kar bînin, bûrjûwaziya Kurd a lihevçêkirî ye. Li şûna feodalên hevkar ên ji rêûresmê, hevkarên hemdem ên bûrjûwaya Kurd çêdikin. Pêkhatina siyasî ya li Kurdistana Iraqê bi vê armancê gelekî tê bikaranîn. Li gelemperiya Kurdistanê ji bo tevahiya komên sermayeyê karibin sermayeya ekonomîk razînin, şensê pêşengiyê didinê. Mîna rola Dubaî li Erebistanê dilîze diwazin wê rolê li Kurdistanê bi Hewlêrê bidin lîstin. Silêmanî û Amedê jî weke gava duyemîn difikirin. Li ser vî bingehî rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî têne avakirin. Mîna ku di doza Kurd de can, mal û hêza aqil dane, cureyekî Kurdîtiyê yê qelp di vê projeyê de weke perdeyeke sexte tê bikaranîn. Sermayeya global a li pişt vê pêkhatinê, mîna li Tirkiyê di vê de jî bi roleke diyarker radibe.
Hem sermayeya global hem jî sermayeya Tirk eleqeyeke zêde nîşanî pêkhatina sermayeyeke bûrjûwa Kurd didin, mîna dûvikê xwe, maketa xwe pêkhatineke civakî ava dikin. Bi vê armanca wan ew e, hêzên civakî û neteweyî yên li Kurdistanê bi can, mal û zêhniyeta xwe berdêlên giran dane, tevgera wan a demokratîk û şoreşger parçe û bê tesîr bikin. Yeqîn dikin ku di vê de çiqasî bi ser bikevin, bi qasî berjewendiyên xwe yên ji rêûresmê, wê ewqasî karibin derfetên nû yên sermaye û kurtêlên derdikevin holê biparêzin û pêşde bibin. Berjewendiyên xwe yên berê ku li ser bingehê înkarkirina Kurdîtiyê bi dest dixistin û diparastin, vê carê jî bi Kurdîtiyeke sexte (jixwe di berdêla wê de ti fedekarî nekirine, yên bi can û malê xwe fedekarî kirine jî wê bi awayekî bêperwa bi alîgiriya şîddetê gunehbar bikin) hem dixwazin dewam bikin hem jî mezin bikin. Hevkarên Kurd di vê mijarê de bi awayekî dîrokî xwedî tecrûbe ne, û dizanin sura ba ji kîjan alî ve tê û hoste ne ku li gorî wê bibin xwedî pozîsyon. Federalîzma dewletê û dewletoka netewe ya Kurd a navend Hewlêr ku dixin nava guftûgoyên rojane, ji nêz ve têkiliya xwe bi sermayeya global re heye. Dewletokên netewe yên Ereb û Tirk çawa bin, dixwazin bi awayekî versiyona wan a Kurd pêk bînin. Bi vî awayî li dijî projeya Kurdistana Xweser a Demokratîk a bi perspektîfa modernîteya demokratîk roj bi roj pêş dikeve alternatîfekê pêşkêş dikin.
Hewl didin bûrjûwaya millî enjekteyî rastiya civaka Kurd bikin, ev yek ji dînamîkên hundir mehrûm e; ji derve û bi awayekî lihevçêkirî tê ferzkirin. Hêzên qirkirin meşandin, dema gelekî tengav dibin, bi hêsayî dikarin Kurdekî hevkar, rewşenbîrê sexte yê Kurd û sektoreke bûrjûwa biafirîne. Çawa ku Alayên Hemîdiye û cerdevaniya gundan mumkîn e, di berdêla kurtêlan de bi van rewşenbîrên sexte û tebeqeya bûrjûwayê dewam bikin. Bi awayekî dixwazin bi ‘cerdevaniya gundan’ û îtîrafkariya entelektuel di qada modern a civakî û siyasî de temam bikin. Ji ber ku dînamîkên hundir ên rastiya civakî ya Kurd bi giranî şikiyane, ev hêmanên sexte û lihevçêkirî dibin xwedî cesaret û diwêrin gav biavêjin. Lewma divê bi nêzîkatiyên hosteyane û baldarî maskeyên van kesan ji rûyê wan bêne kirin û rûyê wan ê rastî bê nîşandan.
