NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêvebera a KODAR’ê li ser yekemîn salvegera gerîla Tolhildan Sine, Argeş Karzan, Dilovan Feda û Rojhat Şer yên sala par weke îro şehîd bûyîn daxûyaniyek nivîskî belav kir.
Daxûyaniya KODAR’ê wiha ye;
“Nimûneya pêşeng û şoregerê civakê di heval Tolhildan, Argeş, Dilovan û Rojhat de hat dîtin. Hertim di astek bilind de afirêner û xuliqkar bûn. Rêbaza erkê pêşengtiya civakê bicih anîn. Şehîd Tolhildan Sine endamê desteya rêvebera a KODAR’ê bû û di nava tevgera me de kar kir. Fêrker û xwebexş bû. Ji bo fêrkirinê westan nasnedikir. Hemû dema xwe ji bo fêrkirina hevalên nû derbaz dikir. Mirovek gelperwer bû û hertim wê di dilê gel de bimîne.
Heval Argeş Garzan endamê desteya rêveger a KODAR’ê bû, xwendekarek Ferzad Kemanger bû. Hertim rêbaz a Şehîd Ferzad dişopand û pêşeng bû. Hertim erkê xwe yê şoreşgertiyê pêkdianî. Di demek kurt de bû xwediyê hebûnek dewlemend û şareza. Heval Rojhilat li ser xeta fermandar Simko serî hilda. Rêveber û şoreşger bû. Hertim ji bo nasandina xeta rêber Apo dinava gel de kar dikir. Di jiyanê de xwedî bername bû, bi wêrekî erk û berpirsyartiyan digirt ser milê xwe. Mirovek wisan bû ku di demên teng de xwedî çareser bû. Heta dawiyê bi moralek bilind pêşengtî kir.
Heval Dilovan Feda endamê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bû û ciwanek ji gelê xwe hez dikir. navek pir naverok û bi wateya rast dilsoz û fedekar bû. Ji bo ronîkirinê xwedî dilek fireh bû, di jiyanê de li dijî dijmin xwedî helwest bû. Vê kesayetê wî kir pêşengê xebata ciwanên rojhilatê Kurdistan.
Em di yekemîn salvegera her çar hevalên xwe de, carek din şehîdên xwe bibîrtînin. Em serê xwe li ber şehîdan di tewînin û soza şopandina rêbaza wan dûbare dikin.”
Hêjayê gotinê ye KODAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir bû ku di 7’ê Îlona 2018’an de, li gel êrîşa terorîstî ya Supay Pardarên a li ser baregehên Hizba Demokrata Rojhilat Kurdistanê ya li Koyeyê, êrîşa rejîma Sûriyeyê ya li Qamişlo û ji aliyê rejîma Îranê ve topbarana Herêma Kurdistanê, Supay Padaran bi beşdarbûna cerdevanên navçeyê li dijî gerîlayên KODAR’ê operasyonek berbilav li herêma Sine ya Rojhilatê Kurdistanê pêk anî.
KODARê gotibû; “Ev operasyon divê di çarçoveya êrîşên li ser hebûna Kurdan de were navkirin. Di encama vê operasyonê de 4 gerîlayên me piştî şerekî qehremanî yê li dijî Supay Pasdarên rejîma Îranê şehîd bûn.”