BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad, got, “(…)Ev tablo tenê bi protestoyên “li dijî tundiyê na”, bi meşên polîtîk ku carinan tê kirin nikare were sekinandin. Bêguman ev helwest girîng e. Lê hewceyî bi guherînên radîkal heye”. Serhad pêngava “Ji bo guherînê û azadiyê tu jî rabe ser piyan” ji ANF’ê re nirxand.
Li ser armanca pêngava, “Ji bo guherînê û azadiyê tu jî rabe ser piyan” Ronahî Serhad got, “Bi vê pêngavê armanc ew e ku mijara jinê li Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê bibe navenda hemû pirsgirêkan û li Rojhilata Navîn ku qet nabe rojev, programa çareseriyê ya jinê were sazkarkirin. Jin li her deverê gihane asteke biqîmet a rêxistiniyê û li dijî mêtingeriyê li ber xwe didin. Bi berxwedan û têkoşînê jin û gel rêxistinî dibin, tim çalak dibin û pê ji bo pirsgirêkan çareserî tê hilberandin. Bi pirsgirêka jinê re tê armanckirin ku zor li demokratîkbûna Tirkiyê ya yekreng û faşîst were kirin, maf û azadiyên sereke yên gelê Kurd li Tirkiyê, Sûriyê û Îranê bibe xwedî statûyeke destûrî. Israra li ser dîlbûna Rêber Apo ku ji bo çareseriyê têdikoşe, israra li er neçareseriyê û şer e. Rêber Apo vîna jinên Kurd, gelê Kurd temsîl dike ku jin û gelê Kurd Rêber Apo ji xwe re Rêber dibînin. Ji ber vê jî, em têkoşîna ji bo azadiya wî, ji bo xwe weke sedema hebûnê dibînin.
‘JI BER KU 19’Ê TÎRMEHÊ TÊKÇÛNA DAÎŞ’Ê YE PÊNGAV 19’Ê TÎRMEHÊ DEST PÊ KIR’
Serhad li ser dema destpêkirina pêngavê ya 19’ê Tîrmehê jî got, “19’ê Tîrmehê ragihandina fermî ya serkeftina têkoşîna dijî hovîtiya DAÎŞ’ê ye. Têkoşîna mirovahiyê ku bi navê Şoreşa Rojava ketî nav lîterastûra raya giştî ya cîhanê, di bin banê nasnameya YPJ’ê de, ku hêza çekdar a jinan bi xwe ye, rêxistiniya xwe kiriye û bi ser ketiye. Li dijî êrîşan rêxistiniya xweparastinê tenê bi çekê sînordar nemaye her wiha rêxistiniya civakî jî bi asteke mezin pêk aniye. Rêxistinên jinan ên Kurdan îsal di salvegera 19’ê Tîrmehê de bi bernameyeke nû ya çalakiyê ew pêşwazî kirine. Ev plansazî tenê bi Bakur-Rojhilatê Sûriyêre ne sînordar e, hemû deverên Kurdistanê vedihewîne, her wiha armanc dike ku bi rêxistinên jinan ên deverên din ên cîhanê re têkoşînê geş bike.
‘GUHERÎNA MÊR Û MALBATÊ WÊ WERE GOTÛBÊJKIRIN’
Armanc dike ku ji hêla siyasî, civakî, çandî û zayendîparêz ve civakê biguherîne, hesab bi netew dewletên qirker, îmhakar re bibîne, bi xurtkirina pergala konfederaliya demoktîk, em hêza xwe bînin asteke bêhtir karîger. Her wiha wê weke serdemeke xebatê û têkoşînê bidome, ku wê di vê demê guherîna zilêm û malbatê were gotûbêjkirin, bi organîzasyonên curebecur û çalakiyan bîrewerî çêbibe.”
‘HEWCEYÎ BI GUHERÎNEKE RADÎKAL HEYE’
Li ser têgeha ‘guherînê’ ya pêngavê Serhad got,”Heke serê deqeyekê bi hincetên cuda jin ji hêla mêran ve têne kuştin, ev tablo tenê bi protesoyên ‘ji tundiyê re na’, her wiha bi meşên polîtîk ku car caran li dijî kuştinên jinan nayê guherîn. Bêguman ev çalakiyên helwestê girîng e. Hewceyî bi guherîneke radîkal heye. Divê rejîm zûzûka biguherin. Komkujiyên li ser jinan, komkujiyên di şer de, hilweşînên ku zêde dibin çareseriyê ferz dike. Rejîma baviksalar, hilweşîna sirûştê, jinê, civakê û hawîrdorê didomîne. Divê ev desthilatî were xistin û hewceyî bi guherîna demokratîk heye. Çi avanî û saziyên polîtîk ên ne demokratîk, ne azadîxwaz, ne dadmend û aştîxwaz û ne wekhevîxwaz divê biguherin. Di serî de Tirkiye, Îran û Sûriyê rejîmên zordar û zextê dijminên jinan in. Di bi bavê van rejîman de, di nav sînorên wan de jin nikarin bijîn, jixwe nikarin bijîn jî, têne kuştin. Ev rewş tenê ne li nav wan welatan ku navê me da tê jiyîn, li tevahiya Rojhilata Navîn tê jiyîn û li nav civakên Rojava jî tundiya zayendî pir zêde ye û jin weke hêza erzan a kar têne xebitandin.
