RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Di çarçoveya teng de divê mirov behsa şax û aliyê civakî bike. Şax û aliyê çandî bêhtir têkiliya xwe bi rewşa zêhniyetê re heye. Ji ber ku ziman amûrê bingehîn ê îfadeya zêhniyetê ye, girîng e. Ziman yek ji amûrê herî kevin ê civakbûyînê ye; kevirên verrotî ji amûrên pêşî ne, û civakbûyîn jî bi roleke bi qasî ya wan rabûye. Ya rastî, pêşketina zimanî bi pêşketina amûran ve girêdayî ye, û gelekî di zikhev de bandor li hev kirine. Nîzama zimanê sembolan yek ji sedema girîng a gavavêtina Homo Sapiens e. Bi vê nîzama zimên mirovatiyê hêza fikrê bi pêş xist, piştre jî li pey hev rê li ber bûyerên şoreşî vekir. Cinsê mirov bi van şoreşan di warê civakî de gelekî bi pêş ket. Ji aliyê cografîk ve navenda van şoreşan sîstema çiyayên Toros-Zagrosê ye. Em li ser sedemên vê rawestiyabûn. Dapîr û bavpîrên Kurdan koma sereke ya vê sîstemê bûn. Çand û zimanê Aryen a koma ziman a herî kevin pêk anî, hem di warê pêşketina neolîtîkê, hem jî di warê pêşdebirina pêvajoya bajar-şaristaniyê de bi roleke bingehîn rabû. Ev bûyer hemû heta bi beriya bîst hezar salan şaxên xwe ber didin, diçin. Ango mirov dikare di cîhana Kurdan a zêhniyetê de şopên pêvajoyên neolîtîk û şaristaniyê bigerîne. Piştre, bûyera jêre koma çand û ziman a Hind-Ewrûpayê tê gotin jî kokên xwe ji vê rabihuriyê digire. Yên di nava vê koma çand û ziman de timî li hemberî xwe du komên çand û ziman ên cuda dîtin. Li Başûr komên Semîtîk ên ji nêz ve bi kokên xwe Efrîkî (çanda çol û qadên germ) û li Bakur komên Ûral-Altay ên li keviyên Sibîryayê (çanda qutbê û qada sar). Li gorî van herdu koman koma navî bi derfet û avantaj bû. Avantaja cografîk di pêşketinê de xwedî roleke diyarker bû. Ji ber vê yekê, em dibînin ku komên qada navîn bi awayekî dîrokî gavên mezin diavêjin û mohra xwe li bûyerên mezin dixin. Lewma em dikarin fêhm bikin ka çima hem di pêşketina çanda maddî û hem jî di ya çanda manewî de bi rola sereke rabûne.
Çanda Kurd tevahiya dîrokê di mezinkirina çanda çemê sereke de û di tesîrlêkirina wî de bi roleke pêşeng rabûye. Lê ji ber ku devera wê ya jiyanê timî li qada şer a dîrokê bû, ji bo hebûna xwe biparêze û bergiriya xwe bike, xwe vekişandiye serê çiyan. Bi saya çiyan, karîbûye bibe gelê herî kevin û bibe xwediyê vê nasnavê. Aliyê vê yê neyênî jî ew e, di nava xwe de zêde cih nedaye çanda bajêr. Bi bajêr re timî di pozîsyoneke dijber de maye û bajar weke cinawirekî wê daqurtîne û bixwe dîtiye. Lewma çanda qebîle û eşîrê ya ji rêûresmê heta roja me ya îro hebûna xwe parastiye. Forma qebîle û eşîrê şêwe û qalibê bingehîn ê çanda Kurd e. Çawa ku sosyolojî dide nasîn çanda eşîrê çandeke bi rêya baviktî û xizimtiyê nîne, çandeke jiyana azad û şêwazekî heyînê ye, bi berxwedana li dijî şaristaniyê xwe diyar dike, bawer dikim ku bi vî awayî danasîna wê duristir û rasttir e. Li cem Kurdan çanda eşîrê gelekî bi hêz û xurt e. Ji ber ku tevahiya dîroka şaristaniyê bûne xwedî îrade ku bi berxwedanê xwedî li hebûna xwe û jiyana azad derkevin. Di vê de têkiliya baviktî an jî xizimtiyê diyarker nîne. Rêûresma Zerdeştiyê di vê çarçoveyê de ji rêûresma dînê Semîtîk cudatir e; mirovan nake evd, bêhtir wan dikişîne aliyê jiyana azad. Di navbera wan de cudahiyeke evqasî bi kok û binyad heye. Di dema serdestiya Îslamê de rêûresma Zerdeştî derb xwar û bi vê re jî evdîtî hat. Desthilatdariya Îslamê bi dijwarî dijmintiya rêûresma Zerdeştî kir û di binê vê dijmintiyê de ev diyardeya evdkirinê û çînîkirineke hişk heye. Kurd çiqasî tevlî Îslama desthilatdariyê bûne ewqasî bûne evd, bûne kole û ev xusûseke gelekî girîng e. Di çanda Kurdan de îradeya ji bo jiyana azad bi hatina Îslama Desthilatdariyê re derbeke xedar xwariye. Li dijî vê, berxwedanên li ser bingehê Elewîtî û Êzîdîtiyê bi rêûresma Zerdeştiya kevin re têkildar in, û bi awayekî bingehîn a di vê de rol dilîze destnekişandina ji îradeya jiyana azad û çanda derfetê dide wê ye. Terîqet û mezhebên ji Îslama Desthilatdariyê reviyane û xwe jê dûr girtine, çiqasî bi nexweşiya desthilatdariyê neketine, bêhtir alîkariya jiyaneke azad û bi exlaq kirine. Ev bi awayekî rêxistinên xweparastinê yên serdema navîn in. Çanda Kurdan bi awayekî bingehîn di serdema navîn de bi van du riyan hem hebûna xwe parastiye, hem jî di jiyana xwe de cih nedaye evdîtiyeke bikeve hinavê wê û xwesteka xwe ya ji bo azadiyê bi dilsozî dewam kiriye.
Modernîteya kapîtalîst, çawa ku di qada çanda maddî de kiriye, di qada çanda manewî de jî helwesteke asîmîlasyonîst û qirker nîşan daye û ev jî bi mekanîzmayên tinekirinê yên dewleta netewe pêk aniye. Dewletên netewe yên Ereb, Tirk û Îranê ku bi awayekî acente û saziyên sîxur ên modernîteya kapîtalîst in, ji avahiyên desthilatdariyê yên rêûresmê sûd wergirtine û çanda Kurdan bi temamî kirine mengeneyê, ji tevahiya derfet û îmkanên perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm kirine, pergala perwerdeyê ya medreseyên rêûresmê xira kirine qedexe kirine, çand û zimanê Kurdî di nava saziyên çand û zimanê serdest ên dewletên netewe de ji îmhayê re terikandine. Hinek hewldanên lawaz û zelûl ên milliyetgiriya Kurd ji bo parastina çanda Kurd (xebatên wêje û ziman) bi ser neketin û tevî vê jî li hemberî hevrikên wan ên bi hêz rê li ber reaksiyoneke dijber vekiriye. Eger çanda berxwedanê ne bi hêz be, çawa di her diyardeya bi vî rengî de tê dîtin, bivênevê her ku diçe dihele û tine dibe. Herweha bi awayekî giştî formên milliyetgir ên bûrjûwayê di wê kapasîteyê de nînin ku çandên gel zindî bihêlin û pêşde bibin, berevajî xwedî fonksiyonekê ne ku wan çeloxwarî dikin û naveroka wan pûç dikin. Di modernîteyê de çanda nivîskî li asta herî jor e, lê bi sedema qedexekirin û asîmîlasyonê, ji bilî çend xebatên lawaz û qels çanda Kurd pirr kêm berhem dane. Di van berheman de jiyana azad negihiştiye îfadeyeke rast, bêhtir di van berheman de arîstokrasiya eşîrê, pergala wan a begtiyê û otorîteyên dînî derketine pêş.
Di rastiya Kurd de ji bo pêşketina çanda neteweyî rola modernîteya kapîtalîst neyênî ye. Di warê pêkanîna çanda neteweyî ya bûrjûwayê de nêzî rastiyê jî nebûye. Çanda dimeşe û tê pêkanîn, çanda îmhaker, asîmîleker û qirker a dewleta netewe ya serdest e. Sloganên faşîst ên weke ‘tek welat’, ‘tek netewe’, ‘tek ziman’, ‘tek dewlet’ û ‘tek al’ ku her roj têne dubarekirin vê rastiyê îfade dikin. Hêmanên modernîteya kapîtalîst ên ji asîmîlasyon û çanda zordest a serdema destpêkê û navîn bi gelekî wêdetir xwedî sîstemekê ye, weke sê suwarên mehşerê, demekê beriya demekê li pey pêkanîna mehşerê ye. Çanda dewleta netewe, îndustriyalîzm û kara herî zêde ji bo ku çanda Kurdan a rêûresmê ya hê ji modernbûnê dûr e, û hê nebûye neteweyî biqedîne, bêperwa tevahiya rêbazên îmhaker bi kar tîne.
Çîroka pêkhatina bûrjûwaziya Tirkê Spî ya kapîtalîzma burokratîk a Tirk ew afirand, bi temamî komploker e. Komplokeriyê ji serî ve çanda împaratoriyê ya ji rêûresmê ji xwe re kiriye pêpelûk û maske, bi awayekî navenda wê derve û hundir be civak rehîn girtiye. Di vê çandê de civak êsîr e. Elîteke çînî ya welê çêbûye ku çanda civakî ya ji xwe re orîjîn dihesibîne jî (etnîsîteya Tirk û Îslama Sunnî) rehîn girtiye, û eşkere ye ku ev elît wê li ser rastiya çandî ya Kurd bi roleke texrîbkartir rabe. Tevahiya sedsala 20. bi mînakên bi vî rengî yên balkêş tijî ye. Çanda Îttîhad û Teraqî ya îdeaya wê ya gavavêtinê li ser bingehê laîk hebû û nexasim bi CHP’ê şêweyên wê yên bêhtir bûne desthilatdar, piştî ku tesfiyekirina hebûna çandî ya Ermenî, Helen û Suryanî temam kirin bi tevahiya hêza xwe berê xwe dane tesfiyekirina çanda Kurd. Hem di dema 1925-1940’î pêvajoya isyanên provokekirî de, hem jî paşê di bêdengiya mirina spî de rêbazên tineker heta dawiyê bi kar anîn. Tevî ku carinan qirkirinên fizîkî pêk anîn jî bi awayekî bingehîn a pêk anîn modela qirkirina çandî bû.
Di vê demê de çanda Kurd bi tevahî hêmanên xwe yên maddî û manewî ji sedî sed hatiye înkarkirin û qedexekirin, bi pêkanînên asîmîlasyonê yên bê sînor, xwestine qirkirina çandî temam bikin. Ji bo Kurd hebûna xwe ya çandî li ser piyan bigirin, îmkan nedane ku bi tenê dibistana ‘baxçeyê zarokan’ jî vekin. Pêkanîneke welê ye ku mînakeke wê ya din li dinyayê tineye. Di xaleke bi tenê ya qanûnê de ji îfadeya nasnameya çandî re cih nehatiye veqetandin. Çanda Kurd tevî hêmanên xwe hemûyan ango wêje, dîrok, muzîk, resim û hwd. li derveyî huqûqê hatiye hesibandin. Li ser rûyê erdê jî emsaleke duyemîn a vê yekê nîne. Der barê Kurdan de çi hêmanên divê bêne hilweşandin û tinekirin hebin hatin hilweşandin û ji holê hatine rakirin û yên divê bêne bikaranîn jî bi çanda dewleta netewe ve entegre kirin û helandin, ji çanda Tirk hesibandin. Bi qedexekirina zimanê dayikê re navên dîrokî yên gund, bajar, herêm û dayikniştiman hemû hatine qedexekirin û li şûna wan navên Tirkî yên ‘Tirkê Spî’ hatine danîn û bi vî awayî hukim dane ku rastî wê bi hêsanî bêne tesfiyekirin. Tevahiya şêwazên îfadeyê yên çanda Kurdî ango wêje, muzîk, resim, dîrok û zanist di çarçoveya heman qedexeyan de girtine û bêhtir bi çavsorî bi ser de çûne, yên di van qadan de xebatê dikin ne ku bi tenê li derveyî huqûqê hesibandine, kirine mehkûmê bêkarî û xizaniyê û ew tevizandine. Ji bo Kurd karibin bijîn şert ew e, divê ji çanda xwebûnê bigerin û ev pêk anîne. Nemaze piştî dema isyanan ekonomî, huqûq û siyaset weke sîlehên herî bi bandor ên tesfiyeyê hatine bikaranîn. Piştî van pêkanînan a li dawiyê mayî Kurdekî ji xwebûnê dest kişandî û çandeke Kurd a weke meyt û beratê ye ku kî nêzîkê wê bibe ji serî ve belayeke mezin bi serê xwe de tîne. Çiqasî ev rewş bê qebûlkirin, ewqasî jî mirovî tine dike. Bêguman weke rizîna hêmanên berate û meytekî ji ber qirrakan mayî ye. Di diyardeya çandî ya Kurd de pêvajoyeke mezin a rizînê pêk hatiye, pêk tê.
Ji rêûresma deshilatdar a Îslamî ya bûrjûwayê nehatiye ku ji nêzîkatiya Tirkê Spî bibihure heta ji wê paşketîtir e. Li dijî hebûna çandî ya Kurd tevî rêbazên laîk modernîst, rêûresma Îslamî jî bi kar aniye û di bin navê senteza Tirk-Îslamê de milliyetgirî hê dijwartir kiriye û pêk aniye. Nexasim kengî di tesfiyeyê de Tirkkirina laîk kêm ma, motîfên Tirk-Îslamê kirin dewreyê. Di serî de terîqetên Neqşî û Qadirî, bi tevahî amûrên dînî di vê mijarê de weke amûrên tinekirina çandê hatine bikaranîn. Serokatiya Karûbarên Diyanetê Ya Fermî bi Komarê re hat avakirin û ji wê rojê ve di xizmeta laîkgiran de hatiye xebitandin. Nexasim girêdana Kurdan bi çanda dîn îstîsmar kirine û bi giranî dîn weke şêwazekî komplowarî bi kar anîn. Naveroka xisletên terîqetên xwedî rêûresmeke berxwedêr, hatin pûçkirin û ew ne li gorî armancên damezrandinê, berevajî van armancan bi kar anîn. Têkoşîna milliyetgiriya Tirkê Spî (rojane bi awayekî berbiçav CHP, MHP û yên weke wan) li dijî çanda jiyana azad û berxwedana PKK’ê bêkêr bû, lewma li şûna wê yan bi wê re, li gorî polîtîkayên dewleta netewe (tevî ku bi prensîbên Komara Atatirk re li hev nakin) pêkhatinên Îslamgiriya Tirk temsîl dikin (di serî de AKP, partî û ekolên mîna Millî Goruşê û yên weke wê) bêyî ku fikaran bikin bi kar anîne. Dema ku mijar bûye hebûna çanda Kurd, gelek partî û ekolên Îslamgir bi awayekî biçin ‘Seferên Xaçperestan’ tevgeriyane û ev şêwaz weke pêdiviyeke ‘yekîtiya millî û yekparebûnê’ hesibandine.
Di demên dawî de piştî ku hat fêhmkirin hebûna çanda Kurd nayê tinekirin, bi ferzkirina hegemonya global polîtîkayên tinekirinê yên ji rêûresmê hatine sistkirin rê li ber pêkhatinên seriyekî wê yê sexte bigihîje heta çanda dewleta netewe ya Kurd hatiye vekirin. Di vê de hêmana diyarker, çanda jiyana azad û berxwedanê ye. Bi vê Kurdîtiya ku bi şêwazekî komplowarî, sexte û naveroka wê pûç, hedefa bingehîn çanda civaka neteweyî ya Kurd a demokratîk û şoreşger e. Mîna ku Kurdîtiyeke lîberal a bûrjûwa bi vî şêwazî heye, hewl didin vê nîşan bidin û dixwazin wê li şûna çanda jiyana azad û berxwedana Kurd bi cih bikin.
Ev rêbaz, ji aliyê hegemonya îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst ve, ji roja ku derketine holê ve li dijî tevahiya îdeolojiyên şoreşger, sosyalîzma pêkhatî û çandên rizgariya neteweyî pêk anîne bi kar aniye û di vê de têra xwe jî bi ser ketiye. Hegemonya îdeolojîk a lîberal di sêsed salên dawî de nexasim di serdema şoreşan de ev fonksiyona xwe hem bi amûrên hûrûkûr, hem jî bi yên çor bi awayekî serketî pêk aniye û di vê de têra xwe bûye xwedî tecrûbe. Ezmûnên sosyalîst, demokratîk û neteweparêz ên bi serketin jî nikarîbûn xwe ji hegemonya îdeolojîk lîberal a modernîteya kapîtalîst rizgar bikin, nikarîbûn xetên zelal bikişînin nava xwe û wan, û lewma di nava wê de heliyane. Bêguman ev nayê wê maneyê ku çanda jiyana azad û rewşa berxwedanê bi temamî tine bûye; ev piştrast dike ku zordestiya hegemonîk a di dîroka şaristaniyê de timûtim kiriye mînakeke wê bi awayekî bêhtir pêşketî bi serketî bi pêş xistiye û pêk aniye.
Tevahiya dîrokê îdeolojiyên hegemonîk û çandên bi cihkirî yên li ser çanda jiyana azad û berxwedana Kurd hatin ferzkirin pêkanînên xwe yên herî dijwar û asîmîlasyonîst di pêvajoya modernîteya kapîtalîst de kirin. Ev rewş bi naveroka faşîst a modernîteya kapîtalîst re têkildar e. Kara herî zêde îndustriyalîzmê, îndustriyalîzm jî dewleta netewe mecbûrî sîstemeke koletiyê dike. Di asta gerdûnî de qirkirinên çandî yên pêk tên ji bo ev sîstem fonksiyonel bibe ji wan pêkanînan e ku timûtim serî li wan didin. Qirkirina çandî ya Kurd ji wan mînakên sereke ye ku vî rengê heyînê yê sîstemê darî çav dike. Qirkirin weke ku tê îddîakirin ji diyardeyeke Tirk, Ereb, Cihû yên ku her yek ji wan diyardeyeke civakî ye yan jî ji diyardeyeke neteweyî pêk nayê. Qirkirin diyardeyek e ku bi şêwazê mêtinkariyê yê modernîteya kapîtalîst re têkildar e. Lê weke ku xuya dike, qirkirinê mîna diyardeyeke di navbera neteweyên modern de pêk tê nîşan didin. Çandan bera hev didin heta bigihîjin qirkirinê, eger vê nekin meyla kara herî zêde ya kapîtalîst kar nake.
Pêvajoya qirkirinê ya dewleta netewe ya Tirk li ser hebûna çandî ya Kurd dimeşîne, bi heman awayî û pêve girêdayî, ji aliyê dewletên netewe yên din ên parçeker dewletên Ereb û Îranê jî tê meşandin. Li gorî mentiqê sîstemê, bi hev re parçekirin û tinekirin ji bo serketinê hewce dike. Di van demên dawî de ceribandina koalîsyona antî-Kurd a di navbera dewletên netewe yên Îran, Sûrî û Tirkî de bingehê xwe yê dîrokî heye. Lê kengî ji ber petrolê û ewlekariya Îsraîlê berjewendiyên hegemonya global bi yên dewletên netewe yên xwecihî re li hev nekin, ev pêkanîn weke berê bi hêsanî nameşin. Nakokî dike ku carinan derz li sîstemê bikevin. Di vê rewşê de ji bo tevgera jiyana azad û berxwedana çanda Kurd careke din şens heye bi roleke dîrokî rabe; ango li dijî modernîteya kapîtalîst a hêza herî dawî ya navendî ya şaristaniyê ye, firsend çêdibe modernîteya demokratîk xwe weke alternatîfeke bi hêz pêşkêş bike. Çanda Kurd a modern ji ber sedemên xweser bi tenê dikare xwe bi hêmanên modernîteya demokratîk bigihîne serketinê. Em dema serketin dibêjin, em behsa mayîndebûna çanda jiyana azad û hebûna wê ya nayê tinekirin dikin. Formê bingehîn ê vê jiyanê, ekonomiya kominî ye ku cih dide bazara civakî, îndustriya ekolojîk û neteweya demokratîk. Kurdistan û rastiya Kurd a hemdem bi awayekî dîrokî çawa ku di derketina holê ya sîstema şaristaniyê de bi rola dergûşê rabûne, şensê wan heye ku ji bo modernîteya demokratîk weke sîstem xwe piştrast bike dîsa bi rola dergûşê rabin. Çanda demokratîk ne bi tenê weke çanda jiyana modern a Kurd, weke şensekî herêmê û mirovatiya gerdûnî, li ser vî bingehî bi rola xwe rabe, ev yek xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Weke encam mirov dikare bibêje, di danasîna rastiya Kurd de zehmetî hene û ev ji rastiyên wê bi xwe ne. Kurd ne bi tenê rastiyeke civakî ne ku xwedî pirsgirêkên giran in; weke hebûn di danasîna wan de jî pirsgirêk derdikevin pêş. Di dîrokê de û bêhtir jî di pêvajoya modernîteya kapîtalîst de hebûna wan hat guftûgokirin û di bin vê de sîstema zordestî û mêtinkariyê heye û ev sîstem xwedî wan xisletan e ku qir dike. Kurdîtî ne bi tenê ji azadbûnê mehrûm dimîne, di heman demê de tê parçeparçekirin, ji mêtingehbûnê jî wêdetir mîna kelaş û meytê civakî parçe dikin û dixwazin bi vî awayî tine bikin. Lê dîsa jî dikin û nakin, nikarin biqedînin. Di vê de hêmanên bi rola bingehîn radibin cografya Kurdistanê ya derfet û îmkan dide, û xisletên civakî yên qebîleyî û terîqetî ne ku civaka Kurd tevahiya dîrokê parastine. Kengî dixwaze bibe civakeke siyasî, desthilatdarî û dewletdarî hingê bi dijwarî dor lê tê girtin û bi armanca tinekirinê seferan dibin serê, destûrê nadinê di vî warî de bikeve nava kategoriyekê. Di rewşên bi vî rengî de neçar maye dabeşî komên piçûk ên civakî bibe û xwe biavêje bextê çiyan. Ev komên piçûk ên ji serdema neolîtîkê pêk tên nikarîbûne ji civaka qebîleyan bibihurin. Weke komên piçûk dabeşbûna wan têkiliya xwe bi paşvemayînê re tineye bi hêzên şaristaniyê (bajar, çîn û dewlet) re yên li dora wan û yên dirêjî nava wan bûne, heye. Rastiya di qebîlegirî û eşîrgiriya Kurd de û israra di vê rastiyê de ji ber dînamîkên hundir nîne. Di dewamkirin û pêkhatina sîstema şaristaniya navendî de pozîsyona stratejîk a cografya Kurd diyarker e. Pozîsyona cografyayê û pêvajoya bi şer a bi şaristaniyê re li ser rastiya civakî ya Kurd ferz dike ku weke qebîleyên çiyayî û komên eşîr bimînin, hebûna xwe dewam bikin û biparêzin. Heman xusûs ji bo rastiyên civakî yên Ereb û Tirk jî bi vî rengî ye. Erebistan û Çolên Asya Navîn û sîstemên şaristaniyê yên li dora wan, tevahiya dîrokê Ereb û Tirk neçar kirine ku bi xisletên bi hêz ên qebîle û eşîrê bimînin.
Di rastiya Kurd de pêvajoya çînîbûn û bajarbûnê rê li ber veguherînin girîng ên civakî vekirine. Di vê pêvajoya veguherînê de ku xwe bi şêweyê sazî û îdeolojiyên dînî nîşan da, rastiya Kurd bi şêweyên civakê yên ji civaka qebîle û eşîrê ya Kurdan dibihure, da naskirin. Îdeolojiya dînî ya rê li ber bandoreke dualî vekir, li aliyekî tebeqeya jor a qebîle û eşîrê neçarî dewletbûnê kir, li aliyê din jî tebeqeyên jêr veguherandin komên terîqetan. Mirov dikare terîqetan bi rewşa wan a xwerû bi awayekî wan weke komên xweparastinê yên li dijî hiyerarşiya dînî ya dibe desthilatdar û dewletdar bide naskirin. Mirov van herdu dualîteyan li cem komên orîjînal ên Kurdan di rêûresma Zerdeştî ya serdema pêşî de û di rêûresma Îslamî ya serdema navîn de gelekî dikare bibîne. Ji bo Kurdan Zerdeştîtî girîng e, ji ber ku di dîrokê de mînakeke payeberz a civaka exlaqî û polîtîk e. Di Konfederasyona Medan de û di dewama wê Împaratoriya Persan de ev herdu dualîte bi hêz hatine dîtin. Di destguhertina desthilatdariya navbera Med û Persan de Magî gelek bi tesîr bûne û têkoşîna wan a zêde vê dualîteyê piştrast dike. Di Îslama serdema navîn de dualîteyên bi vî rengî û têkoşînên wan bêhtir eşkere xuya dikin û berbiçav dibin. Ji dema derketina holê ya Îslamê û pêve, dualîteyeke bi awayê Îslama dewletê û Îslama qebîleyan pêk tê. Bi gotineke din, hiyerarşiya jor a qebîleyan dibe dewletdar û li beramberî vê, isyanên tebeqeyên jêr wan ber bi bêhejmar şerên mezheb û terîqetan ve dibe.
Ev pêvajoya têkoşînê ku di tevahiya civakên Îslamê de tê dîtin, çawa ku tê zanîn di rastiya civakî ya Kurd de jî timî û gelekî pêk tê. Di orîjînên Kurd ên serdema destpêkê de civaka qebîle û eşîrê sereke bûn, lê di pêvajoya şaristaniya Îslamî ya serdema navîn de Kurdîtî hem weke nav, hem jî weke diyarde xwe baştir dikare bide naskirin. Lê heman pêvajoyê bi xwe re dabeşbûneke kûr jî aniye. Kurdîtiyê bi giranî xisletên xwe yên qebîleyî û eşîrî parastine, lê bi Kurdîtiya çînî û bajarî re weke Kurdîtiya dewletdar û Kurdîtiya li dijî wê ya xwe bi mezheb û terîqetên sivîl diparêze, gelekî ji hev dûr û cihê dibin. Dîroka civakî ya serdema navîn bi awayekî bingehîn xwe disipêre vê cihêbûna sêber û diyardebûnê. Vegotin xwe bi çi şêweyên îfadeyê binixumînin bila binixumînin, di bingehê wan ê maddî de diyardeyên eşîr, terîqet û mezhebê dimînin. Şerên qewmî û çînî hemû xwe disipêrin yekeyên di nava van sê kategoriyan de cih digirin. Parçebûnên bi vî şêwazî ji bo tevahiya civakên Rojhilata Navîn dibin û heta bûye xisleteke gerdûnî. Ji bo rastiya Kurd jî rewş cuda nîne. Xisar û destketî hevdu temam dikin, tevî hemû hebûna asîmîlasyonîst û tineker a rêya desthilatdarî ketiyê, beşên civakî yên mezheb û terîqetan ên ketine ber çerxa zordestî û mêtinkariyê xwe hişk bi hebûna xwe digirin û li jiyana azad xwedî derdikevin.
Piştî ku sîstema şaristaniya navendî dest guhert û ket aliyê Ewrûpaya Rojava, di civaka Rojhilata Navîn de veguherînên bi kok pêk hatin. Jixwe sîstema şaristaniyê ya timî bi pêxîrtengiyên dewrewî xwe dewam dike, di vê qonaxa nû ya modernîteya kapîtalîst de bi awayekî kûr ketiye pêvajoya hilweşînê. Hegemonya Rojava ya bi sedsala 19. re li ser herêmê xurt bû, bi saziyên sîxur û acenteyên bi ser xwe ve bi veguherîna pêk anî, hilweşîn bi lez kir. Kapîtalîzmê meyla xwe ya kara herî zêde bi tenê bi dewletokên netewe yên îfadeya herî zêde ya despotîzmê ne, dikarîbû dewam bikira. Ev statukoya nû ya ji şoreşa îndustriyê mehrûm û ji şoreşa polîtîk gelekî dûr, çawa ku li gelemperiya civakê jî rê li ber vedike, bivênevê wê di rastiya Kurd de jî rê li ber dualîteya hebûn û tinebûnê vekirana. Hem weke dewlet, hem jî weke civak mayîna li ser piyan êdî bûbû mijareke ku li ser guftûgo bê kirin. Li cem Împaratoriyên Îran û Osmanî mirov dikare van guftûgoyan bibîne. Di dema şaristaniya Îslamîk de serwerên Ereb, Fars û Tirk ku bêhtir xwedî rola sereke bûn pirsgirêka wan a bingehîn parastina dewletên wan bû, lê kom û milliyetên bindest bi pirsgirêka parastina hebûna xwe ya civakî re rûbirû bûn. Di vê demê de ji ber rewşa jeostratejîk a cografyayê û avabûna civakê ya belav, ji pêkanînên statukoyê yên mêtinkarî û zordestiyê yên ji rêûresmê wêdetir, Kurd bi gelek pêkanînan re rûbirû bûn. Di serî de Împaratoriya Ingilîz, hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst bi rêbaza rejîmên sîxur û acenteyî yên pêk anîbûn, ji gelemperiya li nava dinyayê gelekî zêdetir li herêmê, nexasim li Anatolya û Mezopotamyayê li ser qewm û komên li derveyî desthilatdariyê mayî, rê li ber felaketeke temam vekirin. Gelên Xiristiyan li ser bingehê îdeolojiyên ummetê yên ji rêûresmê hatibûn fetihkirin û ew kiribûn mehkûmê statuyeke bi vê yekê re hatî pêkanîn; ha bi serê van gelan de felaketa herî mezin anîn ango ew qirkirin û tevî wan çanda hezar salan jî tesfiye bû. Komên Misilman jî ketin ber çerxa mêtinkarî û zordestiya ji rêûresmê û wan jî para xwe ji felaketa mezin girt. Bi qasî Ermenî, Helen û Suryaniyan, bi awayên cuda be jî felaketa mezin a bi destê saziyên sîxur û acenteyên herêmê yên ku modernîteya kapîtalîst li pişt wan e, li Fellah û Bedewiyên Ereb, Tirkmen, Ecem, Berberî û Kurdan jî qewimî.
Rastiya Kurd hebûna xwe ya qewmî û çanda xwe ya tevahiya serdema navîn pêk anî bû bi giranî di vê demê de ji dest da. Rewş serberjêr diçû, ya rastî berepaş paşve diçû. Li gorî şêwazê hebûnê yê modernîteyê bihêlin bibin xwedî sîstemeke kapîtalîst, îndustrî û dewleta netewe, ji aliyê hêzên hegemonîk û saziyên wê yên sîxur-acente ve li ser sêlingê distanê hatin hiştin. Di nîvê sedsala 20. de ji bo Kurdan mijara guftûgoyê ji azadiya hemdem, demokrasî û wekheviyê wêdetir li dora dualîteya “gelo em hene, yan tinene?” digeriya.
Li ser gelên herêmê û neteweyên wê pêkanîn û kirinên digihîjin qirkirinê hene. Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst bi girîngî berpirsiyariya van pêkanîn û kirinan dixin stûyê dewletdariya netewe. Lê ev rûyê rastiyê nîne, rastî tiştekî din e. Sermayeya hegemonîk û yekdestdariyên îdeolojîk bi xwe van elîtên dewleta netewe pêk tînin, wan hem di warê îdeolojî de, hem jî di warê eskerî û ekonomîk de bi gurçûpêç dikin. Mînak, faşîstên Tirkên Spî ên laîkgir ku ji qirkirinên li Anatolya û Mezopotamyayê berpirsiyar têne dîtin, hem di warê îdeolojîk de, hem jî di warê bi gurçûpêçkirina maddî de ji serî heta binî bi desteka hêzên hegemonîk ango Ingilîz, Franse, Elmanya û Emerîkayê hatiye avakirin. Eger desteka van hêzên hegemonîk nebe, hebûna Tirkê Spî ne pêkan bû. Jixwe weke çand ne Îslamiyet ne jî Xiristiyanî yan Mûsewîtî xwediyê wê kapasîteyê nînin ku pratîka qirkirinê pêk bînin. Lê ev kapasîte li cem hêmanên modernîteya kapîtalîst heye, di nava xwe de digire. Lê bi awayê xuya dike, ji van qirkirinan bi giştî bi awayekî kategorîk Ereb, Tirk, Cihû û Kurd berpirsiyar têne dîtin. Roja me ya îro bi îdeolojiyên milliyetgir ên di bin navê Îslamgiriyê de çêkirine hewl didin kirinên bi heman awayî dewam bikin. Lê di bingehê van gavavêtinên îdeolojîk û rêxistinî de para diyarker a rêûresma Ingilîstanê û niha jî ya DYE’yê heye. Eger desteka hêzên hegemonîk nebe, navendên ji wan re hêzên Îslamî tê gotin nikarin bêhna xwe jî bidin. Faşîzma Tirk a Kesk ku pêkanînên qirkirinê yên bi awayekî nûkirî roja me ya îro li ser rastiya Kurd dimeşîne û divê ji van kirinan berpirsiyar bê dîtin, ji serî heta binî navenda wê London, Washington û Berlîn e. Eger desteka van navendan nebe faşîzma Tirk a Kesk nikare gavekê jî biavêje. Li vir berpirsiyariyê dixin ser milê dînê Îslamê yê rêûresmê. Lê ya rastî, çawa ku ji aliyê sosyolojîk ve Faşîzma Tirk a Spî pirr kêm têkiliya xwe bi Tirkîtiyê re heye, herweha Faşîzma Tirk a Kesk jî ji aliyê sosyolojîk û rêûresmê ve pirr kêm têkiliya wê bi Îslamê re heye. Hebûna wan û şêweyê wan ji sedî sed bi modernîteya kapîtalîst û hêzên wê yên hegemonîk re têkildar hatine pêkanîn. Dewamkirina wan jî bi desteka nêz a van hêzan pêkan e. Mînak, çawa ku li tevahiya Rojhilata Navîn dibe, li Tirkiyê jî pêkhatinên desthilatdariyê yên bi meyla Îslamî û dewamkirina wan ji modelên laîkgir zêdetir li navendên hêzê yên hegemonîk têne avakirin û destekkirin.
Rastiya Kurd bi awayekî ji hebûnên civakî yên rêûresmê yên Îslamî yên din cuda, nikarîbûye xwe veguherîne civaka neteweyî, nikarîbûye îmkanên wan ên dewleta netewe bi kar bîne. Berevajî, ji bo nebin civakeke neteweyî dewletên netewe yên serdest li ser wan rejîmên zordest û talanê yên bigihîjin qirkirinê timî û sîstematîk meşandine. Ev rejîmên zordest û talanê desteka hêzên hegemonîk nebe nikarin dewam bikin. Ji ber ku nebûne civaka neteweyî, bi awayekî xwezayî di bin bandora hiyerarşîk, korker û berjewendîperest a çandên terîqet û mezhebên dînî yên serdema destpêkê û navîn, û çanda eşîr û qebîleyê ya serdema neolîtîk de mane, ji dînamîkên hundir mehrûm bûne. Mîna meyt û kelaşeyekê dihêlin. Li ser vî meytî bê sînor pêkanînên tinekirin û talanê yên hêzên hegemonîk û dewletên netewe yên mehkûmî wan e, têne pêkanîn. Di binê guftûgoya hebûn-tinebûnê de ev rastî heye. Li gorî tehlîla dawî, ev rastî bi temamî ji aliyê hêmanên modernîteya kapîtalîst û saziyên sîxuracente yên hevkar ve tê avakirin û ew wê mumkin dikin.
