NAVENDA NÛÇEYAN
“Dîktatoriya Akp-Mhp bi feraseta “Ne Kurdê baş, ne Kurdê nebaş tune, bila nebe” êrîşên xwe yên qirkirinê bi riya Şerê Taybet dide meşandin. Navenda Şerê Taybet (ÖSM) ji bo vê pêngavek nû da destpê kirin…
Di her daxuyaniyê xwe de dîktatoriya Akp-Mhp hertim dixwaze mijara tevlîbûna nava refên gerîla kêm bûn bixe rojev. Bê guman daxuyaniyên wan bi heqîqet û rastiyê re tu eleqeya xwe nine.
Ji bo mirov ev rastiya ku Tevgera Azadiyê bi cend kesan û kêm derfetan xwe îro gihandiye mîlyonan, bandora xwe li tevahî cihanê çêkiriye û buye hêzek nebine, pêwiste çavê xwe ji hêlinê derxistîbe. Ger çav neditîte bê jî nemimkûne ku guh nebihistîbe.
Li tevahî cihanê ku dengê Azadiyê bilind buye, di nava PKK’ê de di pêşengtiya cend ciwanên bibawer hatibû gelhev. Pêwîste em di vir de jî binin ziman ku fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan riya Azadiyê ronî dike.
Heqîqet ku ewqas firehe û li her deverê ye, Ciwanên ku rola pêşengtî ya ve berxwedanê girtine ser xwe, bi hişmendiya dîrokê û bepirsyartiyê berê xwe dane Azadiyê û destbi meşa xwe kirine, ev meş jî her ku diçe mezintir dibe.
Vê rewşa ku dagirkeran nikaribû qebûl bikin, li dijî wan pêşketinan xebatên xwe ê înkar û reşkirinê wek bertekek derxistin holê.
Dagirkerên faşîst ku her roj dibêje “Tevlîbûna nava refên PKK xelas buye” xwe wek derewek mezin nîşan dide, em vê jî bi bûyerên ku rojane tên jiyîn dibînin. Tevlîbûnê nava refên Azadiyê her roj zêdetir dibin, em vê heqîqetê dikarin bi wan mînakên şenber rêz bikin;
Em pir dûr neçin, di dîrokê 17’ê Tebaxa 2019’an bi dehan ciwan piştî bangwaziya Seferbertiyê ya Komalên Ciwan biryara tevlîbûna nava refên gerîla dan û bi daxuyaniyekê ev eşkere kir. Dimenên daxauyaniyê jî li her deverê belav bû.
Şerê dagirkeriyê ku bi hemû germahiya xwe li Bakurê Kurdistanê didome, tevlîbûnê nava refên Gerîla jî geş dibin. Ciwanên ku tevlî dibin, malbatên wan dibin armanca Navenda Şerê Taybet. Şexsên ku ji bo vê navenda Şerê taybet dixebitin xwe wek bi awayekî pinî nêzî malbatan dikin û rê didin ber wan. Ji bo êrîşên qirkirinê rewa bikin bi taktîkên qirêj malbatan derdixin ber ragihandinê û bi wan hevokên ezbere dide gotin. Bi vê re sinordar namînin, di nava civakê de jî provakasyonan pêşdixe û bi vî awayî dixwaze binketina xwe veşerê.
Di vê rewşa heyî pirsên destpêkê tê hîşê mirov wiha ne;
Ger tevlîbûna nava refên Gerîla nine, ev malbat ji ku derketin?
Ger tevlîbûnê nava refên Gerîla hene, çima bi îsrar tê gotin ku tune?
Ev û pirsên wek wan li benda bersiva ne, heqîqet jî ji pirsên me re dibin bersiv. Her roj ji tevahî cihanê tevlîbûnê nava refên Gerîla çêdibin, bi wan tevlîbûna artêşa Azadiyê mezin dibe û dibe xewna tirsnak ya dagirkeran. Buyîna gerîlayê PKK’ê ne tene çek hilgirtin e, û PKK ne tene artêşek çekdariye. Kadroyê PKK xwedî îdeolojîk û tevgerekê ne.
Bi vê wesileyê ez dixwazim gotinekê binim bîra we:
Mezinbûna Artêşa Gerîla tê wateya azadkirina cihanê.”
Harun Xweza
WÊ BIDOME…
BEŞA DINÊ: Ji Endamên Şerê Taybet qomployên li dijî malbatên Gerîla…
https://www.nuceciwan29.com/ku/2019/08/17/flas-bi-dehan-ciwan-tevli-refen-gerila-bun/
Şirovê 1