‘DIVÊ POLÎTÎKAYÊN ZAYENDÎPARÊZ BIGUHERIN’
Divê polîtîkayên zayendîparêz, zimanê dînparêziyê û polîtîka biguherin. Divê polîtîkayên milliyetparêziyê ku ji bo propagandaya şer pir tê bikaranîn û weke îdeolojiya welatparêziyê ya netew-dewletê pir tê xebitandin biguhere. Weke ya di rejîma Îranê de ku dîn kirî bin kontrala xwe û ya di mînaka AKP’ê de, bi dînparêziyê jin têne vederkirin û maneweyita civakê tê mêtin, divê pêşî li vê were girtin. Dema wê ye ku çi tişta ne baş e biguhere. Heke em guherînê bi cih neyînin em ê dereng bimînin ku bigihin wê azadiya ku em dixwazin, em ê têk biçin.
‘RABÛNA DIJÎ AVANIYÊN DIJÎ NIFŞÊ JINÊ NE BI SERÊ XWE RADÎKALÎZM E’
Dibe ku ji bo hinan guherîn ne têgiheke radîkal be. Ji bo guherîna avaniyên madî û wan hişmendiyan ku dijî civakîbûnê, xawênên mirovahiyê ne û dijî nirxên nifşê jinê ne, rabûne ser piyan bi serê xwe radîkalîzm e.”
HEDEFÊN PÊNGAVÊ
Li ser hedefên pêngavê jî Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad Got, “Li Tirkiyê guherîna desthilata AKP’ê û ji bo pergala jiyanê ya azadîxwaz, civakî çêkirina destûreke nû û ku tê de jin cih digirin. Rakirina tecrîdê ya li ser Rêbertiya me û pêkanîna çareseriya pirsa Kurd, rawestandina polîtîkayên şer, pêkanîna aştiya rasteqîn. Destpêkê di rêveberiyên xwecih de, di hemû mekanîzmayên siyasetê de, di rêxistinên dewlet û derveyî dewletê de pêkanîna rêveberiya li ser wekheviya temsliyeta jin û mêr. Hevseroktî mînaka herî berbiçav a temsîliyeta wekhev e.”
Serhad li ser hedefên pêngavê bi domdarî got, “Li Sûriyê ji bo pêkhatina çareseriya demokratîk muxatabgirtina Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û rakirina tehdîdên Tİrkiyê, vekişandina artêşa dagirker a Tirkiyê û bike ku DYE û Rûsya û Îran ji bo çareseriya demokratîk a gelan bi rista xwe rabin. Li Îranê naskirina jina nû gelê Kurd, kişandina Îranê ya ber bi xeta guherînê ya demokratîk ve. Em armanc dikin ku statûya Şengalê ji hêla destûrî ve were naskirin.”
Serhad her wiha got, “Ji hêla civakî ve, ji bo guherîna hişmendiya zayendîparêz û avaniyan tim lidarxistina gotebêjan, mirov bike ku saziyên dewletê yên ku tundiya mêr meşrû dikin û mêr diparêzin werin guherin û ji hêla meşrû ve were bêfonksiyon kirin. Mirov bike ku statûya jinên navmalê biguhere, bike ku bi rengekî aktîv tevlî nav polîtîkayê bibe.”
ARMANCA RÊXISTINÊN JINAN
Serhad bi berdewamî got armanca hebûna tevgerên jinan têkoşîna dijî zayendîparêziyê ye, her rêxistiniya jinan divê milliyetparêziyê weke navtêdar, halana şer bibîne û polîtîkaya ku dawiyê xwe digihîne nîjatperestiyê red bike û berevaniyê li jiyanê bike.
Serhad her wiha got, “Tevgerên jinan bi bernameyeke hevpar tevbigerin û her wiha xwedî planên cuda yên çalakiyan bin ev sirûştî ye. Ne rast e ku ev mîna helwesteke parçeyî were dîtin. Rêxistinên cuda yên jinan dema ku li dora pirsgirêkên cuda rêxistiniya xwe bikin, ev li gorî bernama û armancên wan e. Hemû çalakî, têkoşîna polîtîk dawiya dawî tê ser birka azadiyê. Pirsgirêk ne ew e ku çalakî, gotin cuda bin, pirsgirêk ew e ku tevgerên jinan di têkoşînê de sekan bisekinin û carinan aktîv nebin.”
‘HEWCEEYÎ BI TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ YA TEVGERÊN JINAN HEYE’
Serhad her wiha bal kişande ser giringiya yekbûna tevgerên jinan û got, “Heke em faşîzmê paş ve nexin, faşîzm di serî de mafê jiyanê dest li ser hemû maf û azadiyan datîne. Dema wê ye ku li dijî faşîzmê rêxistiniya tevgera yekbûyî ya jinan were kirin. Li Rojhilta Navîn serê polîtîkayên faşîst û milîtarîst hikûmeta AKP’ê dikişîne. Encamên têkoşîna dijî hikûmta AKP’ê tenê wê bi Tirkiyê re sînordar nemîne. Ji ber ku polîtîkaya navxwe ya AKP’ê û ya derve şer, li derve jî bi konsepta şer rê ve diçe. Li navenda hemû hevdîtinên dîplomatîk, leşkerî û siyasî bêstatûhiştina Kurdan a di sedsala 21’ê de heye. Bi pozîsyoneke emperyal, dagirker şer dibe her deverê. Hilweşandina AKP’ê li Rojhilata Navîn wê rê li çareseriyê veke. Wê rê li demokratîkbûnê û aştiyê veke. Li Rojhilata Navîn rêxistiniya zayendîparêz, milliyetparêziyê, dînparêziyê herî xurt li nav dewleta Tirkiyê ye. Heta ku ev hêza neqenc neyê şikanin, hilweşandin, bi alî demokratîkbûnê de guherînek neyê kirin, polîtîkayên komkuj wê neqedin.
‘TÊKOŞÎNA ESASÎ DI NAVBEYNA DEWLET Û CIVAKÊ DE YE’
Serhad li ser mekanîzmaya dewletê jî got, “Dewlet îcada zilamê serwer e. Dewlet di bikaranîna serweriyê de hêza sereke ye. Dewlet, sembola serweriya li ser civakê, xebitandina wê û mekanîzmaya wê ye.” Serhad her wiha got, “Têkoşîna esasî ya demokrasiyê têkoşîna di navbeyna dewlet û civakê de ye. Li nav wan civakan ku ji hêla îradeyê ve xurt in, dewlet mîna erkeke navendî, qada wê ya rayeyê hatiye qelskirin. Kontrola civakê xurtir e.”
DIVÊ PÊNGAV GEŞEDANÊN ROJANE JÎ VEHEWÎNE’
Li ser rewşa pêngavê Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed got, “Pêngav hê nû dest pê dike, hewceyî pê heye ku hemû geşedanên rojane vehewîne naxwe. Niha di rojevê de qeyûmên li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê hene. Li dijî pêkirinên Erdoganê dîktator girseyîkirina protestoyan di nav pêngavê de ne. Her wiha peywira wê ye ku li dijî dagirkeriya Başûrê Kurdistanê helwest were geşkirin.”
‘DAYIKÊN KURD SERDEMEKE NÛ DANE DESTPÊKIRIN’
Serhad bi domdarî got, “Ez bawer dikim ku ev pêngava ku li Kurdistanê û li derveyî welat dest pê kirî wê geştir bibe. Pêdiviya civakê bi zimanê çareseriyê ya jinan, bi dilê wan ê wêrek, bi asta wan a bilind û bi têkoşîna wan a radîkal heye. Adrêsa çareseriyê jin in. Ên ku wê çareseriyê bînin em in. Dayikên li Kurdistanê, bi dînamîzma ciwanên 20 salî ji lehenga modêla di romana “Dayik” a Maxîm Gorkî de, bihurîn û serdemeke nû dane destpêkirin” û got, “Dayikên aştiyê mohra xwe li têkoşîna civakî dan”, têkoşîna Dayikên Şemiyê bi bîr xist û got, “di dîrokê de cihê xwe girtin.”
‘CIWAN Û JIN DÎNAMÎKA GUHERÎNÊ NE’
Herî dawî li ser pêvajoya Tevgera Ciwanan jî Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad got, “Tevgera Ciwanan jî bi dirûşma “Pêgir nebe, azad bibe” pêvajoya çalakiyê da destpêkirin. Rabûneke têra xwe girîng û şoreşger e. Peywira Tevgera Ciwnaan e ku pêşengiyê li pêvajoyê bike. Heta niha bi rengên xwe yên resen, bi çalakiyên xwe, bi şêwazên xwe, tevlî pêngava Tevgera Jinê nebûn. Ciwan û jin dînamîka guhuerînê ne.”