Hesabên hegemonya nû bi tenê bi Îslamiya ji rêûresmê û hêmanên lihevçêkirî bi sînor nîne. Ev hegemonya hemû rêbazên Faşîzma Tirk a Spî jî di dewreyê de digire. Hegemoniyadariya ekonomîk, civakî, siyasî û çandî, rêbazên heta digihîjin asîmîlasyon û qirkirinê, bi tenê bi mafên ferdî û mirovî ser wan şapinêz dike û dewam dike. Her kes baş dizane ku mafê kolektîf nebin mafên ferdî nabin û bibin jî ti maneya xwe nînin. Welatê Kurdan, netewe û nasnameya wan a civakî nayê naskirin. Gotinên ‘tek ziman’, ‘tek welat’, ‘tek netewe’, ‘tek civak’ û ‘tek al’ weke berê dewam dikin. Tevî ku ti mafê Kurdan ê destûrî û qanûnî tineye, xwestina vê yekê jî sûc û guneh tê hesibandin. Diyarkirina mafê ekonomîk, mafê perwerde û tenduristiyê, mafê xwe bi netewe û nasnameya civakî ya dixwaze, di asta îfadeyê de jî sûc e. Jixwe em behsa mafên siyasî nakin. Hegemonya nû bi tenê bi awayekî hişk bi desteserkirina van mafan namîne; di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de bi artêşên xwe yên eskerî, siyasî, civakî, ekonomîk, çandî, psîkolojîk û dîplomatîk ên hejmara wan gihiştiye mîlyonan bi heft bedenan dor li hebûna Kurdan û îradeya wan a jiyana azad girtiye; bi tevahî derfet û îmkanên dewletê û hevgirtiyên wê seferber kirine û vê jî weke wezîfeyeke xwe ya bingehîn dihesibîne. Rêûresma bûrjûwa burokratîk a CHP’ê ya ji Îttîhad û Teraqiyê tê, tevahiya sedsala 20. li dijî hebûnên çandî, demokrasî û sosyalîzmê asîmîlasyon û qirkirin meşand û hewl didin vê di sedsala 21. de bi cîlayeke cuda bi AKP’ê temam bikin.
Di rastiya civakî ya Kurd de van pêkhatinên civakî yên hemdem ên di asta tebeqeya jor de li gorî kokên xwe yên dîrokî bi aliyên xwe yên neyênî yên hişk û jixwedûrketî, li bûyerên hemdem ên di asta tebeqeya jêr de jî bi neyênî tesîr kirine. Ji ber ku tebeqeyên modern ên ku divê çanda neteweyî û civakî bi kêmanî temsîl bikin (ji bilî îstîsnayên ferdî) çênebûn û yên çêbûne jî xerîb ketine û weke dûvikê neteweyên serdest bûne heyî û mîna gotina pêşiyan ‘masî ji serî ve genî dibe’ zirar û ziyaneke mezin dane tebeqeyên Kurmanc û karkeran. Rastiyeke civakî ya têra xwe bi birîn û kurmîbûyî… Ev rastî çiqasî nû û hemdem be, birîn û kurmîbûn jî ewqasî berfireh û kûr e. Bihêlin ji xwe re qadeke civakî û çînî biafirîne, bi awayekî xweber nikare bibe rastiyeke çînî û civakî. Ji bo xweber pêk bê, ji hewldan û taqeta pêdivî pê heye, mehrûm hatiye kirin. Bihêlin çandeke civakî û çînî pêşde bibe, ji ya rêûresmê jî mehrûm bûye. Rastiya civakî ya Kurd li tebeqeyên jêr bi awayekî marjînal dewam dike. Nikare xwe di nava neteweya serdest û hêzên civakê de bihelîne û ji wê hêzê mehrûm e, mîna meytekî û parçeyên termekî li naverastê ye. Ji ber ku ji bo helandina di nava çandên serdest de jî hêz û jêhatibûn divê. Dema ev jî nebe, ya dimîne hêmanên marjînal ên Kurdîtiyê ne. Kurdîtiya eşîrî, dîndarî û Kurmancî nikare ji marjînalbûnê bibihure û nikare bibe tebeqeyeke çînî û civakî ya hemdem.
Ev rewş hemû bi awayekî giştî bi tenê encama mêtinkarî û zordestiya rastiyên civak û neteweya serwer a bi destê modernîteya kapîtalîst tê rêvebirin nîne. Jixwe em dûrûdirêj li ser modernîteya kapîtalîst sekinîbûn. Ev mêtinkarî û zordestî têkildarî polîtîkayên qirkirina çandî ye ku bi armanca Kurdan ji rastiya neteweyî, welatî, civakî, ekonomîk û çandî bike, tê kirin. Rastiya civakî ya Kurd bi kirinên wisa yên qedandinê re rûbirû ye ku mînakên wê li dinyayê kêm têne dîtin. Xwezaya van kirinan hemû neyê analîzkirin, diyardeya Kurd nayê fêhmkirin, eger bê fêhmkirin jî wê di navê de şaşiyên mezin hebin. Encam ‘Kurdîtiyek’ e ku ji xwe ditirse, direve, xwe înkar dike, çiqasî xwe înkar dike bawer dike ku wê nasnameya mirovekî modern bi dest bixe, xafil, sextekar, nezan, ûqela, xwe nenas, maf nenas, ji huqûqê fêhm nake, li derveyî siyasetê, anormal û qediyayî ye. Mirov ji vê Kurdîtiyê re dikare marjînal jî bibêje. Belkî jî bi sedema ku şêweyekî wê yê norman bigire nemaye diyardeyeke danasîna wê mirov nikare bike mewzûbehs. Wêjeyeke Cihûyan der barê qirkirina xwe de kirine heye û li nava dinyayê cihekî wê yê hatiye qebûlkirin heye. Li ser wan bêhejmar film, roman, berhemên zanistî, muzîk û resim hatine çêkirin, ji bo serhatiyên Kurdan an jî ji bo felaketên bi serê Kurdan de anîne rewşeke berevajî mewzûbehs e. Ji bo serhatiyên Kurdan ne wêjeyek, sînamayek, ne jî lêkolîneke zanistî hatiye kirin. Bi tenê di qada muzîkê de şêweyekî destanwarî yê ji rêûresmê maye, heye. Ew jî diqede, wê diqedînin.
Dema ku min cesaret kir ez li ser realîteya Kurdîtiyê rawestim, min bandora giran a van heqîqetan timî his kir. Min xwest wê bi rêbaza zanistî qebûl kiriye îfade bikim. Ravekirinê têrê nekir, min xwest siyaseta wê bikim. Wê jî têrê nekir, min xwe li şerê wê rakişand. Wê jî têrê nekir, min gav avêt aştiyê. Ew jî dikim nakim pêk nayê. Ev hemû nîşan didin û piştrast dikin ku rewşa hemdem a rastiya civakî ya Kurd çiqasî tirsnak e. Min bi hezar zor û zehmetiyî karîbû bi van rêzan rastiyê bînim ziman û haya min ji min heye ku divê ev ti car piçûk neyê dîtin. Ez dema li van hemûyan difikirim, ji bo dost û hevrêyên li derveyî vê dimînin xemgîn dibim, li dijî yên rastiyê durû û bêrû îfade dikin, hêrsa xwe diparêzim.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN