NAVENDA NÛÇEYAN
Her roj êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li Bakur, Başur û Rojavayê Kurdistanê zêde dibin. Ji aliyekî din ve çalakiyên Hêzên Gerilla û Hêzên Rizgariya Efrînê bê navber berdewam dike. Ji ber Dewleta Tirk ya dagirker li hember çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê bê çare man dest bi êrîşkirina gel kir ta ku gelê Efrîn û Şervanên Azadiyê ji hev qut bike lê bi çalkiyên Şervanên Azadiyê re vala hat derxistin.
Di meha Tebaxê de Hêzên Rizgariya Efrînêê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk ya dagirker gelek çalakiyên bi bandor pêk anaîn. Di encama çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de bi qasî hatiye tesbîtkirin 19 leşkerên Tirk ên dagirker, 99 Çeteyên wê hatin kuştin û 67 jî bîrîndar bune, 2 bargeh, 3 Wesayet, 2 motor, 3 erebe bi temamî hatin rûxandin.