MEXMÛR – Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 51 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike.
Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya seytereya asayîşa PDK’ê hatin û ev 6 rojin li wir çalakiya xwe berdewam dikin.