AMED – Sekretera Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer diyar kir ku li ser êşa dayikan polîtîka kirin nayê qebûl kirin û got: “Li ser êşa hin dayikên li pêş avahiya HDP’ê lîstikek tê lîstin. Çalakiya hin dayikan tê qedexe kirin, piştevaniya hin dayikên din tê kirin. Ev ne rewşeke ku were fêm kirine. Ev lîstikeke qirêj e, bi tahlukeye û du standardiye. Li Êlihê jî, Parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar û rêveberê DEP’ê Metin Özdemir ên di encama êrîşa bi çek de, li Kolana Elma ya Êlihê hatin kuştin, hatin bibîranîn.
Xizmên Windayan, rêveber û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, di hefteya 552’yemîn de, li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kom bûn û mîna her heftê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan dîsa wêneyên windayan hildan û pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin. Malbatên ku di Çalakiyên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dan, Bavê Alî Îsmaî Korkmaz Şahap Korkmaz, Dayika Ahmet Atakan Emsal Atakan, dayik û bavê Berkîn Elvan Gulsum û Samî Elvan, Dayika Ethem Sarisuluk Sayfî Sarisuluk, Dayika Medenî Yildirim ê ku protesto kirina qelekolan de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin Fahriye Yildirim, Parlementerên HDP’ê, endam û rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan tevlî bûn.
‘EM VÊ QEDEXÊ NASNAKIN’
Di çalakiyê de Sekretera Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer axivî û wiha got: “Ji ber deng derxistina dayikên ku zarokên xwe winda kirî tenê faîl aciz bûne. Ev demekî dirêje li Stenbol û Amedê çalakiya me bi awayekî kêfî, derveyî hiqûqê hat qedexe kirin. Li Stenbolê Qada Galatasarayê, li Amedê hemû qadên vekirî hatin qedexe kirin. Ev tena serê xwe nîşan dide bi çi awayî nêzîk dibin û hiqûq çawa hatiye asteke kêfî. Em dibêjin ku îhlalên mafên mirovan ên giran ên ku li hemberî mirovahiyê hatin kirin hesap pirsîna wan heq e bi meşrû ye û naye qedexe kirin. Em vê qedexê nas nakin.”
‘LI PÊŞ AVAHIYA HDP’Ê LISTIKEK TÊ LÎSTIN’
Acer, dest nîşan kir ku bi qedexekirinan ev welate pêş nakeve û wiha bilêv kir: “Dayik îro li pey şopa zarokên xwe ne. Bi salane çalakiya Dayîkên Şemiyê ya meşrû tê qedexe kirin lê li ser êşa hin dayikên din yên li pêş avahiya HDP’ê lîstikek tê lîstin. Çalakiya hin dayikan tê qedexe kirin, piştevaniya hin dayikên din tê kirin. Ev ne rewşeke ku were fêm kirin hevalno. Ev lîstikeke qirêj e, bi tahlukeye û du standartdiye. Dewlet divê ji welatiyên xwe re wekhev û bi heqaniyetê nêzîk bibe. Ji bo me êşa hemû dayikan eynî ye. Êşa tu dayikan ji ya din zêdetir nîne. Ji bo mirov wekhev in û êşên wan eynî ne. Çalakiyekê piştevaniyê bikin û ya din qedexe bikin ev karekî aqilane ye û derveyî hiqûq û mirovahiyê ye.”
‘DIVÊ AŞITIYEKE BI EDALET WERE AVA KIRIN
Acer, dazanîn ku tenê tiştek heye ku were kirin û wiha rêz kir: “Divê êşen dayikan were sekinandin. Ji vî welatî re divê aşitiyeke bi edalet û heqaniyet were ava kirin. Çareserî tenê eve ji derveyî vê çareseriyên din tune. Tiştên ku derveyî vê were kirin dê zêdetir zirar bide vî welatî û zêdetir dê canê mirovan dê bişewitîne.”
‘BANGA AŞTIYÊ DIKIN’
Acar, di dawiya axaftina xwe de, wiha got: “Em li vê derê weke parazvanên mafê mirovan û xizmên windayan bang dikin ku êdî em aştiyê biaxivin. Êdî edaleteke bi aştî û azadîxwaz em ava bikin. Em vê bi hevre bikin. Em dîsa banga aşitiyê ji vê derê dikin. Li ser êşa dayikan polîtîka kirin nayê qebûl kirin.”
‘JI BO ÊŞÊN XWE PARVE BIKIN LI VÊ DERÊ NE’
Pişt re Bavê Berkîn Elvan ê ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin, da zanîn ku ji ber ku ew êşên xwe parve bikin li vê derê ne û ev tişt gotin: “Em bang li kesên ku vî welatî rêvedibin dikin, hestiyên van malbatan li kû ne hûn çima nadin. Çima li hemberî lêgerîna wan a mafdar derdikevin. Ev wehşeteke çawa ye. Li hemberî daxwaza malbatan çima ev bêdengî. Dibe ku wek malbat em êşan dikişînin lê em ê êşên xwe biavêjin hûndirê xwe û têkoşîna xwe berdewam bikin.
Dûre Rêveberê ÎHD’ê yê Amedê Adnan Orhan jî pişt re çîroka Mehmet Tevfîk Sîncar ê di 7’ê Tîrmeha 1994’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin û pişt re serê sibê li baxçeyê mala wan cenazê wî hat dîtin xwend.
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
SÎNCAR Û OZDEMÎR HAT BIBÎRANÎN
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe ya heftane ya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 458’emîn de li dar xist. Çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê hat lidarxistin. Xizmên Windayan, parazvanên mafên Mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de, Parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar û rêveberê DEP’ê Metin Ozdemir ên di encama êrîşa bi çek de, li Kolana Elma ya Êlihê di 4’ê Îlona sala 1993’yan de hatin kuştin, hatin bibîranîn.
Daxuyaniya vê heftê birayê Metîn Ozdemîr Azîz Ozdemîr axivî û wiha got: “Di bin çavande windakirin û sûcên înfazê yên bêdaraz, ji ber ku bê ceza dimînin, rastî dernakevin holê. Emê hewl dana xwe ya vê rastiyê derbixin holê. Em dixwazin bêcezatî bi dawîu bibe.”
Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalkiya rûniştinê hat lidarxistin.