NAVENDA NÛÇEYAN
04.09.2019 – DIMENÊN ÇALAKIYA LI EZAZÊ: 2 ÇETE HATIN KUŞTIN, 4 jÎ BIRÎNDAR BÛN
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku li herêma Ezaz li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakî hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di 4’ê Îlonê de li gundê kefer Kilbîn ê herêma Ezazê li dijî koma çete El Cebha El Şamiye çalakiye hate kirin û di encamê de çeper û stargehên çeteyan hatin rûxandin, di encamê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.
03.09.2019 – DIMENÊN ÇALAKIYA LI EZAZÊ: 7 DAGIRKER HATIBÛN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li derdora gundê Kefer Xaşir ê herêma Ezazê di 3’ê Îlonê de li dijî çeper û stargehên komên çete yên artêşa Tirk a dagirker hêzên me ji sê baskan ve çalakiyeke bi bandor kirin. Di encamê de 2 çeper û stargehek hatin rûxandin û 3 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû û çekek A4 hate rûxandin.
Di heman demê de li heman herêmê li dijî wesayiteke leşkerî ya çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di encamê de wesayit hate rûxandin û 4 çeteyên dagirker hatin kuştin, her wiha 2 jê jî birîndar bûn.”