Bêguman, çawa ku di her diyardeya civakî de weke gerdûnî dibe, di rastiya Kurd de jî qutbên berxwedanê weke heyînê ji roja derketina holê heta roja me ya îro her hebûn. Di pêkhatina qebîle û eşîrên pêşî de ya diyarker civakên dijber û li dijî tehlûkeyên şertên xwezayî refleksa bergiriyê û parastinê ye; fikir û rêxistiniya parastinê ya destpêkê û pêşneketî ye. Di vê mijarê de şîroveyên Darwinîst rastiyê nîşan nadin, berevajî dikin. Di pêkhatina qebîle û eşîran de aliyê diyarker têkiliya xwîn û xizimtiyê nîne, li dijî tehlûkeyan parastin, xwezêdekirin û bêhtir bi başî xwe xwedîkirin e. Di çanda qebîle û eşîr a rastiya Kurd de berxwedan, hilberandin û avahiya xwezêdekirinê vê feraziyê bi awayekî vebirrî piştrast dike. Heman xusûs, paşê di rewşa herî xwerû ya çanda mezheb û terîqetan de bi şêwazê berxwedan, hilberandin û bi xwezêdekirineke tekûz a civakê ve girêdayî dibe. Mezheb û terîqet li dijî navendên desthilatdariyên hundir û derve, li dijî bandora bajêr a xiraker û çînîbûnê, bi rola parastina civakê, dewamkirina hebûna wê û azadhiştina wê radibin û ev rola wan girîng e. Ji ber ku wisa bûye, yan xwestine wan tine bikin an jî hêmanên hevkar xistine nava wan û hewl dane ku wan ji rola wan a berxwedanê, ya azadker û heyî dike, dûr bikin.
Li dijî modernîteya kapîtalîst tevgerên hemdem ên demokratîk, azadîxwaz û wekhevîxwaz hewl dane vê rêûresma dîrokî dewam bikin. Bi destê hêmanên modernîteya kapîtalîst firsend nehatiye dayîn şert û mercên xweser ên rastiya Kurd civakeke neteweyî ya hemdem pêk bînin. Hewldanên qels û lawaz ên hêmanên feodal û bûrjûwaya piçûk di vî warî de negihiştine encamê. Herî dawî dewletoka netewe ya Kurd a serî lê dane, eger bi pêkhatinên berfireh ên civaka neteweyî demokratîk neyê xurtkirin, ji tesfiyekirina bi qirkirinê, ji vexwendina felaketên mezin wêdetir wê ti encameke ciddî dernexe holê. Avakirina civaka sosyalîst demokratîk a bi PKK’ê îfade dibe, rastiya Kurd bi têgihiştineke cuda ya modernîteyê digihîne hev û tîne ziman ku Kurd dikarin bi teoriya modernîteya demokratîk û pratîka wê hebûna xwe biparêzin, pê bibin yekpare û azad bibin.
Modernîteya demokratîk a weke alternatîf tê pêşkêşkirin ne bi tenê utopyayeke paşerojê yan mîtolojiyeke civakî ya li rabihuriyê mayî ye; bi xwezaya rastiya civakî re parelel rêyeke dikeve pêşiya me. Modernîteya demokratîk tevî ku li gorî deman şêweyê xwe diguherîne her heye û di tevahiya dîroka şaristaniyê de rastiyek e ku mîna dijberê xwe dîrokeke wê heye. Dîroka gerdûnî ya tevahiya mirovatiya li derveyî hêzên zordest û mêtinkar dimîne temsîl dike. Rastiya Proto Kurdan weke orîjîn ji bo şaristaniyê bi rola dergûşê rabûye. Ha ji ber vê ye ku mîna dayikekê li zilma ewladên şîrheram rast tê; lewma ji hêzên şaristaniyê herî zêde derban dixwe û çanda wan ji aliyê van hêzan ve tê tinekirin. Ji lewra hebûna xwe bi tenê dikare bi şaristaniyeke li derveyî şaristaniya çînî ya ji rêûresmê, bi şaristaniya civakparêz a demokratîk pêk bîne. Eger dîrokeke manedar a Kurd ê bê nivîsandin, bi tenê di vê çarçoveyê de dikare bê nivîsandin. Roja me ya îro îfadeya vê modernîteya demokratîk e. Kurd parçeyên ji hebûna xwe mayî (parçeyên ontolojîk) bi tenê dikarin li ber rohniya dîroka şaristaniya demokratîk bi awayekî zelal bibînin; bi van dikarin bikevin ser rê, bi hêmanên modernîteya demokratîk neteweya demokratîk, îndustriya ekolojîk û ekonomiya bazara civakî ji nû ve xwe ava bikin û bi vî awayî hebûna xwe pêk bînin.
Di dîrokê de cografya Toros-Zagrosê di navbera Efrîka (parzemîna cinsê mirov lê derketiye holê) û Avrasyayê de (cografya lê civaka şaristaniyê pêk hatiye) ne bi tenê di civaka mirov de ji Homo Sapiens, şoreşa cotkarî ya neolîtîkê û şoreşa bajêr a şaristaniyê re bûye dergûş, di heman demê de ew gihandine dîroka me ya nêz û heta şoreşa îndustrî ya Ewrûpa Rojava aniye, mezin kiriye. Niha jî di krîza herî kûr a mirovatiyê de ku koka wê di modernîteya kapîtalîst de ye, hebûna rastiya Kurd weke qebristaneke mirov diçin ziyaretê. Dîrok careke din li heman cografyayê li ser navê mirovatiyê zorê dide Kurdan ku hebûnên civakî biparêzin û mirovî azad bikin û bang li wan dike da ku modernîteya demokratîk ava bikin.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN